RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Me di Axaftinên Tirmehê de hinek bingehan danî. Me di salên borî de jî heman tiştan got. Ew rast bûn û niha jî bûne dîrûşme. Hezkirina ku bi welat û çînayetiyê ve nayê girêdan, ne tu tişt e. Ji bo ku girêdan pêk were, helbet pêdiviya hewldaneke puxteyî heye. Di axaftinê de dixwaze, lê di pratîkê de berevajî pêk tê. Wê tu çi bikî ji xort ango keçeke wisa? Têkiliyên wan çend pere dike? Ber bi hezkirinê ve nabe, dikuje, dişewitîne. Tebî ez dibêjim ev, bersîvên ku me ji pirsa “Çawa Bijîn’’ re dayî ne. Rast e, zor e; hezkirin qasî şer zor e. Afirandina hezkirinê, avakirina hezkirinê, pêkanîna jiyaneke ku hezkirinê bingeh digire, tê wateya ji şer bi serkeftin derkitenê. Ev jî beramberê avakirana artêşê, avakirina rêxistinê ye û bi misogerî ji peywiran re bi serkeftin bersîv dayîn e. Piştî wan mafê we yên ji hev û dî re qîmet dayîn û pêşwazîkirina hezkirenê dikare hebe. Çawa ku min got di vê mijarê de durûtî û seransertiyê re zêde cî nîn e. Jiyan ji te re pêkanînê şert dike. Tu pêk bînî dikarî bijî, tu şer bikî dikarî bijî. Her ku jiyan azad dibe, pêwîst e bê hezkirin û mirov jî bêyî vê nabin. Hunê bibêjin hê jî li derdora van pirsan diponije. Lê kê mafê xwe yê jiyanê heye, kê alîgirê azadiyê ye, kê maf û wateya wê didê û kê sexteyên vê ne? Dahûrîn bi şev û roj bi vê ve mijûl dibin. Hun bi navê endamên azadiyê ku ji qadên curbecur hatine, bi pirsgirêkên curbecur derketine û tevlî bûne. Hun, zêde nebûne hêza çareseriyê. Hun dibînin ku, niha rewş hindekî dîtir cuda ne. A rast jî neçar e wisa be. Beriya her tiştî mercên wekhev û azad pêwîst in.
Karekî dî yê ku min kiriye, ji mirovekî re qîmeta herî baş a ku ez berpêş bikim, dayîna fersenda hinekî dîtir azad ramandinê ye. Ev, wê fersenda libatkirina azad bidê, bêyî çespandin û beriya li ser serdestbûnê, wan mercên ku viyana wê/î derdixe rastê biafirîne. Dîqat bikin, a ku em didin hemû gelê Kurd jî ev e. A ku em didin jinan jî ev e: Viyanê derxistina rastê, şerê viyanê. Ev têkûz hate meşandin. Ji ber ku yê viyana xwe nîn e, bêeleqe ye û zêde nikare hezkirinê derxîne rastê.
Me got, canên mirî. Mirov bi bedenên mirî nikare hez bike, ji mirov nayê hezkirin. Dibe ku ji hinekan re ecayîp were, lê di vekirinê de feyde heye. Bedenên piraniya jinên Kurd mirî, bêhnketî, sar û pir bêteşe ne. fîzîka wan hindek wisa ye, giyana wan çilmisî ye. Asta ramanê qet nîn e. Keça gund bigire, keç ango xortê burjuvaziyê piçûk bigire, jê re bibêje bibêje, ne tu tiştek e; qasî tûtî nikare peyvan dubare bike. Wê tu çi bijî? Hezkirin, di hest, raman û parvekirina jiyanê de tevlîbûn dixwaze. Lê ya me wek çiyayê qeşayê ye ango çilmisî ye. Bi yek-du peyvan her tiştî jê dike û davêje. Wisa ye, yanî bi her awayî bêrêzdariyê diçespîne. Mirov ji vê jiyanê çi têdigihîje? Keçikek, xwezî bi xortek wisa tîne, xortek jî bi keçek wisa xwezî tîne û di demeke kurt de hev û dî mehf dikin. Çima? Ji ber ku têkilî ji nirxên bingehîn pêmen in.
