ÇEWLIG – Polîsên dagirker ên Tirk li navenda Çewligê serê sibehê bi ser mala Zeynep Yurtsever (50) ve girtin û li malê lêkolîn pêk anîn. Polîsên dagirker ên Tirk piştî lêgerîna li malê Zeynep binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Çewligê. Sedema binçavkirina Zeynebê nehat zanîn.