AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku nehiştin biçe ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê banga yekîtiyê li gelên Kurd û Tirkiyeyê kir.
Guven got, “Gelê Kurd li dijî vê darbeyê li ser piyan e, li her qadê berxwedan heye.”
Guven anî ziman, gel li dijî tevdîrên polîsan û polîtîkayên qirêj li ser piyan e û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi yekîtiya Kurdan, bi tifaqa Kurdan heye. Guven destnîşan kir ku divê Kurd li çar parçeyan li ber xwe bidin.
Guven got, “Me çi bi dest xist bi berxwedanê me bi dest xist. Mîna li çar parçeyên Kurdistanê. Bi pêşengiya gelê xwe divê em li çar parçeyan bibin yek û li ber xwe bidin. Banga min e; tevî ku ev yek li Tirkiyeyê tê kirin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Divê em li qadan bin. Tayyîp Erdogan di 15’ê Tîrmehê de bang li her kesî kir ku dakevin qadan, ji ber ku darbe hate kirin. Niha jî li sê bajarên Kurdan darbe hatiye kirin.”
Guven diyar kir, AKP û MHP tengav bûne û got, “Ji çar aliyên dinyayê nerazîbûn li dijî qeyûman hate nîşandan. Li Tirkiyeyê jî gelek kes li dij rawestiyan. Em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin, dereng nemînin, piştevan bin, îro li me hate kirin, sibe wê li we bê kirin. Gelê Kurd qeyûmê li dijî îradeya xwe qebûl nake. Gel di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anî, îradeya xwe û biryara xwe nîşan da.”