Ez eşkere bibêjim; têkiliyeke wisa naecibînim û layiqê tu kesî jî nabînim. Belkî li ser we zêde mudaxele dikim, lê pêwîstiya mudaxelekirinê dibînim. Ji ber ku ji teşe bigirin heya uslûp û nêzîkatiya we pêwîst e her tişt bên edilandin. Niha mirovekî azad li Kurdistan’ê jiyana xwe di radeyeke yekemîn de, ez bi biryar dikim. Ev qasî asta biryarên netew diçin. Yanî dîsa jî dibêjim, dixwazim bi çi re bijîm? Pêwîst e hem di pîvanga jin û hem di ya zilam de ya herî bi namûs, a herî durust wê çawa be? Bi gotineke din, tenê ne di aliyê sincî de ez bibêjim, aliyê siyasî û felsefî de wê çawa be? Yên ku dixwazin cîhaneke nû ava bikin, wê ji kîjan kesayetiyan ava bin? Jinek wê çawa be? Hizir nekin ku ji ber xwe ve derdikeve rastê. Ger ev şêwaza me ya bi nirxandinên pir çetîn derxistina rastê nebe, niha piraniya we keçên malê bûn, koleyên zilaman bûn. Mudaxeleyên heyî hindik zêde we ber bi hizirandinê ve dibe. Di bingeh de polîtîkayek e û di nava partiyê de tê birêvebirin: Jinê serbest berde, dixwaze bibe kole. Jê re asteng deyne, bila demeke dirêj li ser piyên xwe bimeşe, biaxive, gotûbêj bike, çek jî bigire destê xwe. Em binêrin ka wê karibe çi bike? Yanî pir eşkere ye, di nava civaka me de jin, ji siya zilam nikare derkeve. Tu bi keseke hewqas rajêr re wê karibî kîjan azadiyê par vekî? Zilam jî piştî ku jineke hewqas kole dibîne, di xwe de wê çiqas hestên azadiyê karibe pêş bixe? Weke malekî koleya wî heye, li serê bi her cure zext, kedxwarî, îşkence û lêdanê disepîne. Di vê wateyê de ev zilam jî qediyaye û yekî serobero ye. Jinê jî zilamekî wisa ji xwe re layiq dîtiye. Yanî di ciyekî de hewayê ku saq e gore liyaq e! Ew vê dixîne, ev jî wî dixîne. Ew bi teşeyekê herî dexel nêzîk dibe, ev bi teşeyekê herî dexel nêzîkê wî dibe. Va di vir de xistina kesayetiyê, qedana hezkirin û rêzdariyê derdikeve rastê. Bi rastî jî di malbata Kurd de jiyana me ev e.
Tebî ev tev rewşên giran in. Mercên ku hun jê hatine, hindik zêde we di van rewşan de daye jiyandin. Lê hun dibînin ku nêvenga me bêtir cewaz e. Yanî ez li ser hêza xwe ya puxteyî hewl didim ku hin tiştan bikim. Dahûrîn, hîtab bangawazî û têkiliyên min ên di derbarê asta takekesî, komî, partiyî û netewî de hene. Ji ber ku ez dilbestê azadiya mezin im, bi wateyekê di mijara jinê de bi hezaran derdixim rastê. Bi hizra min çi zilam nikare hewqas berfireh be. Zilamek têkiliyên xwe bi jinekê re pir sînordar in. Îcar ku zilamê Kurd dibe mijara gotinê, bi taybetî di vê qonaxê de teng in, wisa zêde nikare wateyekê lê bike. Ev jî xeternak e. Min hindek wate lê kir, fireh girt û derket rastê ku wê karibe encaman bide. Ger ku jinekê dabana girêdan ango min bi miritî xwe dabama girêdan, belkî jî wê netewek biqedaya. Heke ku di bûyera wê tekiliyê de min xetayek mezin kiriba (ev xeterî jî hebû) belkî jî emê ji bûyîna netew derketibana.
Erê, we çarçova nêzîkatiyê hindik zêde jiya. Hizir dikim ku bi gor kevin bêtir dana qezenckirina raman û bergeh derkete rastê. Di kesayetiya we de ji berê zêdetir ewleyî heye. Hun bi xwe diramin ku, pêwîst e hun bi xwe bibin ê xwe. Li dijberî zilam, ji wê tîpa ku di radeyeke dawî de stû ditewand, hun tên halê gihîştina kesayeteke ku behremendiya hilbijartinê pê peyda dibe. Erê, texmîn dikim. Çi wê çawa tê hezkirin, çi çawa tê jiyandin, çi çawa tê pejirandin, çi çawa tê redkirin? He rhal di van mijaran de kêm-zêde hêza viyanê hate qezenckirin.
Ez her dem dibêjim: Keçeke ku ji hezkirina min re wêrekî nîşan bide, pêwîst e hewqas ji welatê xwe hez bike, hewqas zêntûj be, hewqas karibe hêz nîşanê pirsgirêkên rêxistinê bide. Ku neke ez zêde hez nakim. Ma wê bi zorê xwe bi min bide hezkirin ango bi zorê min ji xwe re bike mal? Helbet asta jiyana ku min girtiye heye. Ku li hember rêzdar be, wê hewqas nêzîkê dozê be. Jixwe di vê derê de veqetandina zayendî nakim. Ji ber ku min hindek ezmûnan jiya. Jina dijberî min dixwest xwe misqal bi misqal bazar bike. Weke di ciyekî de ji min re bibe mal, di ciyekî de ji KT’yê re bibe mal, di ciyekî de ji hevkarmendiyê re bibe mal. Tebî min jî dixwest wê ji welat re bikim mal. Têkiliya li paş wê jî dikişandim. Ev vedigeriya şerekî mezin. Lê ya we ne wisa ye. Li çi tê nihêrtin û biryar tê girtin? Dibe ku weke zilamekî Kurd ê jirêzê girte dest. Yanî bi teşeyekê ku te hindek pê leyist, zayendîtiya xwe bi kar anî, tuyê “kiro’’ çare çar bidî girêdan nêzîk bû. Gelek têkilî hindek wisa ne. Lê min selimand ku ez ne zilamekî wisa me. Texmîn dikim cara yekem li hember vî karî şaş ma. Ji ber ku hizir dikir ku min kontrol dike. Tebî di Kurdan de gelek têkilî wisa tên kontrolkirin. Hem jî ev belavbûyî ye.
Gava ku dît ez ne yekî wisa me, ya li dijberî min çi kir? Hingê “ev zilamî çawa ye, weke yekî ji vê zayendê xwe çawa têrbûyî dike, gelo bi keçên din re têkiliyên wî hene yan na’’ xwest ku bi vê teşeyê halanê bicerbîne. Va, “ma zilamê zewicandî bi jinan re têkiliyên wisa ava dike?’’ Gava ku bi çend jinan re têkiliyên siyasî çêbûn, di cî de halan dike. Heta dibêje, “bikuje, jinê nede jiyandin, tenê yek jin ez im, li derveyê min çi jin tune.’’ Yani wê bi jinên din re têkiliyeke herî piçûk neyê fikirandin û weke ku yek ji wana neyê derxistin pêş, wisa têkiliyeke feodal a hêwilnak çêbû. Di vê mijarê de hinek mînak hene ku dişehitînin. Tebî çîroka vê kûrtir e. Ger ku têkilî bên vekirin hunê bibêjin “çawa bûye ku xebera me jê tune.’’ Lê bi ya min di nava kar de dewlet jî hebû. Dema ku dewlet, jin û mîrzadetî bû yek, ev derkete rastê. Ez jî zilamekî ku dike mal im. Yanî di Kurdistan’ê de bûyereke mezin a ku derketiye rastê me, ecêb birî ya xwe didimê û dixwazim ecêb bi kar bînim. Jixwe mezin dileyist. Têkiliyeke jin-zilam, têkiliya dewletê û ev jî bû têkiliya şer. Di bingeh de hindek jî min wisa çêkir.
Bi ya we, ma divê min nekiriba? Ger ku nekiribama, PKK dernediket rastê. Ev her hal şêwaza meşeke dahiyane ye ku bi ser dijmin ve diçe. Her kesî bi guman dişopand ku ev çarçove çarçoveya MÎT’ê ye. Lê ez tam berjêrê navika kar dibûm. Çawa dibe? Ev, di ciyekî de xwe bi întîharvarî xistina çalakiyê bû. Lê di vê mijarê de leyistina taktîk û rola baş heye. Di heman demê de durust e. Ez bawerim ku tûreyên we bîst û çar demjimêran nahedirîne. Lê yê min dihedirîne. Ev, min di polîtîkayê de ber bi pejnkeriya mezin û hostatiyê ve bir, li ser xwe ber bi serdestbûna awerte ve bir. Ku min jinê hema ceza bikira, her hal wê derketa rastê ku ez ne zilamekî cewaz im. Ne kuştim, ne jî xwe xistim. Ma ev wek pêwîstiya namûsê wisa çêbû? Naxêr, şerekî pir zirav, pir hosta meşandim. Çawa ku hun dibînin li wirê dewleta Tirk wenda kir.
Wê di pêş de ev baştir bên fêmkirin. Tebî wê jî li pir hevalên me xist, mehf kir. Vî kontrgerîlayî belkî jî ew hêna bi rê ve dibe. vac ev e; vaceke kujoker û xeniqok! Di xwiyangê de têkiliyeke jin-zilam bû, lê di puxteyê de têkiliyeke siyasî û civakî ya mezintirîn, têkiliyeke stemkar û îşkencedar bû. Di bingeh de gelek têkilî wisa ne. Di têkiliyan de hun çima bi erzanî wenda dikin? Çima hun bi têkiliyan mezin nabin? Ji ber ku hun pir bi hêsanî radest dibin. Di nava we de ya herî gewre hundirê bîst û çar demjimêran de ku radestê vê têkiliyê bibe, ma dikare feyde jê bibîne? Hilkeftineke rast ji têkiliyê re çêneke, ma dikare xwe biedilîne? Binkeya ramaneke saxlem nîn e, hezkirin û rêzdariyeke saxlem nîn e. Çi ye? li ser têkiliyan ajo, xwedibînî û fersendkarî serdest bûye. Ev têkilî çiqas be tu jî hewqas î. Naveroka vê çiqas piçûk be, tu jî hewqas piçûk î. Xwe nexapîne! Li gelek hevalên me yên jin û zilam dinêrim, di bingeh de mirovên têkiliyên piçûk û acuc in ango têkiliya wan nîn e. Ev bîst-sî sale ez teoriya van têkiliyan pêş dixim, perwerde ya wê amade dikim. Kîjan ji we bi min re tevbigere ezê wê hindek pêş bixim. Ev bi ezmûneyeke mezin ve dikare bibe gengaz. Lê em we bi têkiliyan re rû bi rû bihêlin, belkî jî hun qasî sîsikê hejîrê ne. Dema ku li wê mirovê dinêrim, ber dikevim.
