RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Bi van tevan tênegihîştin ecêb e. Dîsa didim diyarkirin, hinek qet naxwazin têbigihîjin. Ger tênegihîjin, ev tev wê bên gotin û hem jî pêwîstekên wê bêne bicîanîn. Bi misogerî emê li xwe bêrêzdarî nedin kirin. Baldar bin: Ez hê jî çawa dijîm, ez li ku dera jiyana civakî me? Li ciyekî ez jî milîtan im. Milîtan li ku dera jiyana civakî ye, bi kîjan pirsgirêkên jiyana civakî re mijul dibe, di kîjan astê de seyr dike? Bi vî halî xwe jî, xwe bi hêsanî naecibînim. Ez hizir dikim ku hindek behremendiyên min derketine rastê. Di nava civakê de, li pêşberî gel, kesayetiyên wek we, li pêşberî mirovên ji her nijadî qîmeta ku tê dayîn heye. Lê ez bi vê baş amil nîn im, xwe di şûngeheke pir nebes de dibînim. Tim û tim li serê diramim. Ji xwe re dibêjim, ka baştirîn çawa dikarim derxim rastê. Çima? Divê li ser vê bê hizirandin. Her ku em hewqas gohdarî dikin, Her ku hewqas em digirine balê, tevî ku rasteqîna me hê jî wisa be, divê hindek encamên ku hun jê derdixin hebin. Kar hewqas hêsan nîn in, jiyan hewqas hêsan nîn e. Hunê bi jiyaneke azad û ku tê pejirandin têbigihîjin.
Hun çima bûne şoreşger? Şoreşeriyeke bi curê PKK’ê da ku bê pejirandin, qasî mitlaq têgihîştina ka jiyan çawa tê qetilkirin, ger berdewamkirina jiyanê tê xwestin, di hundirê sînorên azadiyê de hem zanebûn û pîlan, hem jî bi hewldan pêwîst e çawa bê pêşdebirinê, divê hun pêbawer bin ku karibin di nava partiyê de bijîn. Nexwe wê jiyan bibe îşkenceyeke mezin; di asteke pir bêesil, bêberpirsiyarî, weke serserî û xwe kirina bar de bê jiyandin û ev qet nayê pejirandin. Dahûrînên partiyê, dahûrînên artêşê û yekser dahûrînên têkoşînê, di bingeh de tê wetaya têgihîştina jiyana me di nava PKK’ê de. Hun ji min ne zêdetir aqilmend in û ji min zêdetir mafên we di jiyanê de nabe. Jixwe ya ku derdikeve rastê jî, hindek ev e. Mafê jiyanê li ku derê ye? Mafê jiyanê mafê şer e, mafê çalakiyê ye. Mafê çalakiyê, mafê rêxistinê ye; mafê rêxistinê jî, mafê perwerdehiyê ye, maf û peywira xwe çêkirinê ye. Ev jî di bingeh de ji peywirê zêdetir mafek e.
Ez vê bigihînim zelaliyê: Hun partîbûnê weke peywirekî neçarî û çalakiyê jî weke peywirekî tênegihîjin. Divê hun bi çavên mafê pîroz lê binerin. Maf çi ye? Maf, kiryarek e ku mirov herî zêde dixwaze, şêwazê heyinê ye. Yanî mafê we yê bûna rêxistinê heye; mafê we yê çalakî çêkirinê heye, ne peywira we. Peywir hindek diviyatî û dana çêkirinê di hundirê xwe de peyda dike. Di bingeh de hatina we ya vê rewşê pêk nehatiye ango beriya vê divê hun weke mafekî têbigihîjin. Hun bibêjin, “çi bextewarî ye ku mafê rêxistinbûn, partîbûn û çalakiyê bi min hate dayîn!’’ Jixwe ger hun bala xwe bidinê, min bigirin dest, hinek şervanên di nava me de dibêjin, “mafê bi çekbûyîn û rêxistinbûnê mafekî mezin e!’’ Tebî hinek jî dest datînin ser mafê, wisa talankarî dikin. Ev cuda ye. Tê wê wateyê ku bi partîbûn û di bingehê PKK’ê de mezinbûnê weke mafetî têgihîştin û dayîna vî mafê jî, divê di vê çarçoveyê de bê bidestgirtin. Piştre weke peywirekî têgihîştin gavekî duyemîn e. Peywira her kesî ye; çalakî, rêxistinkirin û bi rê ve birin piştî vî mafî te.
Ger bê dîqatkirin, ev tev weke pêwîstekên jiyaneke xedar hate daxistin, ne diviyatiyek e. Ji neçariyê wêdetir (ev jî heye) dilitî û erezûyeke mezin mijara gotinê ye. Wekî din riyeka me nîn e. Ev hemû hinek jî dibine puxteya PKK’ê. Dibine hîmê PKK’bûyînê. Yên ku vê pêk nayîne, yên ku bi PKK’bûyîne wisa tênagihîje, di babetên din de çiqas bibêje pêşketî me, di bingeh de vala ye. Yekî wisa nikare bibe PKK’yî ango zû-dereng wê bibe bela, bibe helperest û halantêderek jê derkeve.
Ez hizir dikim ku êdî em dest bi têgihîştina hinek tiştan dikin. Di aliyê rasteqîna civakî de, hun dibêjin tiştên bên ronahîkirin hene. Her hal hun asta têkiliyên nava refên partiyê û jiyana civakî tevlîhev dikin. Da ku zelal bibe me vana da diyarkirin. Jiyana me di aliyê hedefan de û di aliyê pergalekî çawa de civakî ye. Armancekî xwe yê civakî heye. Lê vê gavê bûye jiyaneke bi ponijîn a siyasî û heta leşkerî. Yanî di jiyana me de armanca civakî heye, heta em ji bo armanca civakî ya herî azad hene. Lê ji bo gihîştina wê jî, di vê gavê de em siyasî ne, ji vê jî wêdetir di vê gavê de em tam leşkerî ne. Çima ? Ji ber ku di bîçimekî erjeng de em siyasî û leşkerî nebin, em nikarin bigihîjin armanca jiyana civakî. Ma pêwîstî heye ku em van têgînan ronahî bikin û pêş bixin? Têgihîştina we wê zor nebe. Ji ber ku bo gihîştina jiyana civakî azad, bi misogerî divê di asteke bilind de jiyana leşkerî bê jiyîn.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN