ADÎGEY – Tevgera Ciwanên Kurd ya Rûsyayê li pêşiya avahiya Navenda Çanda Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û desteserkirina şaredariyan protesto kir.
Daxuyanî ji aliyê endamên Meclîsa Tevgera Ciwanan ve hate dayîn û hate gotin ku êrîşa li dijî şaredariyan êrîşeke li dijî nasnameya Kurd e.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Manaf Dadoyev axivî û wiha got; “Dewleta Tirk a faşîst bi êrîşên xwe yên li dijî Kurdan hiqûqa navnetewî binpê dike. Armanca van êrîşan ji holê rakirina nirxên Kurdan e. Divê li dijî van êrîşan serî de Ciwanên Kurd û gelê me berxwedaneke bihêz nîşan bidin. Çawa ku bi berxwedanê me ev nirx hatine bidestxistin divê bi berxwedanê jî were parastin.”
Piştî axaftinan bi dirûşmeyan faşîzma AKP/MHP’ê hate protestokirin.