NAVENDA NÛÇEYAN
Yek ji pêşengên Serhildana Dêrsimê ku bi Seyîd Riza re kar dikir û mohra xwe li dîroka tevgera Kurd û Kurdistanê daye, Mihemed Nûrî Dêrsimî bû.
Mihemed Nûrî Dêrsimî yek ji sembolên tevgera Kurdî û rewşenbîrê Kurdan e. Dêrsimî di bihara 1883’an de li gundê Exzonîkê yê girêdayî wîlayeta Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî ji eşîreya Mella û dayîka wî jî ji eşîreya Milî ye.
Dêrsimî sala 1911’an derbasî beşa Tenduristiya Sewalan a Zanîngeha Stenbolê bû. Wê demê Komeleya Aşiqên Kurdistanê ava kir û piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê wekî berpirsyarê leşkerî li ser sînorê Azerbeycanê hate erkdarkirin. Piştre jî ji ber helwestên wî yên neteweyî ji kar hate derxistin.
Li gel Şêx Seîd û Seyîd Riza kar kir
Sala 1921’an piştî ku gelek gavên şoreşgerî û siyasî avêtin, dewleta Tirkiyeyê li dijî wî biryara bidarvekirinê derxist. Wê demê, ew vegeriya warê xwe Dêrsimê û amadekariyên Serhildana Koçgirî ya 6’ê Adara 1921’ê kirin. Di vê serhildanê de zêdetirî 500 kesî ji xelkê Dêrsimê şehîd bûn.
Nûrî Dêrsimî ji ber ku beşdarî Serhildana Şêx Seîdê Pîran bûye û ramanên Şêx Seîd belav dikirin, gelekî nêzî Seyîd Riza bû. Di Serhildana Şêx Seîd de her wiha ji bo yekîtiya eşîreyên Kurd û rakirina nakokiyên di navbera wan de kar dikir. Piştî serhildana Şêx Seîd wî li rex Seyîd Riza kar dikir.
Bi roleke pirr girîng radibû
Bi zêdebûna şîdeta dewleta Tirk a li dijî Kurdan, Dêrsimî ji bo xurtkirina têkiliyên bi derve re, her wiha wergirtina piştgiriya ji derve, hat peywirdarkirin.
Nûrî Dêrsimî li rex Seyîd Riza û Elîşêr di serhildana Dêrsimê de cihê xwe girt. Di navbera salên 1937 û 1939’an de beriya ku dewleta Tirk wê bişkîne, bi roleke pirr girîng rabû. Dewletê wê demê bang li pêşengên serhildanê Seyîd Riza kir û ew anî ser maseya danûstandinan. Dewletê piştî ku gelek komkujî kirin û tê de zêdetirî 14 hezar kes şehîd bûn, ew xapandin. Seyîd Riza bi hinceta danûstandinan anîn, girtin û bidarve kirin da ku dawiyê li serhildanê bînin.
Li Helebê bi cih bû
Mihemed Nûrî Dêrsimî sala 1939’an ji Dêrsimê koç kir û derbasî Sûriyeyê bû. Piştre jî berê xwe da Urdinê. Herî dawî sala 1940’an li taxa Mehetet Bexdad a bajarê Helebê bi cih bû.
Dêrsimî li mala xwe ya li Helebê têkoşîna xwe ya ramyarî dewam kir û hemû ronakbîr û rewşenbîrên Kurd li hev civandin. Li wir pirtûka bi navê “Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim” derxist û tê de hemû sûcên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd nivîsandin û bi belge kirin. Yekem car ev pirtûk li Helebê sala 1952’an hate çapkirin.
Kulmek ji axa Dersimê
Nûrî Dêrsimî û ronakbîra Kurd Rewşen Bedirxan sala 1956’an Komeleya El-Marûfa we el-Teawin El-Kurdî ava kirin da ku çanda Kurdî belav bikin.
Li Sûriyeyê yekemîn partiya Kurd “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê” ku sala 1957’an hat avakirin, Nûrî Dêrsimî di nava refên vê partiyê de li rex hevalên xwe wekî endamekî rêveber cih girt û têkoşiya.
Rewşenbîr û têkoşerê Kurd Mihemed Nûrî Dêrsimî 22’yê Tebaxa 1973’an koça xwe ya dawî kir û li Efrînê li goristana Zareta Henan hat veşartin. Wesiyeta wî ya dawî ew bû ku li rex gora hevjîna xwe were oxirkirin û pêre kulmek ji axa Dêrsimê û pirtûka wî jî hebin.
