AMED – Polîsên rejîmê êrîşî meşa li Ofîsê kir. Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran ê di nav çalakgeran de bû, polîsan êrîşî wî kir. Parlementer Tûran rakirin nexweşxaneyê.
Di dema êrîşê de parlementer Remziye Tosûn jî ji ser hişê xwe çû û ew jî rakirin nexweşxaneyê.
Dema ku meş didomiya, hejmara kesên hatine destgîrkirin jî zêde bû. Parlementer ji bo ku kesên hatine destgîrkirin serbest werin berdan, li Ofîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Kesên hatine destgîrkirin xistin otobusa girêdayî şaredariya bajarê mezin, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî vê rewlê da û got karê destpêkê yê qeyûm wesayîta şaredariyê kiriye wesayîta destgîrkirinan.
Çalakiya protestoyê saet 16:00’an bi dawî bû. Lê tê payîn ku bi pêşengiya jinan saet 17:00’an daxuyanî were dayîn.