RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Xwezayîbûna mirovane hîn di berê de ango kevn de hatiye çewisandin, biyanîkirin û her wiha veguherandina li gora berjewendiyên xwe tê jiyîn. Hindek têkilî weke pênase nêzî azadiyên e. Lê kesayetên wisan nînin. Mirovên Efrîqî zêdetir nêzîkê şêwazê têkiliyên xwezayîn e. Lê em ji dîrokê baş dizanin ku ev xwezayîbûn piştî demek pir kurt û şûnde çawa vegeriyaye desthilatdariyekî û asta milkiyetê û her wiha veguherandineke çawa jiya ye.
Di rastiya civaka roja me de, di pîvanên kesayetêde xwezayîbûnî zêde bi bandor nîne û ji cewherê xwe vala bûy e. Li dewsa wî têkiliyên hema hema ji her taybetmendiyekî wî bêhna civaka çînî tê û bi vî awayî jî seqetî mijara gotinê ye. Ji ber vê çendê ancax dema bi azadiyê re bibe yek xwezayîbûna mirov dikare wateyek îfade bike. Ev jî, ne xwezayîbûnekî di wateya hovîtiyêde, xwezayîtiyekî pêşketi ye. Di vê wateyê de em dikarin xwezayîbûna sosyalîzmê, bi bihûrandina rêgezên civaka çînî daye pêşxistin û bi kesayeteke azad û pêşketî ve kirina yek re bi nirxînin. Kesayeta sosyalîst, kesayeteke ku taybetmendiyên xwezayî yên civaka çînî perçiqandî ji nû ve qezenc kiriye ye; lê ne mîna mirovên kevneperest, mîna mirovên pêşketî jiyan kirina vê ye.
Têkiliya dinavbera xwezayîbûn û azadiya sosyalîst de dikarin wisa ava bikin. Ji xeynî vê ez gengaz nabînim ku mirov di çerçeva civaka çînî de xwezayî nêzîk bibin. Teqez li ser bingeha bandorên pergalê de dikevin nava nêzîkatiyên wisan. Hinek kes di bin navê nêzîkatiyên xwezayî de çi qasî xwe pêşkêşê piyasayê bikin bila bikin, dê nikaribin ji xeynî qirêjiyên kapîtalîzma emperyalîst û qirêj kirina van peyvan yan jî reklama wan kirinê wêdetir, bibin xwedî wateyekê. Xwezayîbûna heyî ango mewcût reklam e.
Em baş dizanin ku dinava şêwazê jiyana kapîtalîst-emperyalîst de reklamgerî çi qas pêşketi ye. Xwezayîbûnê pir îstîsmar dikin. Dixwazin xwezayîbûnekî tine, weke pir pêşketiye bidin nîşandan. Halbiki di vê mijarê de dirûtiyeke tam mijara gotinê hey e. Hişke, pîvanên wê di xizmeta milkiyetêdeye û li ser bingeha kuştina xwezayê ye. Azadbûna şoreşgertiyê dikare bigihije xwezayîbûn ê. Di vê navberê de têkiliya xwezayî, eleqeya xwezayî û bi xwezayê re aşitiyane jiyan kirin, ancax dema mirov bi xwezaya xwere dinava aşitiyê debe dikare gengaz bibe. Di vir de ji feraseta mal û milk dûrketin û bi leza îfadekirina xwe bi awayeke azad di zayendîtiyê de jî, dikarin bigihijin xwezayîbûnekî diyar û astekî em behs dikin dibêjin, têkiliyên azad û xwezayî.
Di vê wateyê de li dewsa dirûtiya di têkiliyan de, çewsînerî û şaş bikaranînê, di xwezaya mirov de weke heyîneke xwezayî, lê di şertên civakê ya azad de bi ji nû de afirandinê re, di vê mijarê de zêdetir bi awayeke xwezayî dikarin munaqeşe bikin. Di vê wateyêde dê, zayendîtî (cinsellik) ji koletiyê rizgar bibe û azad bibe. Bi rastî jî ev pirsgirêk pir zêde pêwîstiya xwe bi tekoşîna şoreşgerî û hewldanan heye. Ji dervey vê bi xwezayîbûnê gerandin xwe xapandine, ev jî kesayetê dibe dirûtiyê û dinava sînorên pergala heyîde, dibe xwe xapandina kesayet ê. Ev guftugo, bi taybet tam wek ku heyî derbasê romanan nabe. Ev guftugo, dema kesayetên romanan digrin dest, ji pirsên divê xwe bispêrin kîjan tehlîlan û pênaseyan re zelalbûnê bîne, tên kirin. Em binesaziya nêzîkatiyek çawa ji têgînên bingehîn re, ji kesayetên bingehîn re avadikin.
