MEXMÛR – Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) dagirkirina şaredariyên bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wanê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin. Daxuyanî li Saziya Tevgerên Ciwanan a Mexmûrê hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Ciwanan a Mexmûrê Leheng Kara ve xwendin û di daxuyaniyê wiha tê gotin: “Em di pêvajoyekî hebûn û tunebûnê re derbas dibin, poliîtîkayên dewletên navnetewî di xwazin bi siyaseta xwe gelê Kurd û Kurdistanê tune bikin. Li Şengal, Mexmûr, Başûr, Bakûr û li kuderê Kurdek heye dixwazin tune bikin. Dixwazin bi komkujiyan re bidin derbas kirin. Bi taybet dijminê dagirker û faşîzma ku AKP û MHP’ê pêşengiya wê dike, dîsa bi rêya qayûman dixwazin nefeseke ku gelê Kurd standî bi rêya van qayûman dagir bikin, bê nefes bihêle û dixwaze gelê Kurd bi komkujiyan re derbas bike.”
Kara axaftina xwe wiha berdewam kirin û got: “ Dijminê Kurd dixwaze hebûna xwe bi tunekirin û komkujiya Kurdan bide berdewam kirin. Ji bo vê yekê jî divê ku em wek ciwan rê ne din vê yekê û li pêşiya vê yekê bibin asteng. Divê ciwanên Kurd li her qadê pêşengtiya serhildanê bikin.”
Endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr Leheng Kara bi bangekê dawî li axaftina xwe anî û got: “ Em bang li tevahî ciwanên li Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat û Ewrupa dikin ku ji bo em li pêşiya van êrişên dagirkeran bidin asteng divê em rabin ser piyan û çiruska serhildanê bilind bikin.”
Daxuyanî bi duruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Berxwedan Jiyane’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.