AMED – Beriya daxuyaniya HDP’ê ya der barê desteserkirina şaredariyan de, polîsên Tirk îro jî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û derdora wê dorpêç kirin.
Kolana Elazigê û rêyên li derdorê bi bendên polîsan hatin asê kirin, her wiha TOMA li hemû rêyan hatin bicihkirin. Rê li wesayitan hatiye girtin û mirovên bi peyatî jî derbas dibin tên kontrolkirin.
Tê payin ku parlamenter û hevşaredarên HDP’î li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyekê ragihînin. Girseya gel li hev kom dibe. Di nav de parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Nûsrettîn Maçîn, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Kemal Pekoz û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî hene.