RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Jineke zimanê xwe nebe, cahîl be ti nirxekê îfade nak e. Bi çekbûnekî çors ango kaba jî ne çareseri ye. Li gel ji viya re rêzdayînê, jineke milîtan ku nirxê ew şerê azadiyê ku dide nizane, bi jiyana xwe re û li dewsa kirêtiyên xwe bi xweşîkahiyan re pêwendiya wê çênake, tê wateyê ku ji şer ti tiştî fam nak e. Hûn vê şerî ji bo bersivek ji pirsgirêkên xwe yên azadiyê yên kokdar re bibînin didin. Ev hem mafê we ye, hem jî wezîfeya we ye. Hedefên wê, pîvanên wê yên red û pejirandinê, nirxandinên wê yên xweşîkbûn û kirêtbûnê, têgihiştinên wê yên azadî û wekheviyê, bi hêza xwe ya cewherî li ser lingê xwe mayîn pir girîng e û ji bo jiyanê esas e. Bila ti kes bi xwe spartina jina lewaz, jina kole jiyanek xeyal neke. Partiya me weke prensîp, weke pêkanîn li dijî vê ye. Rexnelixwegirtineke herî baş a were dayîn, jineke me ya şervan tenê jî, di wateya fizîka xwe, ruhê xwe û zanistiya xwe de nesexlem nemîne ye. Ger hûn vê çêbikin, dê were wateya rexnelixwegirtineke herî baş û ev şer te.
Li gorî min bi wan çiyayan re, geliyan re, rûbaran re, ewran re, çukan re û bi wan kulîlkan re bûyîn, tê wateya jiyankirina jiyaneke romane. Ger we viya fêm nekiribe, viya li ser hemû hestên xwe serdest nekiribe, encameke wisan derdikeve holê ku koleyeke dîl in. Ji lewma ew jiyana li wir bi qandî helbestaneye, di heman demî de bişere jî . Li wir her tişt li gel şer, jiyanê neçarê helbestvaniyê dike. Ger hûn ne bi vî awayîbin, ji bo hûn wisan bibin lêbikolin û xwe bibînin. Bila rojeke we tenê jî bê şer û bê helbest derbas ne be. Bûyîna zimanê viya, bûyîna îradeya viya esas e. Divê yek tenê jî, ji derveyî viya nemî ne. Ger ên xwe tevlî vê îradeya azadiyê û van daxwazan nekiribin hebe, divê bizanibe ku bi vê sekna xwe dinava suceke mezindeye, ya wê rakin ser piya yan jî durbixin. Ango di ref û çeperên şoreşger de ên şerekî xwe yê mezin nebin, heyecana xwe û coşa xwe nebin nikarin bimînin. Ev di heman demê de rastiya taktisyentiyeke mezin û eqil bixwere tîne.
Hûn dê bêjin prensîba min, felsefeya min a azadiyê heye. Divê êdî îradeya we hebe. Li dewsa bi fîskos û ehbapçawişiyê bêjin ez hatim çewisandin, fermandar bû, min kişand, bikaranî, ez nizanim çi kir hûn dê bêjin ez xwediyê çekên azadiyê me, min ji bo azadiyê gav avêtiye, ez ji bo koletiyê, radestiyê û kirêtiyê bierdêve bikim yek, welatê xwe û partiya xwe qezenc bikim, dîsa jiyana rojane azad bikim, heme. Dema ku we viya got, wê demê ti kes nikare bi zorî tiştek bi we bide qebûl kirin.
Wisan bi demogojiyê re, bi gotinên sexte yên azadiyê re kes nayên azad kirin. Ên ku zanistiya wan a azadiyê bilindin, zêde xeletî û şaştiyên wan nînin. Ger hebe jî, bi lez sererast dikin û pirsgirêkekî wan a ne serxistinê nîne. şêwazê Rêbertiyê di vê mijarêde û di aliyê jin de ji kuderê hatine heta kuderê baş tê îspatkirin. Ev rastiyên bi qandî rojê sotînerin. Ev çawa dibe ku were înkar kirin? Çawa dibe ku pêwîstiyên vê ji nedîtîve were? Bi qandî şer evîn jî hatiye afirandin. Tênegihiştina vê, bi demogojiyan re çelexwerkirin qet lênay ê. Ji ya hatiye afirandin re rêzdariyeke mezin û divê bi ked jî mafê wê were dayîn.
Sedema pêşketineke girîng di we de çê nabe, an zanistiya we ya azadiyê kême an jî çelexware. Hûn çi bêjin bila bêjin, daxwazên we yên azadiyê ji rêzêne, seranserin, ji zanistiyê û aliyê dîrokî dûrin. Bi qandî pêwendiya wê bi şer ve nadin çêkirin, we bi sînorên werin pejirandin ên jiyanê re jî girêdaneke wê ya sexlem nedaye çêkirin. Ji ber wê yekê hûn tengav dibin, hûn nirxeke mezin nadin jiyanê û tekoşîna we encamgir nab e. Ev wisa ye. Dersa herî bingehîn a şêwazê Rêbertiyê daye min ev e. Ger hûn bipirsin bêjin ew sira ku heta niha te li ser piyan hiştiye, ev qas dide karkirin, bê asteng dihêle, heta di ciheke teng de te dibe tekoşîneke mezin çiye? Ez dê bêjim ji mezinahiya dildariya min a azadiyê û tehlîlên min ên azadiyê ye. Her timî kurbûn û hêza têgihiştinê, her timî berbi rêxistinbûnê ve dibe. Rêxistin jî, her timî çalakiyê pêşdixe.
