AMED – Li Amedê di 19’ê Tebaxê de roja ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin polîsan operasyona hemwext li dar xistibûn û 84 kes binçavkiribûn. Li 29 bajaran operasyon hatibû li darxistin û bi tevhaî 418 kes hatibûn binçavkirin. Li Amedê ji 84 kesên hatibûn binçavkirin Edîtora ajansa Mezopotamya Ziyan Karahan jî di navde 40 kes hatin berdan û binçavkirina 44 kesan dirêj kirin.
Ji 40 kesên di navde Edîtora ajansa me ya Kurdî ya Mezopotamya Ziyan Karahan jî heye piştî sewqî edliyê kirin, li dadgehê bi şertê “Kontrola edlî” serbest hatin berdan.”
BINÇAVKIRINA 44 KESAN DIRÊJ KIRIN
Dozgeriyê bi hinceta ku delilan kom bike der barê 44 kesan de biryara dirêjkirina binçavkirinê da û pêvajoya binçavkirina 33 kesan 4 rojên din dirêj kir. 44 kesêndin dîsa sewqî Midûriyeta Polîsan a Amede kirin.
44 kesên binçavkirina wan hatin dirêjkirin wiha ne: Abdulhalik Eyyupoglu, Alî Îhsan Karahan, Avniye Tanrıkulu, Ayhan Ateş, Behçet Îne, Cuma Alî Kaya, Çîgdem Ektî, Ercan Akto, Feyzi Demîrkiran, Feyzî Işik, Gonul Ogur, Habib Akinci, Hatice Makas, Huseyîn Aguzsoy, Îlhamî Yurek, Kemal Baran, Keskîn Bayindir, Mahmut Dag, Mahmut Ulus, Mahmut Yokuş, Mehmet Ayaz, Mehmet Bakir, Mehmet Dogan Unal, Mehmet Esen, Mehmet Gunduz, Mehmet Nesîh Guleç, Mehmet Suslu, Mehmet Uzel, Muzaffer Ulaş, Necmettin Burakmak, Recep Adsay, Sakîne Karadenîz, Seher Tumer, Sercan Dogan, Sevîm Bîçîcî, Suat Aslan, Şehmus Doku, Şemsettin Yilmaz, Tarik Zafer Yazigan, Tumen Anli, Vedat Dag, Velî Mutlu, Zahît Çiftkuran, Zelal Bîlgîn.