RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“We yê van hemûyan, dema ku we gavên pêşî avêt, bizanibûyana. Diyar e ku hun pir şaş nêzîkê şoreşê bûne. Hun bi hezarûyek xeletiyan ve hatine nava partiyê. Dema ku min bi du peyvan dest pê kir nêzîkatiya min çî bû, niha jî ew e. Di azînê de pêk neanîn nîn e, encaman pêş nedîtin nîn e. Qas bi qas di ferqa her tiştî de me. Fersendan erjeng dinirxînim. Min encam girt û heya vê derê hatim.
Her milîtanê me vê bingeh girtiba, kariba wisa jiyaba, di vî welatî de dijmin-mijmin nedima. Çiqas şêwazên jiyana kevin hebin, li me tê çespandin û weke keda me vala derxistin di roleke neyênî de tê leyistandin. Ji hewîşa ku nabe re, hunê çima bibêjin amîn? Hunê werin jiyana rast. Hunê rast nêzîkê têkilî û şerê jiyana rast û bi her awayî bingehên wê yên teorî û pratîkî bibin. Hunê bêviyan û îdîa negirin dest. Hunê bêked û bêçarê pêşwazî nekin. Hunê bêdên û bal û hisnegir seyr nekin. Hunê qiymeta herî mezin bidin mirov. Wê eleqe, têkilî û viyana we di radeya herî bilind de bin. Hewldanên we pir bi ponijîn bin û ji ramanê qut nebin. Wê azwerî û çoşa we ya jiyanê di radeya evînê de bin. Şêwaza we ya lêxistinê di radeya dawî de tûj û di dema xwe de be. Dîsa wê hêza we ya parastinê ya ku karibe lêxistina herî girîng asteng bike hebe. Bî gora wî pêşgiriyên wê yên mezintirîn û dên û bala we hebe.
Ger ku hun wisa bijîn ev, jiyaneke dikare bê pejirandin e. Ger ku hun jiyaneke wisa pêk bînin, hun di şer de jî bin, hun di nava zoriyên herî mezin de jî bin, çawa ku li me tê dîtin hêza hedar û tebateke herî mezin, û heta hêza bi çoşî bergîdanê hunê nîşan bidin. Hun dibînin ku li rexmî hewqas zorî û hewqas çespandinan, bi rastî jî, ez dikarim mîna “keyan’’ bijîm. Dema ku ez dibêjim “key’’ wê jiyana herî pîroz, herî zadegan û herî azad ku min pêk aniye qesd dikim. Pêşbîniyên min û rojane bi hemû hêza xwe giraniya ku didim serê, di wê wateyê de qasî ku min ji dijminê min diparêze, dikare bike xwediyê jiyaneke ku bi gelê min bigihîne û gelê min bibe serkeftinê.
Madem ku ez di nava pêvajoyên xedar ango ji tunebûne hatime virê, hun bi hewqas derfetên jiyanê ve ku nikaribin xwe bidin jiyandin, ev ji bo we dibe bêtaloxî û paşdemayîneke rastînî ye. Bi ya min derfetên jiyandina we ya azad hene. Ê dimîne, tebî bi çeka rêxistinê, bi her awayî taktîkên wê ve şerkirin û jiyandinê qezenckirina we ye. Ev di qasa pêşî de jî wisa ye û di henaseya dawî de jî wisa ye. Hunê bizanibin ku derveyî vê tu derfetên jiyanê nîn in. Bi rastî jî ne tenê zanîn, hunê bibêjin “jiyan ev e’’ û ji bîlî vê tiştekî din re zemîn pêşkeş nekin. Hunê bêwateyiyeke herî piçûk û nedicîdeyiyeke herî piçûk jî qasî nabexşîne tûj bin.
Hunê di zanebûn û berpirsiyariya jiyanê de bin. Ez heya niha hindek wisa jiyam. Hunê hem bi rastîna serokatiyê ve pêwendiyên xwe wisa deynin, hem jî bi şêwaza jiyana wî re hewqas bikevin nava nakokiyan ango bi hezaran kîlometre jê dûr bimînin! Hun ji xwe re pir eyb û mixabin dikin. Serokên rastînî xwe dana jiyandinê dizanin. Lê belê yên ku ji van serokan ango ji van hevalan bi kîlometreyan dûr dimînin jiyandinê wenda dikin. Ji ber vê yekê em mesafeyê bigirin. Li we jî, şêwaza ku karibe we bike xwedî rol, ka çi hebe ku we bîne halê milîtanên xurt, em layiq bibînin. Hêviya we bila hebe, lê hewldanên we jî qasî ku karibe wê pêk bîne bi zanebûn, bi rêxistinî û qas bi qas xemilandî be. Em, her dem wisa bûn. A ku dide qezenckirin ev helwest e. Ez bawer dikim ku, yek kesek şêwaza min bisepîne, bigihîne heza sepandineke jirêzê , wê di rastîna PKK’ê de serkeftinê bigire. Piştî hewqas pêşketinan, yên ku xwe bi xwe vala derdixin, tenê dikarin qala neserkeftinê bikin. Di bingehê durustiyeke jirêzê de, yên ku bi rastînên vî şerî li ser vî karî ne, heke xwe bi xwe nexînin, xwe bi xwe asteng nekin, nayên xistin û ji serkeftinê nayên wergirtin. Jiyana me hindek vê selimandiye. Hun dikarin zêdetir biselimînin û bi ser bixînin.
Çile 1994
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN