NAVENDA NÛÇEYAN
“Dewleta Tirk asta êrîş û qirkirina li hemberî gel û herêmê wisa pêş de biriye ku bi awayekî bê hed û hesab li ser erda başûrê Kurdistanê cirît davêje. Bêyî ku li rastî astengiyekê bê serbest tevdigere, heta ji aliyê payebilindên PDK’ê ve tên teşwîqkirin. Di vê çarçoveyê de li başûrê welêt bi dehan baregeh û navendên karê qirêj dikin hatine avakirin.
BAREGEH Û ARMANCÊN WAN
Ji deriyê sînorê yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê kampên Tirkan hene. Em bala xwe bidin ser hûrgiliyên wan:
* Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur e; hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re armanc ew e ku zext li herêma Heftanînê were kirin.
* Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê, dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.
* Bi kampa Dêralûkê, tê armanckirin ku têkiliya navbera herêmên Zap û Garê were birîn.
* Li ser sînorê Metîna; qereqolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.
* Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.
* Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistanê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.
* Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.
* Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, êrîşên li dijî Qendîlê ye.
*Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û Barokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.
FIYASKOYÊN LI ‘DERVEYÎ SÎNOR’
Dewleta Tirk ji sala 1983’an û vir ve li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ‘operasyonên derveyî sînor’ pêk tîne. Hemû jî bi navên ‘mezin’ û helaketiyeke zêde ya ragihandina hewûzê hate kirin. Lê belê yek jî ji wan bi ser neket. Heke em careke din bi bîr bixin:
– Dewleta Tirk, operasyona xwe ya destpêkê ya ‘li derveyî sînor’, sala 1983’an, piştî ‘Peyaman Hevkarî û Ewlekariya Sînor’ a di navbera Kenan Evren û Bexdayê de hate îmzekirin, pêk anî. Operasyonê di 25’ê Gulanê de destpê kir û 7 hezar leşker tevlî bûn.
– Piştî ku PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên çekdarî kir, di Cotmeha 1984’an de operasyona duyemîn hate kirin û li bin ket.
-Operasyona sêyemîn di 12’ê Tebaxa 1986’an de hat kirin û tevî PKK’ê kampên PDK’ê jî bûn hedef. Sivîl jî di nav de gelek pêşmerge şehîd bûn.
-‘Operasyona derveyî sînor’ a sala 1991’ê bi navê ‘Supurge’ hate kirin û aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû.
-Di Cotmeha heman salê de bi piştgiriya PDK û YNK’ê du operasyonên din hatin kirin. Piştî van operasyonan delweta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampên îstîxbaratê ava kirin.
-Piştî ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwar, Serokkomarê Tirk ê demê Tûrgût Ozal peyam ji Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan re şand û jê xwest ku ‘asta şer kêm bike’. Di heman demê de artêşa Tirk hesabên cuda dikir. Di Gulana 1992’an de bi navê ‘Sizma’ operasyoneke din hate kirin. Ev operasyona ku ceribandina 8’an bû, di 6’ê Gulanê de destpê kir û bê necam ma.
-Artêşa Tirk di 12’ê Cotmeha 1992’an de bi 15 hezar leşkeran, ji bejahî ve bi tank, top, obusan û ji hewayê jî bi helîkopter û balafirên şer dest bi operasyoneke nû kir. Lê tenê 20 rojan karîbûn li hember gerîla bisekine. Neçar ma bê encam vekişe.
-Du operasyonên din hatin kirin, ku aqûbeta wan ne cuda bû; 10’ê Hezîrana 1993 û 28’ê Çileya 1994!
-Artêşa Tirk di 6’ê sibata 1994’an de heremên Mezrê û Kariyêderî kir hedef û têk çû.
-Di Nîsana 1994’an de li heman herêmê operasyon lidar xist û aqûbeta wê jî weke yên beriya wê bû.
