RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
a- Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e. Di şoreşan de ne bi tenê du hêzên safî, lê du dinya têne beramberî hevdu. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike. Ya îdeolojiya PKK’ê mumkîn dike, ezmûna sosyalîzma pêkhatî ye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin. Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîne, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin.
Ji aliyê teorîk ve, piştgiriya Tirk, Kurd, komên çandî û çînên din bivênevê ye. Lê mijara tê guftûgokirin ne ev e, di pratîkbûnê de asta ji hev qutbûnê tê guftûgokirin. Di vê de rola hewldanên hêzên xayîn û tesfiyekar ên ketine nava tevgera şoreşgerî û berjewendiyên wan zirar dîtî heye. Tevgera PKK’ê di nava Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiyê de weke parçeyekî pêk hat. Yên nikarin xwe li vê ragirin û hewl didin xwe ji vê bişon, ji sedî sed bi bûyîna wan a sîxurên îdeolojiya neteweya serdest ku bi zanebûn an jî bi awayekî xweber ketine nava refên şoreşgerî, mumkîn e. Dibe ku mirov ji milliyet û çînên cuda bin, ev li pêşiya hevgirtin û îttîfaqan asteng nîne. Berevajî hevgirtin bi saya van cudahiyan bêhtir girîng dibin. Armancên şoreşgerî hevgirtina yekîtiyên di asta herî jêr de ferz dikin. Hevgirtin çawa ku di nava heman rêxistinê de dibin, di nava rêxistinên cuda de jî pêkan in. Di tevgerên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyê de hevgirtinên mayînde û têkûz pêk nehatin, ev ji nêz ve têkiliya xwe bi hewldanên hêzên antî-demokratîk û antî-sosyalîst re heye. Îdeolojiya şoven a civakî, kengî nabe hêza polîtîk xwe diyar û eşkere dike. Di pirsgirêka Kurd de û di çareseriya vê pirsgirêkê de hewldanên Kurdan bikin yên din û hewldanên tecrîdkirinê, bi polîtîkayên parçe bike-bi rêve bibe û bandorên dijşoreşê re têkildar in. Ev rastî hemû ku di derketina holê ya PKK’ê de pêk hatin, mîna kaxiza tûrnûsolê bi kêr hatin; nasnameya hêmanên ketibûn nava têkoşînê bi tevahî eşkere kir. Komên şoven ên civakî di dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê de hema bêje tevahiya xebatên xwe rawestandin û nabe ku mirov vê bi tenê bi polîtîkayên zordestî û tepisandinê yên faşîzmê rave bike. Hêzên em qala wan dikin, ji bo gotin û gavên wan hevdu bigirin, ji bo bi pêş bikevin, divê li cem şerê azadî û nasnameya Kurd cih bigirin ango divê curret bikin ku bi PKK’ê re hevkariyê bikin.
Piştî sala 1980’î dema firsenda ji nû ve rêxistiniyê û gavavêtina ber bi şerê şoreşgerî ya PKK’ê li Rojhilata Navîn, me careke din xwest bi tevahiya hêzên sosyalîst û demokratîk re parve bikin. Bi vê armancê, me gelek hevdîtin û civîn çêkirin. Me platforma Bereya Berxwedana Yekbûyî Ya Li Dijî Faşîzmê damezrand. Lê dema dor hat gavavêtinê, pirraniya van hêzan ya ku tesfiyekarên di nava me de wê paşê bikin, pêşî kir û ketin ser riya Ewrûpayê. Li wir naveroka şoreşgerî ya tevgera xwe pûç kirin. Nexasim hêmanên serdest ên Dev-Yolê tevî naveroka şoreşgerî ya rêxistina xwe, gelekî hewl dan naveroka şoreşgerî ya PKK’ê jî tesfiye bikin. Lê ya rastî, têkilî û derfetên Dev-Yolê, sempatîzan, kadro û desteka wê ya girseyî ji her alî ve qat bi qat ji ya PKK’ê pêşketîtir bû. Eger stratejiya şerê gel ê şoreşgerî qebûl bikirana, derfet û îmkanên behsa wan hatin kirin bixistana nava tevgerê û di warê gavên taktîk de gavên hevpar bihatana avêtin, veguherîna Tirkiyê di warê sosyalîzm û demokrasiyê de wê di asteke gelekî jor û qonaxeke cuda de pêk bihata. Nexasim di nava avahiya Dev-Yolê ya Ewrûpayê de, di şexsê Taner Akçam ê li ser Devrîmcî Îşê de tesfiyekariya hat ferzkirin, di tesfiyekirina tevgera demokratîk û sosyalîst a Tirkiyê de bi roleke mezin rabû. Vê meyla tesfiyekar bi xwe re gelek hêz kişandin Ewrûpayê û hewl da stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ya PKK’ê tecrîd