AMED – Li Navçeya Pîran a Amedê maşîna zirxî ya polîsên tîmên taybet têde bûn, qulipî. Di qezayê de 6 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Polîsên dagirker ên Tirk yên ku birîndar bûn bi helikopterê rakirin Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Hat diyar kirin ku rewşa 2 polîsên dagirker ên Tirk giran e.