Bangawaziya DR. Nûrî Dersimî ji bo ciwanan:
Ey ciwanê Kurd! Ey kurê miletê ciwanmerd ku te zilma sedsalan rakiriye, guh bide min! Dema ji bo mirovahiyê şeveq hilat, tîrêjên wê yên pêşî li eniya nijada te ya serbilind da. Ew nijada tu jê çêbûye, ji derya Hindê heta bi Qefqasan, ji keviyên rojhilat ên asya biçûk heta asya navîn li çiya û zozanên bilind ên bi tevik e. Dîroka te, dîrokeke domdar a destanên qehremaniyê ye. Ji ber ku ti zarokê miletekî ji çil salî zêdetire, ji bo hebûneke azad û bi namûs şer dike û îro jî ji vî şerî bêzar nebûye. Xwe nade paş, li ser me hemuyan deyne, em jiyana kurdan ya doh û îro ya bi firtofe û barozan bizanibin, çavkaniya êşên kişandinê û sedemên felaketên bi serê wan de hatine nas bikin û dek û dolabên dîrokê li serê wn gerandine bi jîrî hûrbikolin. Ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo mayîna xwe bergiriyê bike, ti miletî bi qasî me nikarî bû demdirêj û domdar şer bike, di dîroka me ya dûrûdirêj de ti hêzê nikarîbû bikeftinê bi me bide qebûlkirin. Serê kurd, mîna çiyayên wî yên herî bilind her tim berz bû û li ber ti dagirkerî xwe xwar nekiriye.
Heqîqeta jiyan û mana kurdan ev e, û îro jî heqîqeta kurdan li ser riya wê ne ev e. Ji ber ku kurdan dev ji berxwedana man û nemanê bernedaye, binketin qebûn nekiriye, biryar dane di nava refên miletên cîhanê de bimîne. Kurd ew miletin ku dixwazin bijîn û dizanin ji bo jiyanê bimrin. Ey keça kurd, Ey xortê kurd, divê haya dinyayê ji vê biryara te hebe ! Her hebûn bixwaze bijî divê şer bike, li ber xwe bide. Her miletê dixwaze li ser rûyê dinyayê çihekî xwe hebe divê biçenge. Ev pîvaneke xwezayê ye, naguhere. Di çîhanê kimyawî, nebatî û heywanî de ev qanûneke dijwar ya hebûnê ye, şer û berxwedan ! Ev qanûn ji bo mirovan hê dijware. Nijan cinawirê dirrinde yê nijada ne. miletê miletan û mirov ji yê mirova ne. Şaristaniya mirovatiyê hê jî nekarî berdêla vê pîvanê bidin, nikarî qanûna şer biguhere.
Ji bo jiyanê îro jî berxwedan divê, ji vê rev mirine. Em, miletekin ku naxwazin bimrin. Kurdan biryara jiyanê dane û wê bijîn. Em dibînin di dîroka me ya dûrûdirêj de gelek nijad, milet û dewletan xwestin kurdan ji mafên wan yên jiyanê mehrûm bikin û bikujin, lê bi ser neketine. Êrîşa bi armanca cîhangiriyê, yên ji rojhilat, rojava, başûr û bakur li keviyê çiyayên kurdan şikestine û li ber biryardariya berxwedana kurdan ji hev de ketine, perçebûne. Hêzên serdest ên rêveçûna dîroka dinyayê guhertin, dawî li hebûna gelek miletan anîn û gelak miletên hemat û hemdemên me di nav ropela dîrokê de hiştin, lê kurdan ti carî dev ji berxwedanê bernedan, li beramberî vê dîrokê, eniya xwe ya xîn jê diçe bilind kirn û gotin:” Ez nemirim, ezê bijîm !”.
Dîroka ti miletî bi qasî ya me xwîn rij nebûye. Welatê ti miletî bi qasî yê me nebûye armanca dagirkeriyê. Ti miletî bi qasî me misêwa şer nekiriye, li ber xwe ne daye. Di nava şert û mercçn gelekî ne di cih de, kurdan sîlah rakirine, çîz nekirine û teslîm nebûne. Tevî ku hêzên serdest bi hijmar ji kurdan zêdetir bûn jî çi caran meydan li wan xwendine, her tim bersiveke kurdan ji bo wan hebû, ew jî “ERÊ” bû. Rêza tevahî doza me, hikmeta tevahî hebûna me, ha di vê gotinê de ye.