bike. Hêmanên erkdar ên PKK’ê li Ewrûpayê ji xwe re kirin destik û gelek zirar da. Jixwe Dev-Yol piştî vê careke din bi ser xwe ve nehat. Eger vê komê xwe li Rojhilata Navîn bi cih bikirana û berxwedaneke bi sînor be jî nîşan bidaya, wê gelekî di ser hêza faşîst a MHP’ê re bi hêzeke çîna şoreşgerî maskeya sosyal demokrat a CHP’ê biçiranda û li dijî sîstemê bibûya partiya sereke ya muxalefetê. Li gelemperiya dinyayê gelek mînakên bi vî rengî pêk hatine. Wekî din, eger vê komê bi PKK’ê re îttîfaq bikirana, hem di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, hem jî bi giştî di gavavêtin û pêşîlêvekirinên demokratîk de dibe ku bibûya hêza pêşeng. Hingê ji pêşîlêvekirinên sexte yên AKP’ê re zemîn nedihat pêşkêşkirin. Meyla tesfiyekar bi zanîn ev firsenda dîrokî têkbir. Hêmanên sosyalîst û şoreşgerên gotin û gavên wan hevgirtî pêwîst e ku vê dîrokçeyê baş analîz bikin. Ez baş dizanim ku vê meyla tesfiyekar hêmanên gelekî hêja yên tevgerê têkbirine. Ev meyla ku em behsa wê dikin, propagandaya reş a li dijî şexsê min hê jî dewam dike û ev jî xusûseke din e, divê mirov li ser rawest e.
Pêşengtiya Dev-Solê nebû xwedî gotin û pratîka hevgirtî. Eger li Rojhilata Navîn bi cih bibûya û berxwedana şoreşgerî di ser Kurdistanê re li tevahiya Tirkiyê belav bikirana wê bibûya tevgera herî bi hêz a muxalefeta Tirkiyê. Lê xwe nêzî vê yekê nekir. Nexwest bi me re hinek têkiliyên dostane deyne, xwe nêzî tevgereke hevpar nekir. Eger hin ji kadroyên wê, nexasim Bedrî Yagan û koma wî ku bi me re ketibûn têkiliyê, nekişandibûna Stenbolê û îmha nekiribûna, bi hêzên me re bi biratî û hevpar tevgeriyabûna, wê karibûya valatiya der barê şoreşgertiyê de Dev-Yolê hiştî tijî bikirana û wê karibûya bibe tevgera herî bi hêz a muxalefeta şoreşger a Tirkiyê. Di polîtîkayên hevgirtinê de gotin û gavên wan ên hevnegirtî ew bi xwe jî birin tesfiyeyê.
Bêguman gelek kom û kesên egîd ên ji rêûresma gelê Tirk tên û xwe weke çepgir bi nav dikin di nava têkoşîna azadiyê û nasnameya enternasyonalîst a PKK’ê de û li cem wê cih girtine. Bi PKK’ê re hev girtine, û bûne yek. Di serî de Kemal Pîr û Hakî Karer, gelek heval û hevriyên me yên jin û mêr ên bi koka xwe Tirk weke kadroyên herî hêja yên PKK’ê heta bigihîjin şehadetê li refên pêş ên têkoşînê cih girtin û şer kirin. Di nava refên PKK’ê de hînê jî gelek heval û hevriyên me yên wisa hene. Herweha ji roja destpêkê heta roja me ya îro gelek kom û kesan erka dostanî û hevgirtinê bi cih anîne. Lê pirraniya hêzên çepgir bi hegemonya eskerî û îdeolojîk a faşîzma Tirkê Spî yan hatin bêdengkirin an jî dibe ku bi zanebûn û dibe ku bi awayekî xweber xistin rewşekê ku bibin destikdarên vê hegemonyayê. Ev helwest bi xwe tê wê maneyê ku hêmanên civaka modern a Tirk têkiliya stratejîk a Kurd û Tirk ji bîr kirine û naxwazin li vê têkiliyê serwext bibin ku ev têkiliya behsa wê tê kirin ji şerê Kurd û Tirkan li dijî Împaratoriya Bîzansê di 1071’ê de li Melezgirê û serketina vî şerî ve hebû yan jî diviyabû hebûna. Dîsa bi vê helwestê têkiliyên Anatolya û Mezopotamyayê yên bi desthilatdariya hevpar û jiyana civakî ya hevpar ên li ser stûnên sereke radiwestin, înkar dikin. Hêmanên modernîteya Tirkê Spî dîrokê ji qirkirina Kurdan a di sala 1925an de didin destpêkirin, ji ber ku ji wê demê ve dest pê kirin bîreweriyeke sexte û înkarker a civak û dîrokê ava kirin. Bi heman awayî, sentezkarên berê û yên nû yên Tirk-Îslamê Kurdîtî li derve hiştin û destek dan asîmîlekirina Kurdan. Ji ber ku Îslamiyên ummetgir ên sexte ji heman têgihiştina qirker bi tesîr bûbûn û ji ber paronaya wan a biratiyê bû. Bîreweriyeke rast a dîrok û civakê dikare nîşan bide ku bi giştî çandên Anatolya û Mezopotamyayê, bi taybetî jî di navbera çandên civakî yên Kurd û Tirkan de têkiliyên hevpar ên xurt, azad û wekhev hene û ev têkilî maneyeke stratejîk û heyatî îfade dikin.