Çawa ku min got, ez têkiliyan asê nakim. Lê têkiliyeke wisa ava bikin ku mirov ji we re bibêje, bravo! Min şertê xwe danî: Çawa mirov evîndar dibe? Bila yek di wan pîvanên min danî de evînê pêk bîne, ez wê biçepikînim. Em wê bi nirxekî mezin derbirînin, pîroz bikin. Lê li têkiliya herî mezin dinêrim: Bila ji rêxistin û şer dûr bikeve, wê pirsgirêka malbat û jiyanê derkeve rastê. Ez çi bikim ji evineke wisa? Ma ez vê li serê xwe bixim? Ji min re ne hestên merezî, hestên qehremanî pêwîst in. Ji min re girêdanên pir qehremanî pêwîst in. Eyb nîn e, ezê bi girêdanên wisa welat qezenc bikim. Ji min re ne zilamên wisa, ne jî jinên wisa pêwîst in. Pir eşkere diaxivim, ma ezê çi bikim ji hestên merezî? Ez tenê hevalê xweşiktiyê me, hevalê pîroziyê me. Ma dikarin bibêjin, “em jin in, em reben in, zêde neyê bi ser me ve, cins û cibiliyeta me wisa ye.’’ Naxêr, ez bi jineke wisa re najîm. Ma hunê bi zorê min ji xwe re bikin hevbeş? Ez di jinê de xweşiktiya hêwilnak digerim. Di jinê de egîdî û pîrozî digerim. Yanî puxte û teşe digerim. Jineke wisa tune. Tune be, ez jî xwe tevî qirêj û zengê nakim. Belkî hinek ji vê bitirsin û bibêjin, “ma serokê me mirovekî çawa ye ku xebera me qet jê tune bûye.’’ Tebî ku serok hebe, serokekî wisa ye. Ger serokatî be, serokatiyeke wisa ye. Nexwe yên bi awayên din bi taybetmendiyên serokatiyê ve li hev nayên. Bila serok xweşiktiyê nede, pîroztiyê nede, serok nebe bangawaziya wê pîroztiyê: Yekî wisa ne serok e, her tiştek e. Heke ku we di vê bingehê de nekişînim, wê li ku derê bimîne serokatiya min! We ji welat re nekim mal, we bi egîdî nekim elemanê şer û meşekî, wê li ku derê bimîne serokatiya min!
Eleqedarbûna me di vê çarçovê de ye. Min wêrekî nîşan da û bi hewqas jinan re eleqedar bûm. Me wan hewqas kire yek. Hewqas kir xwedî hêz. Bi ya min nikare piçûk bê dîtin. Ev jî di araviya vê nêzîkatiyê de çêbû. Heke ku di bin bandora nêzîkatiyên din ên pirsgirêka jinê de mabama, yek jineke şervan dernediket rastê. Vê jî ji bîr nekin. Yek ji we nedihate nava refan. Ger ku çemka jina feodal li ser min serdest ba, ma gengaz bû ku di nava refan de yek jinek cî bigirtana? Tebî hun vê jî nizanin. Hunê bibêjin “ma çi eleqedariya me pê heye?’’ Naxêr, ew têkilî hate dahûrandin û hun bi vî awayî derketin rastê. Ji ber vê yekê ka ev çîrok çawa ye hunê lêkolîn bikin.
