WAN – Li Wanê dema çalakiyên protestoyî yên li dijî darbeya rejîma Tirk a li ser şaredariyên Kurd polîsên Tirk ên dagirker êşkence li kesekî bi nexweşiya şîzofreniyê kirin. Ev bûye mijara darazê.
Piştî ku dîmenên êşkeneyê li ser medyaya sosyal belav bû Baroya Wanê bi bi navbeynkariya Pz. Mahmût Kaçan û Pz. Hamza Çîftçî gilih kir.
Baroya Wanê xwest polîsên dagirker ên ku êşkence kirine werin girtin û tevdîra destgîrkirinê li ser wan were danîn.
Polîsên Tirk ên dagirker li Kuçeya Hunerê ya Wanê êşkence li kesê bi navê Firat Koç kiribûn.