AMED – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî, parlamenter û hevşaredarên HDP’î hemûyan daxuyaniyekê ragihîne.
Beriya daxuyaniyê, avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin. Polîsên Tirk bend danîn kolana Elazig û hemû rêyên berê wan li vê kolanê ne. Her wiha gelek polîs bi TOMA û wesayitên zirxî li herêmê hatin bicihkirin.
Li Yenîşehîrê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. Temellî û parlamenterên HDP’î ber bi avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ve meşiyan. Gel jî li dijî dorpêçî û êrîşan ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li ber xwe dide.
Tê gotin ku gelek kes birîndar bûne û hatine destgîrkirin.
Tê payin ku Temellî, parlamenter û hevşaredar li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin.
ASTENGKIRINA GEL Û WEKÎLAN
Li bajêr rêyên ji Riha, Mêrdîn, Xarpêt û Farqînê bi tundî tên kontrolkirin û nahêlin ku wesayit derbas bibin. Ji bilî rêyên bingehîn ên li nava bajêr li rêyên din ên bajêr hemûyan leşker hatine bicihkirin. Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy ê ji Çewlikê hat Amedê, wesayita wî li herêma Degîrmen Dere ya navçeya Erxeniyê li qereqolê hate rawestandin û di kontrolê re hate derbaskirin. Ji saet 10’an ve nahêlin ku wesayita Ozsoy derbas bibe.