MEXMÛR – Li gorî agahiyên gihîştin ber dest serê sibehê balafirên şer li ser Mexmûrê geriyan.
Nayê zanîn ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, yan jî yên koalîsyona navneteweyî ne. Liv û tevgera balafiran berdewam dike.
Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk di 18’ê Tîrmehê saet 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kiribûn.
Li gel balafirên şer, balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bibûn.