-Artêşa Tirk, piştî Tevgera Dagirkirina Qibrisê, ‘operasyona herî mezin a li derveyî sînor’ bi navê ‘Çelîk’ di 20’ê Adara 1995’an de pêk anî û xwest Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Bi fermandariya 13 generalan 35 hezar leşker tevlî operasyonê bûn û di aramanca wan de Heftanîn hebû. Vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir, 45 rojan dewam kir. Gelek kuştî li pey xwe hiştin û neçar man vekişin.
– Piştî salekê du carên din êrîş kir. Hedefa operasyona 6’ê Adarê; Sineht, Heftanîn û Kelareş bûn. Di vê operasyona bi navê ‘Atmaca-Tokat’ de hedef sivîl bûn. Heman salê di meha Kanûnê de artêşa Tirk bi desteka PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ji nû ve derket operasyonê.
– Artêşa Tirk bi salan re hejmara xwe ya leşker û teknîka xwe ya li herêmê zêde kir. Navê ‘Balyozê’ li operasyona destpêkê ya sala 1997’an hate kirin. Ev operasyona ku di 14’ê Gulana 1997’an de destpê kirî, bi 50 hezar leşkeran hate kirin. Piştî ku du helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin û fermandarên operasyonê hatin kuştin, operasyon bil ez û bez qediya.
– Dewleta Tirk ku bi ‘Balyozê’ jî tiştek bi dest nexist, vê carê di meha Îlonê de bi 100 tank û 10 hezar leşkeran, ji nû ve dest bi operasyona ‘derveyî sînor’ kir. Navê vê operasyona ku PDK’ê piştgiriya wê dikir ‘Çekîç’ bû û çarenûsa ‘Balyozê’ hate serê wê jî.
– Di bihara 1998’an de vê carê bi 40 hezar leşkerî, bi navê ‘Mûrat’ operasyonek pêk anî, kete nava xaka Başûrê Kurdistanê, lê ya dixwest bi dest nexist. Dîsa bê encam û destvala vegeriya.
– Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji bo cara 24’an derket operasyona ‘derveyî sînor’. Aqûbeta vê operasyona bi navê ‘Sandevîç’ jî mîna yên beriya xwe bû.
– Artêşa Tirk tevî PDK’ê di 4’ê Gulana 2000’î de êrîşî Heftanînê kir û neçar ma piştî 4 rojan xwe vekişîne.
– Operasyona ‘derveyî sînor’ a 25’emîn a artêşa Tirk, xwest ku di Kanûna 2007’an de bi desteka hewayî bê kirin. Ev operasyon bi giranî bi êrîşên hewayî hate kirin û bê encam paşde vekişî.
– Yaşar Buyukanit bi xwepêşandaneke mezin, di 21’ê Sibata 2008’an de bi navê ‘Guneş Harekati’ li herêma Zapê operasyonek da destpêkirin. Li hemberî vê operasyonê berxwedaneke mezin a gerîla hate raberkirin. Bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û helîkoptereke wan hate xistin. Artêş Tirk roja 29’ê Sibatê bi zorê ji herêmê filitî. Gerîla got, ‘ketin heye derketin tine ye!’
Dema mirov van hemû dide ber hev û li encamên bi xwe re anîn jî dinêre bê ka çi li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye û di encama van êrîşên dagirkeriyê de çi bûne, rewşa niha heyî baştir zelal û fêmdar dibe. Nexasim di nava du salên dawî de artêşa Tirk a êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê zêde kirî, di nava 7 mehên destpêkê yên sala 2018’an de, di warê can, mal û xwezayê de ziyanek gelekî mezin daye herêmê, her wiha jiyana rojane ya gel veguherandiye dojehê.
9 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Li gorî daneyên ber dest, ji destpêka sala 2018’an heta dawiya meha 7’an dewleta Tirk, xaka Başûrê Kurdistanê 41 caran bombebaran û bi dehan caran jî topbaran kiriye. Di van êrîşan de 9 sivîl hatine qetilkirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Ji bilî qetilkirina sivîlan gelek sewalên gundiyan telef bûne. Her wiha gelek caran jî agir bi rez û milkê gundiyan ketiye.
