NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û desteserkirina şaredariyan nirxand.
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê di çarçoveya konsepteke çawa de pêk hat? Ev konsept wê ji niha û pê ve çawa bi rê ve biçe û berxwedana gelê Kurd wê bi çi rengî be?
Li gel dewleta Tirk der barê Kurd û Kurdistanê de konseptên cuda nîne. Yanî konseptên curbecur hebûna, di nav de me bigota ‘li gorî vê konseptê ye’ ew ê qîmeteke xwe hebûya. Lê belê di dîroka Tirkiyeyê de der barê Kurd û Kurdistanê de tenê konseptek heye. Ew jî konsepta înkar û îmhayê ye, konsepta qirkirinê ye. Dewleta Tirk ji roja avabûye û pê ve bi taybetî ji sala 1925’an û pê ve heta niha der barê Kurd û Kurdistanê de gaveke baş neavêtiye. Ji ber ku nas nake, hebûna xwe li ser tinebûna Kurd û Kurdistanê daniye. Lewma hemû kiryarên wan, hemû pratîkên wan, hemû liv û tevgerên wan, hemû axaftinên wan di çarçoveya qirkirinê de ye. Ji ber vê yekê tenê konseptek heye, ew jî konsepta tinekirinê ye. Di nava vê dirêjahiya dîrokê de heta niha bi qasî ku em dişopînin, dixwînin, zanin û dibînin yanî ti rêveberekî dewletê, hikumetê der barê çareserkirinê de niyet nekiriye ku gavekê biavêje. Niha hinek qala bendewariya ji bo çareseriyê, pêvajoya çareseriyê dikin. Eger ew ne ji nezantî û yan jî niyeta saf be di çarçoveya şerê taybet de difikirin û sekneke bi vî rengî nîşan didin. Di nava rêveberên dewleta Tirk de hinekî Tûrgût Ozal hewl da ku zîhniyeta dewletê hinekî biguherîne. Yan jî hewl da rêya çareseriyê heta astekê biafirîne. Lê bi ser neket, berxwedaneke mezin li dijî wî rû da. Wî jî ji bo tinekirina Kurdan çi ji dest hat kir, dît ku bi vî rengî nabe û hewl da herî kêm rêya çareseriyê destnîşan bike. Ji ber ku ne li gorî konsepta tinekirinê ya dewleta Tirk tevgeriya hate kuştin. Lewma ji hingî ve jî liv û tevgera dewleta Tirk a der barê Kurd û Kurdistanê heta dawiyê diyare. Hinekan digotin ku wê payizê nizanim çi bibe, hinek niha şoq bûne; dibêjin ‘ji aliyekî ve bi Rêbertî ve hevdîtin çêdibin, li aliyê din desteserkirin’. Ev nêzîkatî nenaskirina dijminê xwe ye.
Her kes di jiyana xwe de dixwaze her tim aramiyê bibîne. Ev yek tiştekî mirovî ye. Dema ku mirov pir zehmetiyan re rû bi rû tên, mirov li bendê ne rojên aram çêbibbin. Li bendê ne ku rojên hinekî rehet biafirin, êdî her kes dibêje ‘êdî bes e’. Hestên gelê Kurd ji serî heta binî bi vî rengî ye. Ji sala 1921’ê û vir ve bi têra xwe şer li dijî gelê Kurd hate meşandin, piştre Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Raperîna Agirî, Qirkirina Dersimê û hat heta roja îro. Wekî din bi deh hezaran şehîdên me hene, di dema têkoşîna tevgera azadiyê de. Bi hezaran gund hatine şewitandin, bi milyonan ji ser xaka koçber bûne, nediyar e ku bi ku ve çûne. Ev hemû êş in. Di heman demê de berxwedanî hebû. Ji ber vê yekê her kes dibêje ‘êdî bes e’, herhal wê bes be. Bi xwe wisa difikire, jê heye ku her kes bi vî rengî difikire, jê heye ku dijmin jî bi vî rengî difikire. Herhal gotin, ‘Bi taybetî ji sala 2015’an û pê ve dewletê bi hemû hêza xwe xwe ceriband, hewl da ku koka Kurdan biqelîne, lê nekarî. Di van hilbijartinên dawî de jî her ku çû bêhêz bû, hêza xwe winda kir, têkçûnên mezin jiya. Gotin, mûhtemelen hişê wan çûye serê wan, ji vir û pê ve wê hinek gavên erênî biavêjin’. Bi berxwedanê hevdîtin bi Serokatî re çêbû, Serokatî jî got; ez amade me. Dibe ku xwendineke bi vî rengî çêbû û di wê çarçoveyê de gotin, ‘belkî tiştên bi wî rengî çênebin’. Yên ku ketin nava bendewariyeke bi vî rengî, piştî ku di şexsê şaredariyan de êrîş li dijî Kurdan hate kirin, dibe ku hinekî şoq bûbin. Dewleta Tirk niha ji aliyê MHP’ê ve tê birêvebirin, ji aliyê Perînçek ve tê birêvebirin, ew çi dibêjin Erdogan jî wê dike. Dema ku mirov li vê rêveberiyê difikire, heta ku ev rêveberî li wê deverê rêveber be der barê Kurd û Kurdistanê de tiştên bên kirin wê weke dîroka wan be, di çarçoveya qirkirinê de bin. Ji ber vê yekê divê mirov şoq nebe. Di heqîqeta xwe de li dijî gelê Kurd şer tê kirin. Niha milet bi vî şiklî difikire. Dibêje ‘şerek heye û ev şer li serê çiyê ye. Şerker hene, ew şerker tenê gerîla