AMED – Li Amedê, çalakiyê rûniştîn ya HDP bi pêşengtiya ciwan û welatiyan, di roja 8’emîn de didome. Çalakiya îro bi dûrişmeya “Wê roj were dê AKP hesab bide gel” dest pê kir.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didomin. Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar ciwan û welatiyan ku li kolana Lîseyê ya dertê Kolana Xarpêtê ya pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tê lidarxistin, di roja 8’emîn de didome.
Beriya çalakiyê, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran, Mûsa Farisogûllari, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn û Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û welatî tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi çepik, tilîlî, fîq û dûrişmeya “Wê roj were dê gel hesap ji AKP’ê bipirse” dest pê kir.