AMED – Bertek û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê berdewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevşaredar û welatiyan ku li Kolana Lîseyê ya dertê Kolana Xarpêtê ya pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di roja 9’emîn de didome. Polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA’yan hemû rêyên diçin Kolana Lîseyê girtin.
JI ZAROKAN BERTEK
Parlementerên HDP’ê Zeynel Ozen, Hasan Ozguneş, Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Nîmetûllah Erdogmûş, Hişyar Ozsoy, Dersim Dag, Feleknas Ûca, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizraklî yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û gelek Amedî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Zarok û ciwanên beşdarî çalakiya rûniştinê bûn dawîzên “Em ne qeyûman, bajarên dostên zarokên dixwazin” û “Gelo em çima hatin kuştin? Amed, Enqere, Pirsûs” vekirin.
Girseyê bi stranên berxwedanê yên jinan dest bi çalakiyê kirin. Di saetên pêş ên çalakiyê de, li bendêye ku serokên giştî yên TMMOB, KESK, DÎSK û TTB’ê beşdarî çalakiyê bibin.