Em çiqasî ev nêzîkatiya azadiyê di partî de bi bandor bikin, dê ên ku koletiyê jî, bi ziravî ferz bikin hebin, heta dê pevçûnên mezin jî bidomin. Ji ber ku kesayetek xwediyê pir meylan ji bo lewaziyên xwe, desthilatdariya xwe, awantajên têkiliyan û hêza partiyê bide bikaranîn, dikarin her cûre qurnazî û çewsandinê bikin. Ew tiştên ku ez didim we ji bona ku hûn ji bo başiya partî bi encam bikine didim.
Di meşa azadiyê de cî û şêwazê jin, digihije vekirîbûnekî. Bi kurtahî dê li ser bingeha van tehlîlan meş ber bi paşerojêve çêbibe. Em dikarin bidin xuyakirin ku dê ev tehlîl jêdertî ji wêjeyek re bike, ji bo vê mijarê jî, gelek agahi hatiye dayîn, heta çerçeva wê jî, hatiye xêz kirin û dikare ji viya şûnde wê bibe riyên çareseri yê. Em hewl didin ku viya bînin astekî wisan sexlem ku neyê red kirin û çelexwarkirin.
Ji ber ku hindek şexs pir zêde bi vê mijarê lîstin. Li dewsa ku bi hevalên mêr re guncavê rihê van tehlîlan yekîtiya jiyaneke azad û tekoşînê esas bigrin, ên ku rêyên vala derxistinê ferz kirin jî, kêm nebûn û ev hîna jî, pir zêde heye. Ji lewma, em çiqasî çerçevê sexlem bidin rûnişkandin û şêwaza wê deynin holê, dê destkeftî jî, ewqas mezin bin.
Rewşa hev ne qebûl kirina jin, îfadeya koletiyê ye. Gelekî xwe birêxistin nekiriye çiqas koleye, weke zayenda xwe birêxistin nekiriye jin jî, ew qas kole ye. Ger hûn neçin rêxistinbûnê, hûn dê nikaribin têbikoşin. Weke zayend (cins) pirsgirêkên hevbeş nedîtin, di wê mijarê de neçûyîna şiyarbûnekî, ji lewma jî neçûyîna rêxistinbûnê û her timî bez berbi hakimiyeta mêr ve, jiyankirina koletiyê ye. Sedema şêwaza jiyana we her timî berbi bêhêziyê û pêvekbûnêve (bağimlilik) dibe, ji qîmet nedayîna rastiya xwe û nasnameya xwe ye.
Artêşbûna jin di vê wateyêde bi gelemperî îfadeya rêxistinebûneke.Hîn zêdetirîn pirsgirêkan dîtin, gihiştina azadiyê ku ji xwe armanca herkesêye, pêşdîtina gihiştina wê, ji bo wê xebat kirin û vegotina rewşa hêza wê ya rêxisti ye. Divê ji niyeta azadiya yên ku pêwîstî bi viya nabînin guman were kirin. Di çareserkirina pirsgirêkên xwe yên azadiyêde hûn bi serê xwe nikarin ti tiştekî bikin; ne gengaze ku bi serê xwe gihiştina azadiyê çêbibe. Nebûna fermandarên jin, dide nîşandan ku şerê wekhevî û azadiyê bi desthilatdariya mêr dimeşe û nîşaneya ne tam azadbûna jin e. Ji ber vê çendê me da xuyakirin ku divê artêşbûna jin wek amûrekî îspatkirina azadiyê were têgihiştin. cinseke xwe birêve nebe, cinseke koleye, çîneke xwe birêve nebe çîneke koleye û her wiha netewek xwe birêve nebe, neteweke koleye. Ango dê ev qas jin hebe, bes dê yên didin meşandin hindek din bin. Eşkereye ku di vir de bêhevsengiyek û newekheviyek heye.
Ev, dide nîşandan ku gihiştina azadî û wekheviyê hêja pêşneketiye. Em ji ber vê çendê destnîşan dikin ku pêwîste hem jin xwe bi artêş bike û birêve bibe, hem jî bi mêran re bi şêweya yekîneyên wekhevî û azadiyê xwe bide meşandin. Riya herî guncav a derketina fermandarên jin jî, ev e. Ji lewma hindek nirx dayîna artêşê, amûra derxistina hêza wê ya rast e. Hûn dê hêza xwe bizanibin. Bi hindek din ve ne hatina girêdan dê we zêdetir teşwîqê têgihiştinê bike û wesfên we derbixîne holê. Artêş bûneke dispêre desthilatdariya mêr, li gel xwe newekheviyek û pêvekbûneke mîsoger tîne; ev mîsogere ku derfet nade nêzîkatiyeke azad.