ne û di şer de mirov tê kuştin, mirov di şer de dikuje’. Ji wan heye ku ev tiştên normale û xwe li derveyî vî şerî dibîne. Lê belê dijminê me bi qasî zerreyekê ti ferdekî Kurdan li derveyî vî şerî nabîne. Hewldan di çarçoveya qirkirinê de ye, yekane polîtîkaya wan wiha ye. Qirkirin jî di çarçoveya şer de pêk tê. Bêyî ku tu di şer de be tu nikare ti kesî qir bike. Qirkirin tinekirin e, tinekirin jî bi şer dibe. Niha gelê me bi rengekî giştî dema fikirî wê bibîne ku bi temamî di nava şer de ye. Li derveyî şer nehatiye hiştin. Dewleta Tirk tenê şerê xwe li dijî gerîla, li dijî hêzên leşkerî nake. Ji serî heta binî li hemberî wan dike. Mînak; qirkirina çandî li dijî me tê kirin. Mesela bi zimanê xwe nikare perwerdeyê bibîne, çanda xwe qedexe ye, cil û bergê xwe qedexe ye, her tiştên xwe qedexe ye. Qirkirina polîtîk, qirkirina xwezayî, qirkirina jinê, qirkirina civakî, êrîşeke bêserûber li dijî civakê heye. Operasyonên qirkirina siyasî ji xwe timî di rojevê de ye. Bi desteserkirina şaredariyan re ji xwe zêdeyî 400 rêveberên partiyên siyasî yên Kurdan hatin girtin. Mesela HDP dibêje, ‘Em rêxistina herî mezin a di zindanê de ye li tevahiya dinyayê’. Bala xwe bidinê ji her rengî qirkirin tê kirin. Di hemû beşên jiyanê de polîtîkaya dewleta Tirk di çarçoveya qirkirinê de tê kirin. Gelo li derveyî şer mumkune ku qirkirinek çêbibe? Na. Li Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Her qirkirin di nava şer de pêk tê. Berhema şer e. Yanî tu bi şer qir dike. Wê demê li dijî Kurdistanê polîtîkayeke qirkirinê heye. Lewma kî xwe li derveyî şer bibîne, ew tenê xwe dixapîne. Her kes di nava şer de ye, di nava lepên qirkirinê de ye. Ji xwe dibêjin, ’em ê paqij bikin’. Paqijî çi ye? Jiholêrakirine. Bi vî rengî li dijî jin, ciwan, xweza, siyaset, zimanê Kurd bi kurtasî li dijî Kurd û Kurdistanê yek polîtîkaya wan heye; ji holê rakirine. Ji ber vê yekê gelê Kurd di nava qirkirinê de ye. Di nava şer de ye. Ji bo min jî tiştekî matmayî ye ku çawa mirov dikevin bendewariya destesernekirina şaredariyan. Yanî dewletek ku mejiyê xwe Bahçelî be, Perînçek be û bi destê Erdogan hemû kiryaran pêk bîne, wê hebûna Kurdan jî qebûl neke ku hîn jî dibêjin ‘Birayên me yên bi eslê xwe Kurd’. Kurdan nas nakin, lewma dibêjin ‘bi eslê xwe filan tişte’. Ji ber ku ew bi xwe jî bi vî rengî ne. Meselay Erdogan ne Tirke, koka wî tiştekî cuda ye, niha bûye tiştekî cuda. Bahçelî ne Tirke, koka wî tiştekî cuda ye, lê niha bûye Tirk. Meral Akşener ne Tirke, koka wê tiştekî cuda ye, lê niha bûye Tirk. Kiliçdaroglû ne Tirke, koka wî tiştekî cuda ye, lê niha bûye Tirk. Ji xwe re Tirkîtiyeke çêkirî afirandine. Bi vî rengî xwe pê ve girêdane. Tişta ku di şexsê wan de pêk hatiye dixwazin di şexsê Kurdan de jî pêk bînin. Yanî ew jî hatine qirkirin, ew jî ji cewher û koka xwe dûr ketine. Koka wan ji holê rabûye haya wan ji wan tine. Ji ber ku bûne tiştekî biyanî û cuda, dixwazin Kurd jî weke wan bin. Kurd jî dibêjin, ‘Em weke we nabin, em ê cuda bin’. Bi kurtasî dixwazim wê bêjim; konsepteke bi vî rengî li gel dewleta Tirk heye. Suleyman Soylû bi xwe got, ‘Ew hevdîtinên em bi Abdullah Ocalan re dikin, di çarçoveya şerê psîkolojîk de ne’. Şer e yanî. Dibêje ez şer dikim, lê bi rengekî cuda dikim. Armanca wî şerî çi ye? Gelo armanca wî şerî azadkirina Kurdan e? Na. Armanca wî şerî qelandina koka Kurdane. Hevdîtinên xwe yên bi Serokatî re jî di çarçoveya qirkirina Kurd û Kurdistanê, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi kar tînin. Şer ê, divê em zanibin li pêşberî Kurdan dijminekî qirker heye û ev dijmin jî tenê di çarçoveya qirkirina Kurd û Kurdistanê de tevdigere. Silav wan bi xwe jî sixêf e. Xwarineke xweş bide te jî di nava xwarinê de jehrê dide te. Heta ku ev zîhniyet li dewleta Tirk be, heta ku dewleta Tirk bi vî mejî bê birêvebirin wê kiryarên wan hemû kiryarên dijminane be. Lewma mirov şaş nebe başe.
Piştî hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê, bi taybetî rola HDP’ê ya di encamên hilbijartinê de, mirov dikarin bêjin HDP êdî ji bo hikumeta AKP’ê bûye metirsîdar. Rol û wezîfeya HDP’ê ji niha û pê ve wê çi be?
