MÊRDÎN – Wêneyê nelirêtiya Qeyûmê Mêrdînê yên dema bi malê şaredariyê diyarî ji wezîran re stend derket holê. Dîmenên dema wezîr ketiye mexazeyê û dîyarî bi destê xwe hilbijartine derket holê.
Waliyê Mêrdînê dema wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, gelek malê şaredariyê pêşkêşî hevkar û derdorê xwe kiribû. Nelirêtî û bê qanûna ku qeyûm kiribû yek bi yek derket holê. Walî Mustafa Yaman, ku wekî qeyûm tayîn kiribû bi 10 hezar û 42 hezaran diyarî ji wezîran re kirîbû. Dîsa fatûreyên bi deh hezaran tl diyarî û lêçûnên din derketibûn holê. Niha jî wêneyê diyariya ku ji wezîran re stendiye derket holê. Di wêneyê ku dema wezîr diçin mexazeyê û bi destê xwe diyariyan hildibijêrin derket holê. Qeyûm ji Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û wezîrên AKP’ê re ji Mexazeya “Firat Silver” diyarî stendibûn. Di rûpela İnstagramê de wêneyên ku dema diyarî stendine derketin holê. Di wêneyan de xuya dibe ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum derbasî mexazeyê dibin û diyariyan bi xwe hildibijêrin.
Piştî ku Wezîrê Karên Hundir Soylu, Walî Mustafa Yaman di 19’ê tebaxê de tayînî şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk kir, Turk, daxuyanî da û diyar kir ku qeyûm bi buhayê 40 hezar û 42 hezar tl du diyarî ji wezîr Soylu re stendine. Turk anîbû ziman ku Qeyûm Mustafa Yaman dîsa ji Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdoğan re bi 136 hezar tl diyarî stendiye.