Ev weke çareseriyeke bi bandor a cara yekeme ku em li pêş dibînin û ji bo di azadiyê de em gaveke din li pêş biavêjin mijareke herî zêde di ber de ked were xerç kirinê di nirxînin. Me danî holê ka bê rast nêzîkatî ji şerê azadiyê re çi qas girîng e. A ku nikare li ser îradeya xwe serwerbe, dê di encam de bikeve rewşekî pênc qirûşan. Ên ku hêza xwe ji lewaziyên hindek din digrin, dê teqez rojekî xwe bidin dest. Ango di vir de rastî nayên nixûmandin û zû-dereng çiqasî nirxekî azadiyê îfade dike, dê deyne holê.
Ez dibêjim cinsê xwe biparêzin, lê li dewsa ketina rewşeke pir xirap, mîna rahîbeyek bûn, ji bo rizgariya cinsê xwe wekî milîtanek şer kirin a herî hêja ye. Li dewsa hûn bibin belayeke wisan a mêr û kelemek, bûyîna jineke milîtan a egîd herhal divê kareke herî xweşîk a cîhanê be. Azadî ji bo gelê me çiqasî bi nirxbe, di şêwazeke rast de ji bo cinsê jin jî, wisaye, heta ji bo jin hîn zêdetir pêwîst e. Ev di heman demê de xweşîkbûn, egîdî û serketine. Hûn dê çima viya nexwazin? Di vê mijarê de têgihiştineke we ya teng ango ziwa he ye. Divê hûn vê têgihiştina xwe ya teng derbas bikin. Ji ber ku ti tiştekî nade we.
Çima zanistiya cinsî, rêxistina cins ne be? Ev ji artêşê cudaye, ez nabêjim dinava artêşê de artêşek be. Hîmên rêxistinê, hîmên artêşê, hîmên şer bi giştî ji bo herkesê derbasdar e. Lê ji bo artêşbûn û partîbûna we rêxistinkirina xweser a azadiya cinse xwe, bîzat rêxistinkirina kesayetên xwe û zanistiya xwe jî, pêwîste. Jineke paşverû, a negihiştiye azweriya cinsê xwe ya ji bo azadiyê û negihiştiye îradeya wê, nikare bibe endamek baş a artêşê.
Ger di nav we de ya bixwe bawer hebe, di rêxistinkirina rizgariya jin de neçare ku nazik ango hesas be. Bi taybet hûn neçarin ku keçên ciwan, jinên nezan, jinên kole teqez pêşbixînin. Divê em azadiyê bi wan bidin naskirin. Ev jî, ji mêran, ji mêrên rêveber zêdetir wezîfeya şervanên jinên azad e. Divê hûn bixwe parastina azadî û kesayeta xwe bikin. Ên herî nêzîkê we jî bin, evîna we jî be, eşkereyeku dê we, ne parêz e. Ev, dikarin di rojek de xiyanetê bikin. Pîvanên wan nîne, hêj ne gihiştine têgihiştina azadî û girêdaniyeke rast.
Çawa dibe ku hûn hema bawerî bi van şexsiyetan tînin û têkilî çêdikin? Divê di vir de tekoşînekî me yê bihêz heb e. Jinê hem di warê hêjmarî de tevlî partî kirin hem jî prensîban û dîsa hîmên rêxistinê danîna holê girînge. Xwe li ser wê bingehê bistirin ango bipijin û amade bikin. Bila têkiliya we bi mêran re jî hebe, bes bila têkiliyeke rêzdar be.
Hûn tekoşîna azadiyê sivik dest digrin. Lê çekên ku ji were hatine dayîn binirxin. Ev ji bo hûn nasnameya xwe bibînine. Wisan birêxistî bibin da ku kes nikaribe we bi perçiqîne. Bila pîvanên we yên xweşîkbûnê heb e. Di mêr de li pîvanên egîdiyê, pîvanên wekheviyê bigerin. Mêrê ku tenê bispêre hêza xweya rêveberiyê û bixwaze we bikarbîne, ew dijmin e. Heta ku nebin şervanên azadiyê ya wisan di biriqin, herwiha heta ku hûn nebin xwediyê kesayetekî ku xwe di her aliyekî de dibîne, ji we hezkirin rast nabe.
Nêzîkatiya zayendî ya çors xetere û ew jî nayê pejirandin. Pîvana ku Rêbertî bi gelemperî dişopîne, eve. Ji bo jin pîvanên Rêbertiyê pîvanên rizgariyê ne. We viya cidî negirt. Ger ez jî bim, pêşketinên we yên azadiyê asteng dikim, hûn dê helwest pêşbixînin. Rêbertî di vê mijarê de kedek xerç kiriye. Çi bi riya dahûrandinan be, çi jî bi riya pêkanînan be, birastî jî tekoşîneke bi bandor me daniye holê. Rê nîşankere, hişyarker e. We berbi hêzeke ku diyarkirina çarenûsa xweve, daxwazên xwe anîna ziman ve û jiyanê xistina bin biryar ve dibe. Hûn dê van derfetan binirxînin. Hûn dê fersend ji jin û mêrê ku dixwaze bi we bilîze re nedin.
Wê bidome…..