HDP hewl dide hemû beşên civakê yên ku ji sîstema faşîst, dagirker êş kişandiye kom bike. Bi kurtasî li derveyî hêzên desthilatdariyê xîtabî hemû civakê dike û dixwaze hemû beşên civakê di nav de hebin, Kurd jî di nav de ne. Dewleta Tirk ji ber ku di heman demê de dewleteke faşîst e, ti eleqeya wê bi demokrasiyê û pejirandina mafan nîne, êrîşî hemû beşên civakê dike. Ji ber vê yekê HDP tam jî partiyeke herî metirsîdare ji bo dewleta Tirk. Bi taybetî kengî bû xeterî? Di hilbijartinên 2015’an de dema HDP bi ser ket, AKP ji desthilatdariyê ket. Ev yek ji bo AKP’ê bû mirin. Ji ber ku wan xwe bi wî şeklî format kiriye, li gorî wan heta hebin wê li desthilatdariyê bin û bi destê HDP’ê ew ji desthilatdariyê ket. Ev yek. Ya duyemîn; ji ber ku bernameyeke civakî di nava xwe de dihewîne, zîhniyeta xwe zîhniyeta neteweya demokratîke. Yanî ne tenê xîtabî Kurdan dike, xîtabî hemû beşên civakê dike û dixwaze hemû rengînî di çarçoveya xwezaya xwe de bijîn, bi vî rengî koka dewleta Tirk jî guhert. Tova dewleta Tirk toveke faşîste, qirkere. Ew polîtîkayên qirkirinê ne tenê li dijî Kurdan tê kirin. Mesela, koka Ermeniyan qelandin. Ermenî li Kurdistan û Anatoliyê tijî bûn, niha Ermeniyên heyî jî newêrin bêjin em Ermenî ne. Bi vî rengî êrîşî wan kirin. Koka Pontûsan qelandin. Koka Rûman qelandin. Koka Suryaniyan qelandin. Koka Êzidiyan qelandin. Hewldanên qelandina koka Elewiyan heye. Hewldanên ji bo qelandina koka Kurdan heye. Beşên din jî hemû di nava xwe de helandin, ew Tirkîtiya xwe xistin navê, ji xwe re tiştek çêkirin. Netewe dewlet a faşîst qirker bi projeya HDP’ê re têk çû. Çand, ol, etnîsîteyên cuda, yên hatin qirkirin hemû di nava HDP’ê de dest dan hevdu û çûn ketin parlamenta dewleta Tirk. Hemû şîn bûn. Di nava parlamenterên HDP’ê de beşên civakê hemû hene. Ji ber vê yekê HDP hem di milê zîhnî de, hem di milê bernameyî de hem jî di milê kiryarî de ji bo dewleta Tirk bi her rengî xeteriya herî mezine. Hem ji ber ku hemû civakê temsîl dike xeteriya herî mezine, hem jî ji ber ku di roja me ya îro de civaka ku herî nehate qirkirin Kurd in û potansiyela Kurdan heye ji bo guhertineke bingehîn li Tirkiyeyê çêbike, ji bo vê potansiyelê ji holê rabikin, Kurd jî di nava HDP’ê de neyên tesmîlkirin, ji bo wê yekê xeteriya herî mezine. Konsepta êrîşa li dijî HDP’ê ji ber vê yekê ye. Naxwe wê çima êrîşî HDP’ê bike? Lewma êrîşên tên kirin hemû mirov dikarin di vê çarçoveyê de bînin ziman. Mesela beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê digotin, ‘Eger HDP bi serê xwe bikeve hilbijartinê, ev yek konsepteke navneteweyî ye’. Heta ji destê wan hat nexwestin ku HDP weke partî tevlî hilbijartinê bibe. Weke partî tevlî hilbijartinê bû, ew ji desthilatdariyê xist. Piştre di Mijdara 2015’an de hewl dan HDP’ê di bin bendê de bihêlin, ew jî nebû. Di hilbijartinên piştre hemûyan de bi vî rengî hewl dan. Bi taybetî 24’ê Hezîrana 2018’an, hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an, herî dawî hilbijartina 23’ê Hezîrana 2019’an a Stenbolê HDP’ê stratejiyeke cuda afirand. Hedefek danî pêşiya xwe. Got, ‘Ev dewlet, ev welat divê ji aliyê rêveberiya AKP-MHP’ê ve neyê birêvebirin. Ev mejiyê ku karibe vî welatî birêve bibe nîne’. Lewma divê têk biçe. Di vê çarçoveyê de strajiyek afirand û di vê de jî bi ser ket. Lewma hebûn û stratejiya HDP’ê ji bo xwe xetere dîtin. Bi vî rengî êrîşên xwe didomînin. Lewma êrîşa wan ji bo tinekirinê ye. Wê hewl bidin HDP’ê tine bikin. Nahêlin biaxivin, nahêlin siyasetê bikin, nahêlin di rêveberiyên herêmî de hebin. Di çarçoveya konsepta çokdanînê de ji bo tinekirina HDP’ê di nava liv û tevgerê de ne. Di nava dewleta Tirk de niha tîmên wan hene ku bi vî rengî difikirin; ‘Gelo em çawa dikarin HDP’ê asteng bikin, çawa dikarin HDP’ê tasfiye bikin, çawa dikarin ji vê xeteriyê xilas bibin’. Bi vî rengî tevdigerin. Ev nêzîkatiya wan e. Eger ewqas êrîş li HDP’ê tê kirin wê demê vîzyoneke xwe jî heye. Vîzyona xwe çi ye? Vîzyon ew e ku xwe bike partiya tevahiya civakê.
Hûn helwesta mûxalefetê çawa dinirxînin? Gelo wê CHP û HDP karibin li dijî rejîma AKP-MHP’ê helwesteke hevpar nîşan bidin?
Em bi xwe di wê îdîayê de ne û dibêjin, divê ev dewlet zîhniyeta xwe biguherîne. Ji bo karibe bijî divê zîhniyeta xwe biguherîne, bi vî rengî êdî dewlet nikare bijî. Êdî dewletên mîna dewleta Tirk nemaye. Polîtîkayên ku niha dewleta Tirk dike, piranî Ewropiyan di dema xwe de dikirin, piştre dîtin ku ev polîtîka koka wan diqelîne, dikevin şer, di şer de jî bi milyonan kes tên kuştin, dev jê berdan. Lê belê dewleta Tirk bi mejiyê netewe dewletê, bi qirkirinê dixwaze hebûna xwe bidomîne. Em di heman demê de dibêjin, ya ku zîhniyeta axwe biguherîne ne tenê dewleta Tirke, bi wê ve girêdayî hemû partiyên siyasî. Bi qasî ku em dibînin ji bilî partiyên çepgir, yên demokrat hene; lê belê di nava wan partiyên dixuyin de, yên ku tên dîtin de, yên ku dengên zêde werdigirin de ew partî jî divê zîhniyeta xwe biguherînin. CHP jî di destpêka wan de ne, ji ber ku yê komar ava kir ew e. Kêm zêde zîhniyeta hemûyan weke hev e, zîhniyete cuda di navbera wan de nîne. Ew hêzên desthilatdariyê ne, dixwazin ku vê dewleta qirker birêve bibin. Dikevin hilbijartinan, di hilbijartinan de hinek dibin partiya yekemîn, hinek dibin ya duyemîn. Axaftina mûxalefetê di vê çarçoveyê de ye. Mesela CHP ne mûxalefeteke zîhnî ye. Ne mûxalefetbûyîneke progmatîke, ne mûxalefetbûneke pratîkî ye. Mûxalefetbûna vê ye; ketiye hilbijartinê bûye duyemîn. Sibe dusibe dikare bi heman zîhniyetê bikeve hilbijartinê, bibe yekemîn bibe desthilatdar, AKP bi vê zîhniyeta xwe bibe ya duyemîn, bibe mûxalefet. Lê belê mûxalîfbûn ne bi vî rengî ye. Ya rast eger niha li Tirkiyeyê mûxalîf hebe, ew jî partiya HDP’ê ye. Ji ber ku zîhniyeta wê cuda ye, pratîka wê cuda ye. Mesela êrîşa li Şaredariyê hatiye kirin, gelo tenê li dijî HDP’ê ye? Kiliçdaroglû bi xwe jî got, ‘ev êrîş ne êrîşeke li dijî partiyekê ye, ne tenê li dijî şaredariyê ye’. Ji ber ku zane ku li dijî vê yekê zîhniyeteke faşîst heye. Madem faşîzm heye, madem êrîş ne tenê li hemberî partiyeke siyasî ye, wê demê çima seknên bi vî rengî cuda tê nîşandan? Çima parlamenterên HDP’ê li kolanan dibin hedefa lêdanê, lê ew jî li wir sekiniye dibêje ‘divê mirov dernekevin kolanan’. Xuya ye zîhniyeta wan ne cuda ye. Naxwe ti eleqeya wan bi mûxalefetê nîne. Lê belê ev derfet heye. Wê bibin mûxalîf an na? Ji ber ku bi xwe jî dibêjin faşîzm heye. Bi xwe jî dibêjin darbe heye. Dibe ku tespîtên wan ji yên me tûjtir bin. Kiliçdaroglû welê diaxive, mirov dibêje wê dakeve kolana faşîzmê têk bibe. Lê belê piştî wan axaftinên vala dibêje ‘divê mirov welê nekin’. Gelo ev jî di çarçoveya xapandinê de nîne? Bendewariyê ava bike. Mesela piştî hilbijartinên 31’ê Adarê, bi taybetî piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê di nava civakan de hêviyek çêbû. Gotin, ‘belkî mirov hinekî bandorê li hev bikin ku bikaribin bi hêzên li derveyî AKP-MHP’ê hemûyan kom bikin û karibin ji vê faşîzmê rizgar bibin. Ji ber ku ev faşîzm ji Tirkiyeyê re girane’. Tirkiye nikare vî mejiyê AKP-MHP’ê rake. Divê ji holê bê rakirin. Ev firsend hîn jî heye, lê belê eger bi vî rengî biçe xuya ye ev firsenda mûxalîf ên li derveyî AKP-MHP’ê wê biçe. Yanî milet wê bi vî rengî bifikire. Mesela Kurd, an jî hilbijêrên HDP’ê wê bi vî rengî bifikirin, “Me ewqas deng da, her kes zane ku Stenbolê bi vî rengî hate bidestxistin, Enqere bi vî rengî hate wergirtin, Edene, Hatay, Mersîn, Antalya û deverên din bi wî rengî hatin wergirtin. Wê bêjin ku me ev yek bi armancekê kir, armanc jî ew bû ku nebin şirîkê AKP-MHP’ê. Bila liv û tevgerê wan van faşîstan xurt neke’. Kes nabêje bila CHP biçe ser rêya HDP’ê yan jî rêyeke cuda. Lê belê herî kêm bi qasî ku diaxive, ji sedî 20 an jî 30 jî be bi qasî axaftinê xwe be. Di vê çarçoveyê de nefesekê biafirîne. Hewldana AKP-MHP’ê di heman demê de toveke xerab e ku xistiye nava hêzên hemberî xwe. Niha her kes hevdu dipîve, guman xiste nava wan. Dixwaze bi vî rengî wan belav bike û di vê çarçoveyê de gumanan di nava Kurdan, di nava hilbijêrên HDP’ê de, der barê wan partiyên din hemûyan de gumanan biafirîne. Dema ku guman xurt bûn û di çarçoveya bêhelwestiya CHP û partiyên din de xurt bû, dema ku hate dîtin ew der barê axaftinên xwe de ne cidî ne, ji serî heta binî tenê hêzên desthilatdarîparêzin, wê demê wê ji hev du dûr bikevin, HDP wê careke din li ser rêya xwe be û her têkoşîna xwe bidomîne, yên din jî wê rûyê wan derkeve holê, di wir de jî AKP-MHP wê bi ser bikeve, bi vî rengî wê faşîzma xwe dirêj bike.
Ev yek wê ji bo CHP’ê bibe ezmûnek?
Ji serî heta binî ezmûn e. Di dema hilbijartinê de ji zimanê AKP-MHP’ê cudatir axivîn, gotin em ji bo her kesî ne. Lewma Kurdan dengê xwe dan wan. Kurd hilbijêrên têgihiştîne, zanin ku wê dengê xwe çawa bi kar bînin. Gelo ew kesan çiqasî xwedî axaftinên xwe ne, çiqasî der barê axaftin û kiryarên xwe de durust in, niha tên ceribandin. Hem Kurd wan diceribînin, hem hêzên demokrasîxwaz ên Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî jî niha wan dişopînin. Niha ceribandina herî mezin der barê CHP’ê de ye. Mînak; kes HDP’ê naceribîne, gelo wê çi bike çi neke. HDP ji xwe di nava şer de ye, hewldanên qirkirinê li dij hene, ew jî weke mirovên bi onûr hewl didin li dij şer bikin, li ber xwe bidin. Partiya HDP’ê Li gorê rêbazê xwe li gorê atmosfera xwe li gorê şert û mercên xwe dikin. Serî heya binî berxwedêrin û hemî daxuyaniyê wan jî bi wî şeklî ne. Niha HDP’e çi dibêjin; tişta ku anha dikin yeke. CHP û Partiyên din tiştên ku dikin, ti aleqeya wan bi hevre tine ye. Di axaftinê de demokrasi xwaz û di kolanê de bila ti kes dernekeve. Wê faşizm çawa têk biçe, tu bi xwe dibêjî; Ev darbeye û divê li hember darbeyan mirov wiha bike, wiha bike, mînak ev jî darbe ye. Derketina kolanan wek xetekî ji bo xwe bibinin, temam lê ew jî tine ye. Kiliçdaroglu di nav de wek Partî sibê heya êvarê, di kolanan de ne ye. Mînak ji bo Eren Erdem li Enqereyê meşiya heya Stenbolê, bi mîlyonan CHP’yî derxiste kolanan pekî ev çi bû. Ji bo pirsgirêkên ekolojik derdikevin kolanan bê guman ev tiştên başin. Çima ji hinekan re heye. Wê çaxê wê Kurd bêjin; meyzekirina vê Partiyê wek yên dine. Çima dest danaynin li ser yên din dest daynin li ser yên Kurdan. Minak; ev cudahiyeke çima ji wê dere re kolan heye ji vê derê re tune. Wê deme zihniyeta wan jî wek ya AKP-MHP’ ê ye. Nuansên wan cuda ne ne xwe wek hevin. Hîna ew firsend heye, hîna ew atmosfera 23’ Hezîranê ya kû hatibûgirtin, disa di 31’ê Adarê de hatibû girtin. Wek hêzên derve wek yên AKP-MHP’ê hemiyan ji derve re xwe çawa kiribun yek. Ev yekbun ji bo xwe ji faşizme xilas bikin. Niha firsenda dîrokî ye. 23 Hezîranê çawa ji bo AKP-MHP’ê bû derbeyek mezin ev ji wê zêdetir firsendek e. Çimkî ev êdî neheqiyekî wisa ye ku êdî ti kesê negotiye; destên we saxbe, xwedê ji we razî bibe, her kesî gotî ye xweda bela xwe bide we, xwedê stuyê we bişkîne. Ji serî heta binîşaşitî ye. Ev serî heta binî darbe ye. Firsend ewe ku xwe vê faşizma AKP-MHP’ê û ji Perinçek xilas bike. Vêna dikarin bikin lê nakin. Ez bi xwe dibêjim; ev tiştên xirab yên berbiçav dikin ku her kes dibêje; evqas jî nabe. Her kes dikare rexne bike ev tiştek normale heke rexne nekin ev anormal e. Rexnên wî şeklî dibe ku hebe. Wêçibikin çi nekin ji wê zêdetir wê Partiyên nu derkeve dernekeve mijarên nîqaşê ye. Ew derkevin jî wê bên derxistin, pêwîstî bi wan heye ku lewma tên derxistin. Hêzên kurevî û hêzên cihanî wan derdixin. Belkêm di nav dewletê de hêzên ku bixwazin wan derxîn hebe em wê nizanin wê ji xwe diyar bibe. Wê hewl bidin aciziyek pir mezin ne rihetiyek pir mezin li hember vê deshilatdariyê heye. Di beşên civakê de jî bendewarî çêbuye. Xwesteka guhertin û veguhertinê heye, dixwazin xwesteka guhertin û veguhertinê vê şeklê dagrin. Em jî dibêjin; raste xwesteka guhertin û veguhertinê li Tirkiyê heye. Her kes li benda guhertinekî wî şeklî ye. Ev normal de dikeve li ser milê HDP’ê, di rastiyê de HDP Partiya her kesî ye. Faşist dijminê hebunê ye. Divê koka faşîstan bê qelandin, ji berk u ew dixwazin koka her kesî biqelînin. Ew di xewna xwe de bi teqez 2023’an wê nebînin. Îca wê kengî û çawa çêbibe dixwazin pozisyona wê çêbibe. Nîqaşên cuda cuda hene. Vê saetê şunde wan hilbijartinekî di wextê de nedîtin.
Ji bo dagirtina valatiyê, Partiya HDP’ê heye. Ji xwe Serokatiya me weke xeta sêyemîn bi nav kir. Du xetên ku ji sibê heya êvarê ku dikevin nav ixtidarê û rikberiyê hene dikin ev jî di CHP-MHP-AKP’ê de tê temsil kirin. Zihniyeta wan di çerçoveya dewleta Tirk de dişibin hev. Ew beşên ku ji aliye dewletê ve tên kirin tên birêvebirin, Tên perçiqandin û hwd. Ewên ku demokratxwzên wê ew ji xwe re qadê vekin. Di milê bernameyê de HDP li gorê wê ye. Di pratîkê de jî tê xwiya kirin. Niha li dijî Kurdan li hember HDP’ê, li hember hêzên dempkrasiyê şer heye. Berxwedaniyek di asta jor de jî heye. Ev di heman deme de firsendekî dîrokî ye. Ji berk u sere wan sekini ye her şaşitiyan dikin. Bi darê zorê pêve tiştek bi wan re nema ye ne jî axaftinekî rast maye. Ne rihekî paqij maye. Li hember darê zorê cur bi cur berxwedanî hene, vê berxwedanê ne tenê Kurd her kes li berxwe dide. Li her deverê Kurdistanê berxwedanî heye. Bi taybet li Bakurê Kurdisanê û li Tirkiyê ev derbasdare li hember van kiryarên wan helwestekî pir xwirt heye. Em dizanin hêrsekî pir xwirt heye. Em dizanin heta astekî mirov dikelin. Divê hîn bêhtir bikevin nav liv û tevgerê.
Pêwist nîne ku mirov ji nu ve tespîtan li ser dewleta Tirk bike. Dewleta Tirk ji serî heya binî dewletekî qirkere. Tişta esas eve tuyê li hember vê qirkirinê çibikî, tene em nikarin xwe kelogirî bikin em bêjin, nizanim ev çima hat serî me û em çima bê şensin bi kurtasi wisa ye. Tuyê li hember vê dewletê çibikî, tu nkiari bêjî xwezi Partiya AKP’ê-MHP’ê tune buya heye û êrîşekî qirkirinê di ser te de tîne. Di konsepta şerî xwe de dixwaze koka te biqelîne tuyê çibikî heya astekî hewldayîn hene ev têrê nake. Gelê me di nav şer de ye, encamên vê şerî di wir de tê diyar kirin. Hêzên ku bi hevre şer dikin performansa wan her tiştê diyar dike. Heke ku civaka me jî di nav şerekî de ye. Dewleta Tirk bi vî şeklî êrîşê civaka me dike, wê çaxê civaka me jî serî heta binî divê bikeve nav pozisyona şer. Ev şer ne ku me icat kiriye. Kurdan xwe din ava vê şerî de dît herî kêm ev sedsalin di nava vî şerî de ye. Em biçin beriya 1806’an vir de Kurd û Kurdistan her di şer de ye. Wê an ji vê dewletê re bêje; êdî bes an wê her tiştê qebul bike. Niha di Amêde de hin kes derdikevin kolanan nerazibuna xwe nişan didin. Ne tene yên aciz derdikevin kolanan yên ku na derkevin jî acizin. Her kes aciz e. Tê gotin AKP’yî bi xwe acizin. Heqaretekî pir mezin tê kirin,neheqiyekî pir mezin tê kirin. Ziravên wan ji Kurdan diqete, ziravên wan ji HDP’ê diqete, ziravên wan ji kolanê diqete. Ji berk u gotine me ew aş kirine kesek nikare serî xwe derxîne. Şer li hember Kurdan e. Şer li hmber Şırnex li hember Batmanê li her deverê wisa ye. Kurd û Kurdistan li hember lepa qirkirinê de ye. Ew dixwazin li metrepolan jiyanekî rihet bidin çêkirin li Kurdistanê jî jiyanekî jehrê bidin çêkirin.
Kurdan ji bo çareseriyê şer kir. Kurd bi rê û rêbazên cuda berxwedanî tekoşin kirin ne mimkune ji bo na wê neçar ma mesela 15’ê Tebaxê bi wî şeklî çêbû. Beriya wê partîbuyîn bi wî şeklî çêbû. Dewleta Tirk diyar dike emê bi kijan rêbazan çareser bikin. Minak me qebul bikin. Xwesertiya me qebul bikin. Derdê me azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Derdê me azadiya Kurdistanê û demokratikbuyîna Tirkiyê ye. Ji bo na wê Serokatiya me di hemê demen xwe de amade ye ji bo çareserî yê, Di hevdîtinên xwe de peyamên wê hemî di wî çarçoveyê de ne. Tiştekî Kurd bikin tine ye bangawaziyê ji bo dewletê dike. Kurd hewl didin xwebuna xwe bidomînin. Ev dewlet wexta ku piştê sedsalên din biryar da ku ez nikarim Kurdan tune bikim, ji bo naskirinê hîna ew biryar neda ye. Li ser siyaseta demokratik êrîşên xwe berdewam dike. Tecrida Li Serokê me êrîşên li ser gerilayê Kurdistanê, êrîşê li ser Başurê Kurdistanê, êrîşên li ser rojava û bi xwe dibêjin li kî devera dinyayê Kurd û Kurdistanê hebin emê biçin êrîş bikin dibêjin. Hîna biryar neda ne ku Kurdan nas bikin. Êriş her kes dizane ku ji bo tune kirine ye. Silav dayîna wan jî merhebatiya wan jî ji bo qirkirinê ye. Her kes bi yek û du hevdîtinan dikeve hewayekî cuda û nayê zanin ew hevdîtin ji bo çi û çawa çêbuye. Bi hezaran kes ketin grevên birçîbunê, bi pêşengiya dayikan sibê heya êvarê berxwedaniyek hat raber kirin. hemi hewldayin li ser esasê qirkirina Kurdan e ezê çawa PKK’ê tune bikim ew jî bi rêbazekî tunekirinê xwestine hatine bikaranin. Bi pêvajoyên çareseriyê xwestin serî mirovan tevlihev bikin. Hemi hesabên xwe li ser şer kirin. ev xebatÊn sixuriyê, şerê taybet birêve dibin. Rojeva her kesî yek e, rojeva Kurdan berxwedanî ye. Bi vê têkçûna Erdogan wê li Iraq li Surî li Tirkiyê li her deveran wê aramî çêbibe.
Li gor şert û mercê xwe dikin. Heya dawî berxwedêrin di heman demê de hemî daxwiyaniyên wan jî bi vî şeklî ne. HDP’ê tişta ku dibêjin û dikin yeke, lê belê CHP’ê û partiyên din tişta ku dibêjin û dikin tu elaqa wan bi hev re tune ye. Di axaftinê de demokrasî xwazin, lê di piratiîkê de ne bi vî rengî ne. Wê demê wê faşîzim çawa bin bikeve ma ne ew bi xwe dibêjin ev darbeye. Dibêjin li himber derbeyan gereke em wiha bike û wiha bike. ma ev jî darbeye. Eger derneketina kolana eger weke xetekê ji xwe re begem bikin wê demê ew jî temam lê, ew jî wiha nînin. Kiliçdaroglû bi xwe di nav wê de, perlemanterê wî bi xwe jî ji sibeh heya êvarî di kolanan de ne. Ji bo Eren Evdem mînak: ji Enqere heya Stembolê meşiya û bi milyonan CHP’yî daxiste kolanan. Ji bo pirsgirêkên ekolojî dadikeve kolanan, ev tiştên başin bê gûman. Wê demê wê Kurd jî bêjin wê demê nêrandina vî partiyê mîna partiyên di ne. Çima dest nadeyîne ser dereke din û dest dideyîne ser Kurdan. Wê demê ev jî cûdahiyeke. Çima wê demê ji wê derê re kolan heye lê ji bo vir kolan tune ye. Wê demê zihiniyeta wan jî mîna zihniyeta AKP’ê û MHP’ê ye. Lê belê hê jî ew fersende heye. Hê jî ew atmosfera 23’yê Hezîranê ya ku hatibû girtin û 31’ Adarê de hatibû girtin weke hêzên li derveyî AKP’ê MHP’ê ku hemiyan bi vî şeklî di bin wî navî de xwe kirin yek ji bo ku xwe ji faşîzmê xilas bikin. Firsenda herî dîrokî anha ye. 23’yê Hezîranê çawa ku bû firsendeke herî mezin ji bo AKP’ê MHP’ê derbeyekê mezintirîn ji ber ku ez neheqiyek herî mezin e. Eger mirov îro binêre tu kes nabêje we tiştek baş kiriye. Her kesî gotiye xwedê beleya xwe bide we, sukra we bişkîne . ev ji serî heya binî şaştî û derbe ye . lê belê ew bi xwe bê hêz dibînin û di sedemê cûr bi cûr de nakin. Ruxmê ku firsendekî dîrokî ya herî mezin e, ku dikarin vê firsendê bi kar bînin û vê dewlet û miletî di heman demê de erdîngariyê ji faşîzma AKP’ê MHP’ê û Pirînçek xelas bike.
Beriya demekê di hin bilgiyan de derket pêş ku di 1’ê Nîsan ê de dîsa amadekarî hatibûn kirin. Walîtî hin belge şandibûn ji wezîrê karên hundirîn re. Di 31’ê Adarê de hilbijartin qediyan, eger mirov baş binere 31’ê Adarê Pazar bû. Hilbijartinê 31’ê Adarê ne hilbijartin bûn. Em bi giştî vê yekê baş nas dikin. Di nava wî şerî de Kurdan hin cih girtin. Anha jî dîsa şer e. Vî şerî em çawa bigrin ew politîqa wan heye.
Di vî şerê heyî de mirov dikare bêje ku ihtîmala hilbijartinekê di demên pêş de heye?
Ji sedî sedê wê ew di xewna xwe de jî 2023’yan nebînin. Ev yek teqeze. Lê belê wê ev yek çawa be û wê kengî bibe û wê di kîjan pozisyonê de be, dixwazin niha pozisyonê wê çêkin. Nîqaşên cûda cûda hene lê belê ev teqez û bê nîqaşe. Ji vê sa’etê şûndetr wê hilbijartinek di dema xwe de nebînin. Ew valatiya ku dixwazin dagirin wê ji aliyê HDP’ê be . yên ku serok navê xeta sêyem li wan kirin HDP’ê bûn. Du xetên ku ji sibê heya êvarê dikevin hevrêtiyê û bi hev re dikevin nav şerê desthiladariyê hene. Ev yek di CHP’ê AKP’ê û MHP’ê de xwe dide pêş û temsîla wê dike. Derdekî wan ya di çarçoveya zihniyeta dewleta Tirk de tune ye. Lê belê ya esas ew beşên civakê yên ku ji aliyê dewletê ve tên bin pêkirin û perçiqandin û her wekî din ew yên demokrasî xwazin. Ji bo wê jî li gor zihniyet û feraset HDP’ê li gor vî kariye. Ev yek ji di piratîkê de tê diyarkirin. Aniha jî şer li himber HDP’ê, Kurd û di heman demê de li himber hemî hêzên demokrasiyê heye, lê di heman demê de berxwedanek di asta herî jor de heye. Anha firset û di heman demê de dîrokiye di roja îro de, ji ber ku êdî serê wan sekiniye û her şaştiyan dikin. Ji bilî darê zorê tu tişt di destên wan de nema ye. Ne axaftin û ne jî nerînek rast maye. Di heman demê de ne jî rihek paqij maye. Her kes dizane ku çiqas rezîlin. Her kes ev yek baş fam kir ji bo vê yekê tenê di destên wan de darê zorê maye. Ji bo li himber darê zorê berxwedan kirin rêbazên me yên cûr bi cûr hene. Li himberî van ne tenê HDP’ê û Bakurê Krdistanê dike di heman demê de parçeyên din jî dikin. Li her derê li himber vê êrîşê seknek heye. Lê belê bi tayîbet li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê anha ji ber van kiryrên wan helwestek pir xwirt heye. Em dizanin ku hêrsek pir xwirt jî heye û di hindirê xwe de dikelin, lê pêwîste hîn zêdetir têkevin nav liv û tevgerê. Ev firsendeke li himber sekneke ewqas ne rewa bi sekneke rewa ya herî mezin mirov dikare serkeftinên pir mezin bi dest bixîne.
Li dijî van neheqiyan ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê, hêzên demokrasîxwaz ên li Tirkiyeyê divê çi bikin?
Diyar kirine û mecbûrin diyar bikin. Ji xwe ji sibehê heya êvarî em her dibînin ku daxwiyaniyên pir xwirt jî didn helwesta xwe jî pir net diyar dikin armancek danîne pêşiya xwe û wê ew şaredariyên ku hatine destserkirin wê dîsa bigrin. Ji ber ku ev şaredarî yên gelin û tu kes nikare ji gel tiştek bigr e. Gel dibêje ezê xwedî li xwe derkevim. Ne mesela xwedî şaredaran aê wekî dîtir derkevim ji ber ku ev xwedîli xwe derketine. Ji ber ku ez êrîş li himber Kurda ye. Ji ber ku Kurd nayên naskirin şaredariyên wan jî nayên nas kirin. Eger Kurd bihatana nas kirin wê şaredarî û îrada wan jî bihatana nas kirin. Ji ber ku dizanin ku ev êrîş li dijî hebûna wan jî ji bo wê yekê qebûl nakin û dibêjin: “Emê ji destên we digrin.” Li ser vî esasî helwestek pir xwirt heye û tê xwiyakirin ku wê hîn zêdetir xwirtir bibe.
