NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê a şehîd Mucahit Yilmaz ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li dijî dagirkeriya qeyûman bi bombeya karên destan çalakî li ser ser dozgerekî lidar xistine.
Koordînasyona DGH’ê der barê çalakiyê ev agahî dan:
“Rejîma faşîst û dagirker a Akp-Mhp bi riya qeyûman şaredariyên gel ê Amed, Wan û Mêrdînê desteserkirin. Li dijî vê yekê Yekîneyên me li Amedê li Toplukonut li dijî dozgerekî bi bombeya karên destan çalakî pêk anîn.
Di 21’ê Tebaxê di saetên evarî de Yekîneya Tolhildanê a şehîd Mucahit Yilmaz li dijî êrîşên dagirker li Amedê Toplukonutê li hemberî dozgerekî dagirker dema ku xweste derbasî mala xwe bibe 2 bombeyên karên destan avêtin wî û bi vî awayî çalakî lidar xistin. Piştî çalakiyê dijminê dagirker qadê xist bin dorpêça xwe, lê Yekîneya me bi awayekî rê û pêk ji herêmê xwe şûnde kişandin. Ev çalakiya me ji bo hemû xizmetkarên Akp-Mhp hişyariyeke û peyameke. Em didin xuyakirin ku çalakiyên me wê mezintir bidomin û piştgirîvanên Akp-Mhp hişyar dikin. Em bêdeng namînin, Em natirsin û em ê li dijmin guhdar nekin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku dakevin qadan û banga li wan dikin ku qadê veguherandinin qada Şer.”