NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Yekîtineyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên dewleta Tirk daxuyanî. YRK’ê eşkere kir ku balafirên şer ên Tirkiyeyê bi hevkariya balafirên keşfê çiyayê Asos bombebaran kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn;”Demeke êrîşên dewletên dagirkerên Kurdistanê li ser Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê zêdetir û dijwartir bûne. Heta niha ne tenê hêzên şoreşger û pêşengên gel, tevahiya gelê Kurd û destkeft û berjenwediyên li cihî be dikin hedef. Bi taybet rejîma dagirker û faşîst a Tirk li her çar parçeyên Kurdistanê qet cudahiyê naxe di navbera Kurdan û dest ji êrîşên xwe bernade.
Divê çarçoveyê de, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din çiyayê Asos yê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di 17’ê Tebaxê de şev saet di 10 heta 10.15’an de balafirên şer ên dewleta Tirk bi kordîneya balafirêş keşfê çiyayê Asos bi dijwarî bombebaran kirin.”