NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’yê got; “Hêzên me bi biryardariyekî mezin çalakiyên xwe ên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî ên li Efrîn û derdora wê berdewam dikin û derbên giran li wan didin.
Rojava 18’ê Tebaxê hêzên me bi 2 çalakiyên bi bandor barageh û çeperên artêşa dagirker a Tirk li derdora bajarê Ezazê kirin hedef. Hêzên me bi çekên giran û navîn li leşkerên Tirk dan û bi qasî hat tekez kirin leşkerek Tirk hat kuştin û 3 jî birîndar bûn. Baragehên artêşa dagirker ên ku ji aliyê hêzên me ve hatin armanc girtin ji bo topbarana heremên tije sivîl ên navçeya Şera û Şêrawa bi obîs û belafirên keşfê ên bi çek dihatin bi kar anîn, û ziyaneke mezin digihand can û malên sivîlan.
Roja 18 û 19’ê Tebaxê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane bi obîs û belafirên keşfê ên bi çek herêmên sivîlan ên li gundên Şewarixa, Malikiyê, Elqamiyê û Mer’enaz yên girêdayî navçeya Şera, her wiha gundên Birc Qas û Gundê Mezin yên navçeya Şêrawa topbaran û bombebaran kirin. Di encamê de ziyaneke madî mezin gihişt malên gundiyan, û astengî li pêşiya jiyana rojane û zirareke mezin ghişte zeviyên xelkên herêmê.”