MÊRDÎN – Gelê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûman meşiyan. Piştî Wezîre Karên Hundir di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Amed Wan û Mêrdînê kir, gelê Mêrdîn, Amed û Wanê 6 rojin çalakiyan li dar dixin. Gelê Nisêbinê jî bi armanca qeyûm şermezar bikin bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, endam û rêveberên HDP’ê û Meclîsa Dayikên Aştiyê meşek girseyî li dar xistin û qeyûm şermezar kirin.