Îdeolojiya Tirkîtiya modern tevî hêmanên xwe yên rastgir, çepgir û navendê hemûyan şêweyên bîreweriyê yên dîrok û civakê yên bi heman rengî parve dikin. Bîreweriyeke civak, dîrok û Tirkîtiyê ya homojen weke fikreke naguhere û pîroz e, parve dikin. Têgihiştina ummetê ya ji rêûresmê hinekî bi milliyetgiriya laîk hinekî jî bi sentezkariya Tirk-Îslamê veguherandin, bi cih kirin, bi vî awayî îdeolojiyeke bêhtir sexte û înkarker ava kirin. Di îdeolojiya Tirk a modern de Tirkîtî ji serî ve neteweyeke homojen û cîhangîr e. Hertim serbixwe û azad bûye. Ti carî pişta xwe nedaye ti hevgirtinan, bi tena serê xwe li pey hukimkirina cîhanê çûye û demên dirêj her hukim kiriye. Avahiya wê ya civakî yekpare ye, parçebûn û dabeşbûnê qebûl nake. Artêş millet e. Civakeke wisa ye ku eskertiyê weke nirxeke di ser her tiştî re qebûl dike. Ji nijadeke xwerû pêk hatiye. Ya rastî, ev îdeolojî ji aliyê biyaniyan ve, nexasim ji aliyê îdeologên Cihû yên Siyonîst ve di bin navê Jon Tirkan de hatiye çêkirin û ti têkiliya wê bi rastiya civakî-dîrokî ya çanda civaka Tirk re nîne yan jî wexta ew çêkirine çanda civaka Tirk weke bingeh li ber çavan negirtine. Şêwazekî îfadeyê yê mîtolojîk e. Dîktatoriya hişk a çînî ya li pişt maskeya Tirkîtiyê hatiye avakirin, ya rastî hêmana yekdestdar a modernîst e. Weke Proto-Îsraîl tesewir û ava kirine. Ango li ser entîteyên civakî û çandên din ên di nava şert û mercên modern de pêk hatine û ew kirine yên din, bi rola hegemonîk rabûne. Li vir yekparebûna pêkhatinekê heye ku hem di bin bandora îdeolojîk de hem jî di bin bandora hegemonya eskerî de bi awayekî çeloxwarî, înkarker û asîmîlebûyî çêbûye. Bi tevahî fikrên rastgir, çepgir û yên navendê, li şûna bîreweriya dîrok û civakê ya li ser şopa heqîqetê, para xwe ji vê îdeolojiya lihevçêkirî, înkarker, asîmîlasyonîst û înkarker girtine, lewma hemû bi rola şoven a yên li derveyî xwe wekî yên din dibîne, tekparêz û gewî radibin û heman rolê parve dikin. Ya ji vê jî xirabtir û xeternaktir ew e, ji ber ku vê îdeolojiya derxistina payeya îdeolojiya fermî, ji dibistana dayikê heta bi asta akademîk bi zorê empozeyî her kesî dikin, gelekî zehmet e ku kesek li derveyî wê bimîne. De îcar li vê hinek tiştên din zêde dibin, mînak, mirov pê dibe karmendekî dewletê, pê kar peyda dike, pê dikare krediyê bistîne, bi kurtî li cem dewletê û çîna serdest ji bo ji bereketê sûdê werbigire weke şertê sereke tê qebûlkirin, lewma neçar her kes vê îdeolojiyê parve dike. Hêzên muxalifên sîstemê bi tenê û tecrîdkirî dimînin, nikarin dostanî û hevgirtinan pêk bînin, di bin vê de jî ev rastiya em îşaret pê dikin heye.
