HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê meşek protestoyî lidar xistin.
Hemleya rêzeçalakiyan a Kongreya Star ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe”, ji bo rawestandina gef û zextên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatibû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya van çalakiyan de Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) daketin qadan û helwesta dewleta Tirk a dagirker bi meşekê şermezar kirin.
Di meşê de bi sedan jin û ciwan ji tevahî sazî û dezgehên civakî yên Herêma Hesekê û navçeyên wê Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temirê, tevlî meşê bûn. Girsê di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hilgirtin. Girseyê ji gundê Elokê yê Serêkaniyê dest bi meşê kir û li ber konê mertalên zindî li navçeya Serêkaniyê Kantona Hesekê wê rawestin.
Meşê bi dirûşmên “Ji dagirkeriyê re na”,”Em ê axa xwe biparêzin” û “Em dagirkeriyê qebûl nakin” dest pê kir.