DI NEWROZÊ DE JÎ ÊRÎŞ KIRIN
Artêşa dagirker di cejna neteweyî ya Kurdan, ango di Newrozê de jî gel kir hedef. Di şeva ku 21’ê Adarê bi 22’yê Adarê ve girêdide de, balefirên dewleta Tirk dola Baleyan a girêdayî herêma Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kir. Di bombebaranê de 4 welatiyên bi navê Bêjen Mistefa, Dirbaz Mihemed Yunis, Mihemed Îsmaîl Hemed, Şero Mehmud Îbrahîm hatin qetilkirin. Ji welatiyên ku hatine qetilkirin, Dirbaz Mihemed parêzer û her sêyên din jî pêşmerge bûn.
GUND Û ŞEHÎDGEH KIRIN HEDEF
Şeva 1’ê Nîsana 2018’an dewleta Tirk gelek gundên Binarê Qendîlê û Şehîdgeha Şehîd Simko û Şehîd Gulan ku dikeve gundê Merado yê Qendîlê bombebaran kir. Di bombebaranê de kêlên gorên şehîdan tev xirab bûn û mûzexaneya ku tiştên şehîdan tê de dihatin arşîvkirin jî bi temamî hatin rûxandin.
3 BIRA QETIL KIRIN
Balafirên şer ên dewleta Tirk, 8’ê Nîsana 2018’an gundê Nêrwe Sîto yê ser bi bajaroka Şêladizê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de sê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed ku di nava zeviyên xwe de rêncberî dikirin hatin qetilkirin. Piştî qetilkirinê xizmên her sê birayan û gel di encama hewldana hefteyekê de karîbûn cenazeyên parçekirî bigirin. Cenazeyên her sê birayan di 15’ê Nîsanê de li Şêladizê hatin veşartin.
Di 30’ê Hezîrana 2018’an de dewleta Tirk, gundê Helanya yê girêdî bajaroka Şêrwan a herêma Barzan topbaran kir. Di topbaranê de jina ciwan a bi navê Dinya Reşîd Nacî ya 19 salî jiyana xwe ji dest da.
Dîsa 6’ê Tîrmeha 2018’an dewleta Tirk, ji qereqola Kanîmasî hawanek avêt gundê Ravîna yê qezaya Kanîmasî ya Amediyê. Di encamê de welatiyê bi navê Macîd Silêman Permos ku mêşên xwe yên hingiv biribûn herêma Gamêrkê, hat qetilkirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, roja 13’ê Tîrmehê, 100 metre nêzî seytereya pêşmergeyan, 250 metre jî nêzî seyrangeha Koçka bombebaran kir. Di vê êrîşê de ziyanek mezin gihîşt malên welatiyan, her wiha seyareyek sivîl a welatiyan hat rûxandin.
Balafiran her wiha gelek caran li herêma Behdînan cihên geştiyariyê bombebaran kirin û ziyanek mezin pêk anî.
Herî dawîn jî, 23’ê Çileyê li herêma Reşawayê 4, li gundê Etûtê jî 2 sivîl hatin qetilkirin.
PITIK JÎ DI NAV DE JI HEMAN MALBATÊ 7 KES QETILKIRIN
Di 15’ê Tebaxa 2001’ê de ji ber bombekirina gundê Kendekolê yê qada Xinêrê, bi qasî 50 gundî hatibûn qetilkirin. Hikûmeta AKP’ê, bi ‘modela Srî Lankayê’ re weke parçeyek ji êrîşên tinekirina tevahî ya Tevgera Azadiya Kurd, sala 2011’î, li wesayîteke li ser rêya Qendîl Ranya xist û yek jê bebek, sê zarok bi giştî 7 kes ji malbatekê qetil kirin.