Ey ciwanê kurd ku tu hêviya paşeroja netewiya mine, ez vê berhema xwe ya nacîzane, nehêja diyarî te dikim. Ez kurdekim ku li xerbistanê dilê wî bi êşên milî dinale. Ez kurdekî derbederim, rihê wî bi hilatina roja azad û serbixwe ye. Ez zarokekî Dersimê me ku hêviya mehşera întîqamê di zendê te de dibînim û guh bide vê feryada min a tenê bi tenê ji bo te ye ! Ez ji bo te feryad û qêrîna bi hezaran keç û bûka me ku ji bo çilkek neyê ser namûs û şerefa te, li serê kendalên kûr û zinarên bilind ên welêt, xwe avêtin himbêza mirina xelaskar. Ez ji bo te feryad û qêrîneke kûr a kurdên kolekirî me ku îro jî li ber deriyê dijminê te yê nemerd di bin esaretê de ne, her roj her kêlî di her neqrîskekê de dimirin, muqedesat, ziman û milliyeta wan hatiye binpêkirin û biçûk hatine xistin. Tenê û bi tenê gunehekî wan hebû, ew jî ew bû, weke kurd ji diya xwe bibûn û hatibûn dinyayê. Ji ber vê, gulê û sigûyên dijminê qehp hatin kuştin û ji çiyayên kurdistanê yên zumridwarî û zozanê ronak hatin nefîkirin deştên hişk yên Anatolyayê û li wir ji birçîna mirin.
Dema mirinê çavê van xuşk û birayên me girtin, li asoya hêviyên wan tu weke rojekê hilatî. Ji bo te wesiyetekewan a giran heye, wesiyeteke qehar e, û ferman dike. Bi tevahî wesiyet di yek peyvê de civiya ye û ew jî ÎNTÎQAM e ! întîqam ! Ji bo paqijkirina ew çilka ku li namûsa kurdan ketiye. Întîqam ji bo derbirandina feryada bi hezaran zarokên kurdan ên hatine sungûnkirin. Întîqam ji bo derbirandina nalîna keç û bûkên me yên di avêtina nava agir û kendalan de qêrîna wan olan didin. Întîqam ji bo pêkanîna armanca bi hezaran ewladên canbexş yên vî welatî yên taca pekrewaniyê dana serê xwe û li ber sêdaran bi qehremanî silav dan mirinê û bi dengekî bilind gotin” Bijî kurdistana azad û serbixwe”. Întîqam ji bo rizgarkirina welatê niştimandayik ê kavilkirî ku jê re kurdistan tê gotin. Întîqam ji bo paqijkirina welatê kurdan ji laşê lewitî yê nijadê keftar û çeqelên li diyarê kurdan dizûrin. Întîqam ji bo bêdengkirina ewtîna ew kûçikan ku xwe dixin piş qehpê qaşo” şaristanî” jê re tê gotin. Întîqam, Întîqam, Întîqam. Ha wesiyetname ev peyva bi tenê ye ku bi rondikên çavan û xwîn li ser termên pekrewanên em hatiye nivîsandin.
Her kesê bi namûs, her mirovê ku di qefesa sînga wî de dilekî kurd hildiavêje, her ciwanê ku xwîna kurd li rehê wî de diherike, divê vê wesiyetnameyê ji bîr neke. Divê ranezê, bihna xwe nede û bixebite heta vê wesiyetnameyê bi çih bîne. Deynê stûyê me ye ku em li ser rêka ifşên kurdên dîroka doh bi xîna xwe nivîsîn bimeşin.
Emê bi xwîna xwe şeveqa sor a serxwebûna kurd hildin. Emê bi volkanê di can û rewanê xwe de roja ronak û agirî a rizgariya kurdan biafirînin. Dîroka dinyayê li me dinêre. Çavên şehîdên me li ser me ne. Bi hezaran qurbanê me ji bo xwedayê azadiyê bexişandin, li hêviya me ne ku em ji bo wan qebrekê çêkin û ji bo bîranînên wan abîdeyekê deynin. Ew abîde, kurdistana azad û serbixwe ye. Dewleta kurd ya paşerojê wê di nava koma miletan de payeya şerefê bide vê abideyê. Em ruh û rewanê şehîd û pekrewanên xwe şad bikin.
Bijî miletê kurd ê qehreman afirandine, bijî kurdistana azad û serbixwe.