Em berhemên çi ne? Ez bi we hevalbendiya tam wekhev û azad pêş dixim. Ev ne eyb e. Bi ya min, ya eyb di tevlîbûnê de nepêkanîna pîroztî û mezinahiyê ye. A eyb heznekirin e. Têkiliyên bi tevahî aliyên xwe ve bê hezkirin derxistina rastê, têkiliyeke ku mirov jê rûmet bibîne peyda bike derxistina rastê, têkiliyeke kesan bi xwe ve girê bide û bi taybet jî bi peywiran ve girê bide, ango bi jineke wisa re jiyandin eyb nîn e, berevajî bi ya min pêwîst e ya herî çêtir bê dîtin, ev e. Gotineke mîna, “min xwe wisa dabû girêdan, wisa firotibû, ez wisa koleya kevneşopiyan bûm, mal û mulke vê derê bûm’’ yek carî heqaret e li mirov. Erê, girêdan dibe, lê çawa ku min got, girêdana mezin jî wisa pêş dikeve. Tebî ev zor e, jixwe ya ku ez dixwazim pêş bixim ev evîn e; Evîna Kurd e, evîna mezin a Botanê ye, evîna rêxistin û çalakiya mezin e. Ku were hesabê we, tevlî vê evînê bibin. Ku neyê hesabê we, ji çarenûsa xwe bianirin û li mala xwe bimînin. Piştre nebêjin, “Rêhevalê me ne eşkere bû, rastînan bi deqerûyî dananî!’’ Di hezkirina xwe de hun azad in, le hezkirin tufana ajoyên serberdayî nîn e. We tu werî zept û reptê, nexwe yên din harîtî ne. Va bigire, bireve, bixapîne, bifiroşe! Li paş çi di destê me de ma? Bi her awayî kirêtiyê bije, roja duyemîn bibêje, “ezê têkiliyan ava bikim, ew jin û jinên ez dixwazim bi wan re bijîm wê bêhnketî bin, sextekar û ketî bin, ji destê wê çi kar neyê, nikaribe biaxive, nikaribe gotûbêj bike, nikaribe biryar bide…’’ Ma çawa çêbû? Ez vî şerî bi tevahî aliyan ve ji bo ku bi hev re bijîn didim. Gotina “zimanê jinên me kêm e, wêrekiya wê tune, ew bila zêde tevî van karan nebe, jê dûr bimîne’’ koledarî bi xwe ye. Ku wisa ba, me vê çemkê bipejirandana, yek ji we dernediket rastê.
Gihîştina mezinahiya têkiliyên wisa zor e. Ez jî ji bo vê yekê dibêjim ku, avakirina têkiliyeke azad qasî şer zor e. Ez çi bikim, di xwezaya vî karî de ev heye. Têkiliyeke hêsan tune. Tê gotin bi zorê xweşiktî nabe; ez jî dibêjim, bi hêsanî têkilî nabe, bi hêsanî xweşiktî nabe. Anirandin û xeyidandina we min eleqedar nake. Di puxteya vî karî de ev heye. Ku hun jî bixînin û bibêjin “wê gavê em jî hev û dî bixînin’’ ezê jî we mehf bikim. Wê tu çawa vî şerî bixînî? Tebî piranî ya we ne di ferqa vê de ne. Lê ev bi wateyekê zagonên APO ne. Ez dizanim ka çalakî ya min bi çi awayî çalakî ye. Zagonên li ser jinan diçespînim ka çi ne, ez dizanim. Gotineke, “me van tiştan hizir nekiribû’’ nabe. Ger ku te hizir nekiribe, tu serûwenperest î. Ê min jî çemka min a namusê heye. Çemka min a hezkirinê heye. Mirovekî ku hewqas Sal in hedan kiriye, xwe hewqas disîplîne kiriye, bi hêsanî nayê xapandin û nade xapandin. Dema ku ez diçim ciyekî, çima her kes peroşmend dibe? Çima radibin ser piyan? Çima qasî ji mixên xwe vala bibin ji kevin vala dibin? Hun şahid in. Hun jî hindek wisa bin. Dema ku hun ketin ciyekî, bila her aliyê we ronî biçirise, best bide û dilan zindî bike. Ji bo te ger ku hat gotin, “dîsa hat belaya serê me, dîsa hat çavkaniya gotûgotan’’ te çi fêm kir ji vê kesayetiyê? Ma her tiştê herî baş û bedew afirandin tiştekî zor e? Va min jî xwe afirandiye. Ma hun hizir dikin ku ji xwe ve hatime afirandin? Min, di bingeh de her roj xwe bi mehed û sindanê dida lêxistin. Tebî da ku mirov, xwe bi civakê, bi gel û partiyê bide pejiranidin, şerekî mezin pêwîst dike. Niha dost û dijmin eleqeya her kesî dikişînim. Bi vî re dibim rêxistin û şer. Giyan û dilê Kurd diafirînim, zanebûna Kurd diafirînim, şerê wî diafirînim. Heke ku xwe bi sîstemî nedim afirandin, ma serkeftin bi çemka zilamtiya rizî pêk tê?