Ev desteserkirina şaredariyan çima li Trabzon, Sînop û Samsûnê nayê kirin?
Çênabe, ji ber ku di rewşa heyî de êrîş li ser Kurdan e. Ev êrîş êrîşeke qirkirinê ye û Kurd jî vê yekê baş nas dikin di heman demê de her kes jî vê yekê Baş nas dike û ew bi xwe jî zane. Di vir de pêwîst nake mirov tesbîtên nû di derbarê dewleta Tirk de bike. dewleta Tirk ji serî heya binî dewleteke qirkere. Ya esas ev ku ew mirov li himber vê qirkirinê çi bike. em nikarin xwe kelo girî bikin û em bêjin dewleta Tirk çima hat ser serê me û em çima bê şensin. Ya girîng mirov li dijî vê faşîzmê çi bike. mirov nikare bêje xwezî AKP’ê û MHP’ê tune ba, ji ber ku êrîşek wî ya qirkirinê heye û wê êrîşê li ser te tînre. Hemû tevgera wan di konsêpta şerekî ku dixwaze koka te biqelîne. Ji bo wê tu yê çi bikî?
Heya astekê niha hewldan hene, lê belê têrê nake. Ji ber ku hîn xwirtir dikarin bikin. Gelê me di şer de ye. Encamê şer bi vî teşeyî tê diyarkirin. Hêzên ku bi hev re şer dikin emporfansa wan her tiştekî diyar dike. Eger civaka me di nav şer de ye û dewleta Tirk bi vî rengî êrîşî civaka me dike, ji bo wê gereke civaka me ji serî heya binî xwe têxe pozisyona şer. Ev şer ne me vedîtiye ew bi xwe heye. Kurdan xwe di nava vî şerî de dît, herî kêm ev sed sale di nava vî şerî de ne. Ji 1806’an û şûn ve her Kurd û Kurdistan di nava şer de ye. Yê ku ji dev xwe berda û ku got êdî bese wê koka vê dewletê biqelîne. Gelê Kurd geleke ku di nav şerekî de ye ji bo vê jî enpormansa wê de diyar dibe. Li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide û ji bo emrê Tirk diyarke. Di destên wan deye aniha dikarin koka wan biqlînin wê demê wê pozisyonekê bigre. Bê gûman pozisyona wê heye lê pêwîste vê yekê nas bike gelê Kurd mîna hêzekê ku şer dike ye, ji bo wê jî enformansa wê pir diyarkere ne bandorkere helwesta gelê me yê Bakurê Kurdistanê diyarkere ji bo emrê dewleta Tirkiyê û faşîzmê diyarker. Niha hin hejmar derdikeve kolana û ne razîbûna xwe nîşan dide, lê belê em dizanin ku eên ku ji vê yekê aciz bxwne ne tenê ev in. Her kes acize heya tê gotin ku AKP’eyî bi xwe acizin. Ji ber ku ne heqî û heqareteke pir mezin tê kirin, eger bi vî rengiya ka rabe û binere dinya çawa dughere. Ziravên wan ji HDP’ê, gelê Kurd û kolanan diqete. Ji ber ku gotine me ev kiriye tu kes ne wêre serê xwe rake. Atmosferek avakirine ku tu kes ne wêre bilive. Suleyîman Suyîlu digot: “ wê demê li peyî mene û destekê didin me.” Ev bi xwe jî heqareteke ji bo gel, lê gelo bi vê axaftina wî bi hejmaran diherikin qadan. Bi vî şeklî li Amed Wan û tevahî û Mêrdînê şer li himber Kurdana. Şer li himber Şirnexê tune ye di heman demê de li milê Batmanê jî tune ye. Li her derê bi vî rengiye Kurd û Kurdistan di bi dagirkeriyê de ye. Bi milyonan Kurd aniha di metrepola de hene, û tişta herî zêd zirava wan diqetîne metrepolin. Ji ber ku dixwazin li wir rehetiyê bidin çêkirin û li Kurdistanê jehrê bidin çêkirin. Ji ber ku bi vî rengye, li Tirkiyê jî pêwîste mirov wan rehet nehêle. Ez ji vê yekê bawarim ku eger hinek ji Kurdên me yên ku ji berê de di metrepolan de ne eger serî rakin wê ne bi kêfa xwe paşde bizîvirin. Anha em di nava şer de ne û berê ji ber şer tu çûye Stenbolê, weke din çi karê te li wir hebûn. Kurd ji ber hin sedeman li tevahî dunya yê belav bûne. Ji ber ku qirkirin û şer hene tu çûyî. Aniha jî te qir dike lê belê dibe ku tu bi xwe nahese. Tenê Kurd dikarin vê pêvajoyê ji serî heya binî biguherin. Yên aciz ne tenê Kurdin hemî Tirkiyê anha acizin. Eger mirov mirov be û demokrat be û antî faşîst be û welat perwer be tu wê demê tu kî be bibe. Ji ber ku bi faşîzmê re mirovên rast nikarin jiyan bikin. Mirov bi ne heqiyê nikare. Pêwîste her kes bi vî şeklî bifikire ku du kes eger yek li ser ê din heqaretê bike wê demê kesê ku heqaret li ser hatiyê kirin eceba çawa difikire ma mirov bi heqaretê dijî. Faşîzim ji ser heya binî heqarete li ser hemû Tirkiyê ji bo vê jî gerke li turkiyê her kes helwestek xwirt û rast nîşan bide. Çawa ku di 31’ê Adarê de dewleta Tirk qeyûm pêk anî aniha jî rêbazek hîn cûdatir bi kar anî. Çûn hilbijartinê û qad bi qad winda kirin. Ev şaştiyek duyemîne ji bo rûxandina AKP’ê û MHP’ê . eger mirov dev ji ezeztiya xwe ber de hinek cesaret dixwaze. Di vê rewşê de Tirkiyê diçe ber bi felaketekê ve. Politîqayên wan li her derê rûxiyane.