AMED – Berdevkê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û parlamenter Garo Paylan, Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosûn, Semra Guzel û Mûsa Farisogûllari li ber avahiya şaredariya bajarê mezin a Amedê li hev kom bûn. Di demeke kurt de hejmara beşdarên çalakiyê zêde bû.
Tê payin ku HDP’î daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihînin. HDP’î ji 19’ê Tebaxê dema desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin û vir ve her roj çalakiyan dikin.
Wekîlên HDP’î Pêncşemê sê caran li hev kom bûbûn û çalakiya rûniştinê kiribûn.
Avahiya Şaredariyê û derdora wê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine dorpêçkirin.
Di çalakiya şermezarkirinê de ya Çarşemê polîsên Tirk bi tundî êrîş kiribûn û wekîlên HDP’î û rojnamevan jî di nav de li gelek kesan xistibûn û zêdeyî 10 kes jî destgîr kiribûn.
Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’ê di 19’ê Tebaxê de bûbûn hedefa hêzên rejîma Tirk û hatibûn desteserkirin. Li şûna hevşaredaran qeyûm hatibûn tayînkirin.