Hun dizanin, di civakê de zilamtiya herî gewre, dîlawêrtî ye. Yê ku hindek bi pere û bi çoyê xwe ewle be, zilamê herî gewre tê hesibandin. Em dizanin ku ev ne tiştek e. Ger ku min tîpê zilamekî cuda xet nekiriba, ne gengaz bû ku ez sê kesan bînim ba hev? Ger ku ez yekî bi hêsanî dixape, ji kevneşopî û pergalê bi hêsanî xwe wenda dike bibama, ma gengaz bû ku vê tevgerê bianîma vê halî? Diyar e ku xurtbûn hindek wisa çêdibe. Diyar e ku serkeftin di bingehê vê kesayetiyê de dikare pêk were. Hun keç jî, hindek di vê bingehê de dikarin werin ser xwe ve. Ji er ku teşeyên din we zêde xurt û bi îdîa nake. Nêvengên din we zêde xurt nakin. Belkî hinekî din bibêjin, “tu serokê partiyê yî!’’ Lê min serokatiya partiyê ji nînê da afirandin. Bi şerekî xedar dame afirandin û hê jî wisa dibim. Pîşeyê min ê rojane, şêwaza min a birêvebirinê ye. PKK nebe, PKK’yekê dîsa biafirînim. Min vê aniye halê teşeyê şêwaza jiyanê. Ez texmîn dikim ku me û şêwaza bûyera serokatiyê hun fêm dikin. Her hal wê hunê hêz nîşan bidin bi têgihîştineke rast û ku gengaz be bi hev re rê wergirtinekê re.
Ez, li hember bûyera jina Kurd pir zêde hişyar im. Di vê mijarê de bi rastî jî xwedî nêzîkatiyeke pir dîrokî, pir teorîk, pir dahûrîner û têkoşînerê vê me. Hun jî weke encamê vê hindek pêş dikevin. Hêza min hewqas e. Êdî mirov, bêtirê vê tenê di azadiyê de dikare bibe. Şûngeha we ya bûna çavkaniya hêz û asta we ya tevlîbûnê dikare min hêzdar bike. Ev jî dikare ji xurtbûna we re rê bide vekirin. Pêwîst e hun hindekî din bên ziravkirin û heta bên dilkêşkirin. Ger wisa nebe, wê we bipelçiqînin û dervayî bikin; giraniya we nabe. Dema ku mirovê nû tê afirandin, pêwîst e jin jî bi hendazetiyeke mezin bê afirandin. Ez dibêjim em vê bi hev re çêkin. Bila bi çespandineke yekalî nebe. Ji ber ku jin heta niha bi yekalî hatiye çêkirin. Zilam ferman daye, jin jî bûye xanimok. Di şêwaza min de ev tune. Ji min bi tu awayî li benda nêzîkatiya xanimok nemînin. Jina ku li pêşberî min e, pêwîst e çawa be, bi kûrahî biramin û hindek wisa bersîv bidin. Ez jî hê nizanim. Dibêjim, jina çareçar çawa biafirînim. Lê hest û pejnên min hene. Dibêjim, divê ev der wisa be, ev der ê wiha be. Belkî hun bibêjin, “şoreşgerek nikare hewqas bigihîje.’’ Di bingeh de digihîje. Di her şoreşê de gihîştiye. Neçar e ku nirxên herî xweşik biafirîne û hema ji her tiştî re ya herî nirxdar lê zêde bike. Di vê navberê de neçar e ku di têkiliyan de ya herî tê pejirandin di pratîkê de derbixîne.
Lê ev nayê hişê tu hevalên me. Di berê de çi mabe bi wî dije. Lê teorî û çalakiya wî şoreşger e. Çawa ku min got, ev di her şoreşê de bûye bingehîn egerê serberjêrkî çûyîn û paş ve çerqkirinê.
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN