WAN – Bloka faşîst dagirker a Akp-Mhp di 19’ê Tebaxê bi qeyûman dest avêtibûn Şaredariyên Gel ên Amed, Wan û Mêrdînê. Çalakiyên ku di pêşengtiya ciwanan hatine destpê kirin bê navber didomin.
Çalakiyên wek meş, çalakiya rûniştine ku tevahî rojê didomiya bi çalakiyên deng derxistinê û teqandina fîşekên hewayî heta saet evarî didomiyan.
Di roja 8’emîn de ya Berxwedanê li dijî qeyûman, gel li gelek herêman derketin balkon û şibakê malên xwe û li dijî qeyûma çalakiyên deng pêk anîn. Ciwanên ku pankarta bi nivîsa “Înîsyatîfa Gel” û slogana “Rê ji Qeyûman re tune” hilgirtin û bi berzkirina sloganên wek “Bi berxwedan em ê biserbikevin”, “Bimre Koletî Bijî Kurdistan” û “Ev destpêkê Têkoşîna me wê bidome” meşiyan.