A rast çiye, a şaş çiye; a xweşîk çiye, kirêt çiye; şêweyê têkiliyeke were pejirandin çiye, şêweyeke divê were red kirin çiye? Ez weke we nikarim qut bikim, biavêjim. Wekî hindek hevalên me dikin, ez nikarim înkar bikim. Xebateke ev qas xebatên jin têde bi giraniye dinav pir kêm partiyan de çêbûye. Ji bo têrkirina zayendîtiyê têkilî pêşxistin alçaxtiye. Ez nikarim viya bikim. Em ji keçan re dibêjin derfeteke dîrokiye, va ji tere ev qas derftên azadiyê ji mêr re jî dibêjin, va ji tere jî, ev qas girêdan bi welat, şer û partiyê ve, pêre mijul bibe, cuda çi ji destê we tê!? Ew jî dibêjin na. Hindek jî dibêjin ev li vir ev qas komî ser hevbûne, dinava bîst û çar saetan de hem hemûyan bi nîşan bikin û mîna gula derbasbikin çareseriyeke bi vî awayî ferz dikin. Ma ev, çareserî dibe? Ji xwe em wisan bikin, di wan çiyayan de wekî hindek dixwazin jiyan bikin rojek destur bidin, dema dijmin li wan tevan dixe, dê yek çavê xwe raneke û li jor ne nêre. Hîn jî, hindek ji wan weke tol ji rêxistinê radikin bi têkiliyên xwe yên taybet re didin mijulkirin. Neku ev pir zêde partiyê lewaz dikin ez li pêşiya tol girtinême, ji ber pir alçaxin ez li pey tolhildanême. Yanî ger ev hindik jî rêzgirtina wan ji rêxistinê re hebana, ma dê wisan bi hev kiribana
Hêvîdarim ku hûn dê hindek hewl bidin ji bo fam kirinê. Di vê mijarê de pir eşkereye ku em xweser nêzîk dibin. Divê azadiya nîqaşkirinê heta dawiyê hebe, lê bi rastiyên me lîstin bi qandî bi qanûnên Cengîzxan lîstinê tahlukeye. Ên dinava me de bixwe bawer hebin dikarin mîna Napolyon jî, Hz. Mihemed jî bijîn. Mîna Napolyon çend serkeftinan bidest bixin, wekî Hz. Mihemed şoreş bikin, bi dilê xwe bijîn. Ji xwe divê baş û rast were zanîn ku ka ew çawa jiyankiri ne. Jiyana wan, ne mîna artîstên Yeşîlçamê ne.
Hûn dibînin ku kar pir zehmetin. Ez ji jinan re dibêjim, ji her demê zêdetir em nêzîkê azadiya rastin. Ez dizanim azadî hêsan nayê avakirin. Dibe ku di vê mijarê de berdêl were xwastin, hûn hindek tengav bibin, lê ez jî, li vir tengaviyê dijîm, li roxmî vê, hewl didim ku bibim bersiv. Azadiya jin azadiya cîhanê ye.
Dinava Şehîdên PKK’ê de îfadeya herî qehremanî di şehadetên jin de ye.
Ên ku azweriyên xwe yên azadiyê nebe, dê azweriya xwe ya rêxistinê û serketina wê jî, nebe. Di biharê de çawa ku her tişt ji nû de bi jiyanê re hevdîtin çêdike, em jî bi van amadekariyên xwe yên mezin re bi jiyana azad re, bi jina azad re û civaka azad re hevdîtin çêdikin. Ev, bi pere nayê girtin, ancax bi şerê azadiyê ya pîroz were girtin. Cehaleta kur a di vê mijarêde, nezanîn û ketîbûn bi mîsoger li we nayê. Eynî wek di kesayeta Zîlan de bûye, divê em van rastiyan bikin xwelî û di kesayeta xwede berbi kesayeta serketinê ve bi pîroz kirinê re divê em temsîl bikin.
Didim xuyakirin ku bi hêvî û baweriyê di welatê xwedawenda dayîk û xwedawendên evînê de bi hêza azadî û wekheviyê re ku bi hezar salane hatiye wendakirin, di xebatek û şereke navend jin de dê bedewî û zeka, ji nû ve were afirandin, a heyî jî dê bi qandî hevpeymana civakî jiyanî bike, bigihije hêza cewherî. Di rêhevaltiya jin a tijî bi hezkirin û rêzgirtinêye bi qandî îdîayê, ji bo hewldanên xwe mîna karekî evînê heta bêhna xwe ya dawiyê ez dê bidomînim, mîsoger e. Gûman nîne ku dê wate bidinê û bi qandî ku pêdivî bibînin, ez rêhevalê jinim û her timî jî, dê wisan bimînim.”
Dawî….