WAN – Qeyyûm û waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li şûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan hate wezîfedarkirin, hemû serokên daîreyan ên di dema HDP’ê de ji kar stend.
Qeyyûmê xespkar 12 serokên daîreyan, sekreterên giştî û gelek gerînende ji kar stend û kesên di dema qeyyûm de wezîfedar kir. Qeyyûm, Ulker Cem Kaplan ê ku bertîlstendina wî di qeydên deng de derketibû holê ew kir Gerînendeyê Giştî yê VASKÎ’yê û Salîh Allahverdî jî kir Sekreterê Giştî.
XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ HATIN DESTGÎRKIRIN
Di destê sibehê de polîsan girtin ser mala gelek kesên ku hatine îxrackirin. Li gorî agahiyên pêşîn Hevserokê Tumbel-senê yê Wanê Şukru Kaçici, xebatkarên şaredariyê Çîmen Umît, Cahît Dûran, Veysel Engîn jî hatin destgîrkirin. Piştî serdegirtine de derbarê kesên hatine destgîrkirin qedexeya parêzer û biryara nepenbûnê hate dayîn.
Hate diyarkirin ku xebatkarên şaredariyan hê jî tên destgîrkirin.
32 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Di çalakiyên protestoyê yên duh de şêwirmendên parlementeran jî tê de niha 32 kes li TEM’ê ne.