SILÊMANİYÊ – Berpirsê Ciwanên Goran Zeyim Cafer di derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û wiha got; “Wek ku tê zanîn ev demeke dirêje dagirkeriya dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, em wek Ciwanên Tevgera Goran van êrîşên hovane şermezardikin. Ev êrîş dijî Mirovahiyê û Zagonên Civakiye. Me jî li hemberî vê dagirkeriyê helwesta xwe danî û em van êrîşan bi tu awayi qebûl nakin û divê li her çar parçeyê Kurdistanê aşîtî pêk were”.
Cafer di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman; “Dewletên dagirker yên ku dixwazin axa Kurdistanê dagirbikin û di heman demê de leşekerên dagirker dişine li ser xaka Kurdistanê dixwazin êrîşên hovane pêk bînin, li belê em wek Ciwanên Kurd li hember van êrîşan bêdeng namînin û em ê heta dawiyê jî li berxwebidin. Banga me ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê heye ku werin tevlî vê berxwedanê bibin.