Ne bi tenê di navbera Kurd û Tirkan, hêzên sosyalîst û demokratîk de, ji bo di navbera tevahiya hêzên gel ên civakî de dostaniyên manedar bi pêş bikevin û hevgirtin pêk bên, beriya her tiştî pêdivî bi bîreweriyeke rast a dîrokî û civakî heye. Eger mirov tevahiya dîrokê danûstendina çandan rast nede naskirin, roja me ya îro nikare hevgirtin û têkiliyên adil, azad û wekhev bi pêş bixe; weke îfadeya berbiçav a van têkilî û hevgirtinan destûreke demokratîk pêk bîne. Lewma modernîteya Tirk divê zêhniyeta xwe ya tekperest a faşîst ku dîroka Tirk û nirxên wê yên çandî jî tine dihesibîne, biterikîne, û li şûna wê avahiya civakan a pirrçandî û dîroka wan a dewlemend qebûl bike. Bi kêmanî hêzên civakî yên di nava heman sînorên siyasî de ku alîgirê bihevrebûneke dostane û birayane ne, divê ji rastiyên hev ên dîrokî û civakî re rêzê bigirin û bi hurmet bin, hevdu bi awayekî azad û wekhev qebûl bikin û ev yek çawa ku ji wan re ji bo li ser bingehê hevgirtin û dostaniyên mayînde û demeke dirêj bimînin pêwîst e, herweha bingehê yekîtiya wan a hêz û çalakiyên rojane ye jî; ji bo bi hev re rejîmeke destûrî ya demokratîk ava bikin cewherê meseleyê ye.
b- PKK partiyek e ku di nava sîstema sosyalîzma pêkhatî de bûye xwedî hebûn. Bi qasî aliyê îdeolojîk, ji aliyê polîtîk ve jî ev sîstem ji xwe re kiriye bingeh. Herçiqasî ji serî ve li dijî berbiçûna rastgiriya revîzyonîst a xwe berdaye binyeya wê bûbe xwedî helwest jî zanîbû bi rêz û hurmet nêzî sîstema sosyalîst bibe. Di serî de Yekîtiya Sovyetê bi awayekî rexnegîr û dostane nêzî welatên sosyalîst bû. Li hemberî tevgerên sosyalîst ên welatên din jî bi helwesta xwe ya bi pîvan rabû. Hewl da pirsgirêka Kurd ji meseleyeke hegemonya dinya kapîtalîst derxe û bike parçeyekî sîstema dinya sosyalîst. Ev helwesta xwe ya îdeolojîk piştî salên 1980î bi derketina derveyî welat li qada navneteweyî belav kir. Di wê demê de bi nûnerê sîstema sosyalîst Yekîtiya Sovyetê re têkilî danîn. Bi partiyên sosyalîst ên Ewrûpayê re jî têkiliyên bi heman rengî danîn. Lê ji ber revîzyonîzma ku li gelemperiya dinyayê mohra xwe li sîstemê dabû, têkilî negihiştin wê asta ku hêvî ji wan dihatin kirin, ji ber ku ji armancên taktîk û sûdwergirtinê wêdetir neçûn. Ji me nehat ku em ji helwestên sûdwergirtinê yên dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bibihurin. Sîstema sosyalîst, polîtîkayên îstîsmarker û berjewendîperest ên dewleta netewe ya kapîtalîst ji xwe re kirin bingeh. Ev têgihiştina ku ji destpêkê ve li ser sîstemê serdest bû, hem destketiyên sosyalîzmê tesfiye kirin, hem jî pêşketina alternatîf a têkiliyên enternasyonalîst asteng kir. Ev têkilî kirin destikê berjewendiyên hegemonîk.