Di êvara 27’ê Hezîrana 2019’an de balafirên şer ên dewleta Tirk li Kortekê ya Binarê Qendîlê 2 wesayîtên welatiyên sivîlan hedef girtin. Di bombebaranê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes birîndar bûn. Navê şehîdên komkujiya li Kortekê yên hatin diyarkirin wiha ne: Ebdullah Elî Mîne, Heryad Ebdullah, Kurdistan Ebdullah. Navê birîndarên hatî diyarkirin jî evin; Mihemed Ebdullah, Melîk Mihemed Ebdullah,Teyîb Mihemed Ebdullah û Rabî Mihemed.
Dewleta Tirk, di sala 2011’an de jî li heman cihî dîsa wesayîta gundiyan bombebran kiribû û komkujî pêk anîbû. Di 21’ê Tebaxa 2011’î de balafirên şer li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.
30 KİLOMETRE XAKA BAŞÛR DAGİR KİR
Dewleta Tirk, di van êrîşên xwe de heta niha nêzî 30 kîlomtere ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û baregeh çêkirine. Ji ber dagirkerî û êrîşan, jiyana welatiyên herêmê jî veguherî dojehê. Gundî nikarin biçin nava zevî, bax û baxçeyên xwe. Lewma ziyanek mezin dîtine. Her wiha gihayên xwe jî beriya ku bên asta çinandinê, ji neçarî çinandine.
HERÊMÊN HERÎ ZÊDE BÛNE HEDEFA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ
Herêmê ku herî zêde bûne hedefa dagirkeran wiha ne: Zap, Bradost, Sîdekan, Qendîl, Amêdî, Xakurkê, gundên Serçeman, Xinêre, Lolan, Bêrtme, Geliyê Reş, Serkan, Mawna, Girê Siro, Bermîze, Lêlikan, Xelîfan, Çiyadol, Binesenan, Berçem, Buzne, Gureşan, Alekan, çiyayê Evdal Kofi, Wesan, Dola Balayan, Nizarî, Sîran, Nêrwe Sîto, Hêlî, Sarkê, Bêzel, Kokerî, Şankê, Rêkan, Xankê, Dergela, Geliyê Bilind yê bi ser Şêledizê, Heftenîn, Çiyayê Garê, gundê Şeraneş, girê Sîro û Kanî Masî hwd..
Ev daneyên li jor hatî dayîn, tene daneyên ku ketine ber dest û hatî tespîtkirin in. Ji bilî van zerer û ziyaneke gelek mezin a maddî û manewî ku neye tespîtkirin pêk hatiye. Ligel zererên maddî, gelek birîn û dewsên kûr di jiyana civakê de pêk hatiye. Ji hêla psikolojik de ev êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeran û hevkarên wan, bûye sedema travmayeke gelek mezin.
HELWESTA GELÊ BAŞÛR
Tevî hemû carê nerazîbûn û helwesta gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê pêk hatibe jî, lê ti carî weke hikûmet û rêveberên Başûrê Kurdistanê bi qasî pêwîst, li cem gel cih negirtiye, helwesta pêwîst raber nekiriye. Yek ji helwesta herî bi biryardarî û di cih de helwesta xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk bû.
Roja 26’ê Çile xelkê Şêladizê bi ser baregeha Tirk de girtin û şewitandin. Piştî vê bûyerê operasyonên destgîrkirinê destpê kir û bi dehan kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin û li rastî zext û pêkanînên xirab hatin. Serokwezîrê herêmê yê PDK’yî yê demê, Nêçîrvan Barzanî jî dagirkeriya Tirk parast û çalakger sûcdar kiribûn. Asayîşa PDK’ê jî piştre avêtibû ser gelek malên welatiyên û destgîr kiribûn, bi êşkencê re derbas kiribûn.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Awyer BOTAN – Ahmet SİNAN