DERSIM – Li Dersimê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Di serdegirtinê de endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan û heman demê namzetê hevşaredariya Dersimê ya hilbijartinên xwecihî ya 31’ê Adarê Nûrşat Yeşîl û ji rêveberên Navenda Giştî ya Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) Dûrsûn Demîrtaş û Selamî Erdem û Laşker Mesût hatin destgîrkirin.
Li aliyê din polîsan bi ser mala ekolojîst Meral Yildiz a li Desimê de jî girtin.