Dîsa jî gelekî girîng e ku PKK’ê ev zemîn bi kar anî, ango weke partiyeke rastî ya enternasyonalîst tevgeriya. PKK’ê Tevgera Kurd kir xwedî naverokeke demokratîk û sosyalîst, bi stratejiya şerê gel ê demdirêj ve girêda, kir ku li nava dinyayê bê naskirin, di serî de gelê Tirk li ser bingehê azadî û wekheviyê ji bo jiyana hevpar a bi gelên cîran re amade kir. Ev hemû encamên dilsoziya PKK’ê bi enternasyonalîzmê re ne. Dema sîstema sosyalîst ji hev de ket PKK tîk li ser piyan ma û ev jî ji dilsoziya wê ya bi sosyalîzma zanistî re nîşan dide. PKK mîna tevgerên din ên rizgariya neteweyî ber bi milliyetgiriya teng ve neçû. Ji destpêkê ve jê hat ku ji şîlobûna îdeolojîk bibihure. Li dijî hêmanên dewletdariya netewe û îndustriyel ên modernîteya kapîtalîst ku mohra xwe li sosyalîzma zanistî û pêkhatî dan, têkoşîneke serketî meşand. PKK’ê xwe veguherand û bi vî awayî li dijî modernîteya kapîtalîst weke alternatîf paradîgma modernîteya demokratîk pêşde bir û di warê xetdanîna navbera wê û modernîteyên din de bi roleke girîng rabû. PKK li Rojhilata Navîn a piştî salên 1980’î, piştî Îsraîl û Rêxistina Rizgariya Filistînê weke sêyemîn hêza dînamîk cih girt.
c- PKK weke hêzeke polîtîk, li Rojhilata Navîn, Ewrûpa û li qadên din xwedî hevgirtinên girîng e. PKK’ê piştî salên 1980’î herêma herî germ û dijwar a Rojhilata Navîn ji xwe re weke baregeh hilbijart û ev bi xisletên wê yên şoreşger re têkildar in. Ji bo ji têkoşîna şoreşgerî qut nebe rola vê qadê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rola ji bo Ewrûpayê timî di asta taktîk de hat hiştin. Ev helwesteke rast bû û di heman demê de cewherê hevgirtina tevgerên rizgariya neteweyî yên dînamekeke girîng a serdemê bûn, pêk dianî. Di çarçoveya Sûrî, Libnan, Filistîn û Îsraîlê de pêşxistina têkiliyên rizgarîxwaziyê yên neteweyî tê wê maneyê ku têkilî bi rastiya herî germ, zindî û berfireh a dinyayê re tê danîn. Li derdora bîst salan di çarçoveya van têkiliyan bi xwe de bûyerên pêk hatin, ne bi tenê nasnameya Kurd û tevgera azadiyê li nava herêmê da naskirin; li nava dinyayê jî da naskirin û ew gihand statuyeke stratejîk. Jixwe têkiliyên behsa wan tê kirin îro jî cewherê xwe diparêzin. Ji ber bûyerên PKK’ê rê li ber wan vekir, Îsraîlê bi bloka li dijberî hevgirtiyê xwe Tirkiyê berê xwe da polîtîkayên dostaniyê. Têkiliyên îro yên Tirkî-Sûrî-Libnan-Filistînê ji bo Îsraîlê ji tehlûkeya PKK’ê mezintir rê li ber encamên giran vekiriye. Ev jî îspat dike ka PKK çiqasî hêzeke dînamîk a girîng e. Herçiqasî di rewşeke dijber de bin jî têkiliyên di navbera van hêzan hemûyan de li gorî tehlîla dawî ber bi bayê dînamîzma PKK’ê dikevin û dînamîzma PKK’ê rê dide ber wan. Heman dînamîzm di têkiliyên Tirkî-Îran û têkiliyên sêalî û dualî yên Tirkî-Iraq-DYE’yê de jî bi heman rolê radibe. Eger dînamîzma PKK’ê nebûya, têkiliyê di vî alî de wê bi vî awayî pêk nehatibûna. Têkiliyên em behsa wan dikin, bi saya tevgera dîplomatîk a li dora PKK’ê tê ristin çêdibin. Cewherê sosyalîst, demokratîk û şoreşger ê PKK’ê têkiliyên bi vî rengî yên desthilatdariyê ber bi blokbûnên bi vî awayî ve dahf dide.
Heman xusûs ji bo têkiliyên Komara Tirkiyê bi Ewrûpayê re di cih de ne. Eger Komara Tirkiyê îro bi Yekîtiya Ewrûpayê re gihiştibe muzakereyên hevpartiyê, ev bûyerên di çarçoveya pirsgirêka Kurd û PKK’ê de ne. Di serî de Elmanya, nêzîkatiyên welatên Ewrûpayê ji bo PKK’ê ew bûn ku pêşî nerm nêzîk bibin û mîna li Dev-Yol û rêxistinên din ên xwedî potansiyela şoreşgerî kirin, xwestin bigirin nava xwe û bi rêbazên hêza nerm asîmîle bikin. Ev şêweyên têkiliyê demeke dirêj dewam kirin. Lê ji ber ku em ji ya xwe nehatin xwarê ango em li Rojhilata Navîn şoreşger man, vê kir ku welatên behsa wan tê kirin rêbaza xwe biguherin. Pêşî hukûmetên welatan yek bi yek, paşê li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê PKK weke, terorîst îlan kirin û rêbaza lidervehiştinê şopandin. Armanca herdu polîtîkayan astengkirina çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî şoreşger, demokratîk û sosyalîst bû. Li şûna vê, azadî û mafên ferdîyên bi mafên mirovan hatibûn bisînorkirin hatin ferzkirin. Mîna ku mafên ferdî yên bêyî mafên civakî û kolektîf pêkan bin, bûn xwedî helwesteke durû. Dema bi Komara Tirkiyê re bazar dikirin, dixwestin herdu aliyan ango hem PKK’ê û hem jî Komara Tirkiyê bi vê rêbazê bi xwe ve girê bidin. Li pey têkiliyên hegemonîk bûn. Ji çareseriyên demokratîk û civakî reviyan. Li gorî vê rêbazê, hewl dan ku bi kesayet û rêxistinên naveroka wan a şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst pûç kiribûn, piştî tesfiyekirina PKK’ê weke hêmanên xwe yên polîtîk di nava Kurdan û Tirkiyê de bi cih bikin. Weke hêzên mîsyonê rolên diyar amade kirin. Tevahiya sîh salan (bi Gladîoya NATO’yê re) ji vê bernameya tesfiyeyê li benda serketinê man, ji ber ku ji bo vê sermayeyeke mezin razandibûn. Çawa ku li gelemperiya dinyayê dibe, piştî dijşoreşa Tirkiye û Kurdistanê xwestin di nûkirinê de rola pêşeng bidin wan. Bi israr PKK weke ,terorîst, îlan kirin û ev ne ji bo destekdana Komara Tirkiyê bû, ev ji bo berjewendiyên wan bi xwe bû.
Ev pîlanê Kurd-PKK ku Yekîtiya Ewrûpayê bi hostetiyeke mezin amade kir û xist pratîkê, ji pîlanê tesfiyekirina Tirk-Qibrisê gelekî girîngtir e, lê bêhtir kûr û bi dizî hatiye meşandin. Bi Komara Tirkiyê re bazarên girîng hatine kirin û hînê jî têne kirin. Ji aliyê têkiliyên Kurd û Tirk ve bi qasî Peymana Sykes-Picotê girîng e. Komara Tirkiyê li rêyên çareseriyê yên bêyî PKK’ê û Kurdan digere, qaşo demokrasî û mafên mirovan ên yekalî ferz dike, û ev encamên van hevdîtinên bi dizî û xasûkî ne. Ji ber ku PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye nebûn, ev hevdîtin veguherîn têkiliyên rûtîn û pûç ên mîna têkiliyên Îsraîl-Filistînê. Mîna lîstikên di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li ser Kurdan (Sosyalîstên Tirk û Ummetgirên Îslamî jî di navê de) careke din ceribandin. Piştî ku berjewendiyên xwe misoger kirin, ne bi tenê çavên xwe li pêvajoya qirkirina Kurdan girtin; li ser navê modernîzma laîk heta dawiyê destek dan faşîzma Tirkê Spî. Dekûdolab û lîstikên bi heman rengî li ser Rûm, Ermenî û Suryaniyan jî hatin lîstin û tevgerên tesfiyekirinê meşandin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahiya hêzên demokratîk û sosyalîst de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da tevahiya operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî. Tirkiyê bera ser Sûriyê da. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê bû û bi hostetî ew pêk dianî. Di vê çarçoveyê de Sûrî demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pirr zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn, sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.
PKK’ê tevî tesfiyeyên berfireh ên hem li derve û hem jî li hundir zanî li gorî şert û mercan tevbigere, veguherînên hewce bi hosteyî pêk bîne, û li ser bingehê serketina polîtîk û helwesteke bêhtir bi pîvan bi modernîteya demokratîk a alternatîf li hemberî modernîteya kapîtalîst rawest e. Di veguherîna demokratîk û şoreşgerî ya Rojhilata Navîn de rola xwe ya li pêş a aktoriyê dewam kiriye.