NAVENDA NÛÇEYAN –
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di 26’ê Cotmeha 2011’an de li Başûrê Kurdistanê û bi îdeaya qaşo ‘netewperestî’ ya Kurd hat avakirin, rêveber û endamên wê ji bo dewleta Tirk razî bikin ketine nava pêşbaziyê. Yek ji endamekî Partiya Yekitî ya ku di nava ENKS’ê de ye û nexwest navê wî aşkere bibe hevdîtina rêveberên ENKS’ê Brahîm Biro û Kamîran Haco ya piştî civînekê li bajarê Hewlerê ya Herêma Kurdistana Federe ku di 29’ê gulan a 2019 (29.05.2019) de hate lidarxistin de ji mere wisa ragihand;
Destpêkê ENKS ji 11 partiyên Kurd ên li Sûriyê ava bû, di sala 2012`an de bû 15 partî, lê bi demê re ji ber ji îdeaya parastina gelê Kurd pir dûr ma yek bi yek partî jê qût bûn û tenê 4 partiyên wek e; “Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi serkêşiya Ebdulhekîm Beşar û niha Siûd Mele, Partiya Yekîtiya Kurdistanê bi serkêşiya Ibrahîm Biro, Yekîtiya Kurdistanê Ebdulbasit Hemo û Partiya Azadî ya Sûriyê bi serkêşiya Mistefa Oso tevî hindek partiyên din.” Endamê ku diyaloga Birahîm Biro û Kamîran Haco ya bi dewleta Tirk re ragihand, diyar kir ku di axaftinên rêveberên ENKS’ê de ti eleqeya xwe bi Kurdayetiyê re nîne û dev ji PDK’ê berdin bi temamî li gor talîmatên dewleta Tirk tevdigerin. Endamê ku nexwest navê wî aşkere bibe anî ziman ku ji ber vê yekê jî kesên wan nas dike jî dev ji wan berdidin.
Heman endam anî ziman ku ji ber vê yekê ew jî dê dev ji ENKS’ê berde û ev tişt gotin: “Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve heya niha, ENKS’ê tu gavên cidî ji bo gelê Kurd li Sûriyê ne avêtine. Lê belê xwe xistiye xizmeta qaşo bi navê Meclisa Niştîmanî ya Sûrî tê naskirin ku niha veguheriye Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Her du meclis hewl didin ajandeyên Tirkiyê li Sûriyê pêk bînin.
Ji ber daxuyaniya ENKS’ê ya Efrînê ya dewleta Tirk aciz kirin hev sûcdar dikin!
Endamê ENKS’ê yê agahî ragihand, destnîşan kir ku bi taybetî di diyaloga Birahîm Biro û Kamîran Haco de, ji ber daxuyanî û rapora ENKS’ê derbarê dagirkirina Efrînê ya ji aliyê çeteyên girêdayên dewleta Tirk û artêşa Tirk ve hatî kirin de, hem ji ber rapora ku Kamîran Haco amade kiribû û hem jî hin daxuyaniyên rêveberên ENKS’ê de ev tişt gotin: “Ew rapora ku li ser efrînê çêbû hadî û yan bedir bû. Nesir ew rapor da min û bixwîne û mewqif jê girtibû. Nebaş bû te nîv şerê wan kiribû û nîv pesnê wan dabû. Te ne ev razî kir û ne ew.” Hat gotin ku li ser vê nerazîbûna Biro, Kamîran Haco jî, ji ber Fuad Elîko, Siyamend Haco, Evdîlhekîm Beşar û kesê bi navê Rêzan giliyê wan li cem dewleta Tirk bi taybet jî di civîna ku rayedarên MÎT’ê jî tevlî bibûn, kiriye.
Endam ragihand ku Biro û Haco gotine ku ji Serokê Giştî ya ENKS’ê Siud Mele bigire hemû rêveber û endamên heremî yên ENKS’ê bê destûra wan daxuyanî an jî rapor amade nekin, lewra divê Enqere û Hewlêr aciz nekin.
Biro û Haco li ser şandeya Fransa ku amadekariya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ENKS’ê ligel hev bide rûniştandin de jî, Biro gotiye ku hêj amadekarî tê kirin, ew jî dê herin, jixwe eger pêşniyarên wan di asta daxwaza dostên wan bin (qala Enqere/dewleta Tirk dikin) ew dê riyek nîşan bidin, lê dewleta Tirk ekît naxwaze bi PYD’ê re bê rûniştandin.
Baş e di vê demî de daxuyaniyên Biro û Haco çewa bûn?
Ev demeke dirêj e Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî li her parçeyî êrîşî nirx û destkeftiyên gelê Kurd dike. Çi Bakur, çi Başûr, çi Rojava, li ku derê li ser navê Kurdan tiştek bê bidestxistin ew dibe hedefa Tirkiye yê. Ligel vê yekê gelek derdorên Kurd, bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de ne. Ne tenê bi Tirkiyeyê re, hin derdorên Kurd ligel ku tu keda wan di pêvajoya şoreşê de tûne ye li ser fetisandina vê şoreşê li paytextên cuda bazariyan dikin.
Serokê Komîteya Karê Derve ya ENKS’ê Kamîran Haco, piştî hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê wiha gotibû: “Der barê Rojavayê Firatê de hêzên navneteweyî xwediyê planên nû ne. Hêzên Navneteweyî dixwazin hêza PYD’ê bişikînin û dixwazin bi hêzên ku ENKS jî di nav de planên nû biafirînin. Ger ku ev plan bi ser bikevin dê hêza me zêde bibe.” Roja ku Haco vê daxuyaniyê da, li Stenbolê di navbera Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê de Zîrveya Suriyeyê dihat lidarxistin. Piştî vê zîrveyê, Tirkiyeyê cara yekemîn bi çekên giran êrişî herêma Zormixar a herema Kobaniyê kir. Dijberiya Tirkiyeyê ya Rojava tê zanîn û Tirkiye dixwaze ku ji Kobaniyê dest pê bike û şoreşa Rojava bifetisîne. Ji ber ku dizanin destpêka şoreşa Rojava Kobanî ye, lewra êrîş dikin. Ewil xwestin bi destê DAIŞ’ê serkeftinê bi dest bixin, lê niha Tirkiye rasterast ketiye dewreyê.
Heman êvara piştî daxuyaniya Haco, Endamê Komîteya Karê Derve yê ENKS’ê Îbrahîm Biro axivî. Biro jî wiha gotibû: “Rûsya bi biryar e ku pirsgirêka Kurdên Sûriyeyê çareser bike, nêrîna Rûsyayê di vî warî de erênî ye lê PYD ji vê yekê aciz e.”
Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê kete Efrînê û Efrîn dagir kir. Rûsya di wan deman de daxuyaniyên dijberî Rojava dide. ENKS heya niha ji bo mezinbûna şoreşa Rojava tu xebat nekiriye. Beriya niha jî berdevkên ENKS’ê digotin ku “Tirkiye zûtir mudaxeleyê Rojava bikirina PYD evqas mezin nedibû” û rasterast bangawaziya mudaxeleya Rojava dikirin.
Jixwe wateya ev helwdanên ENKS’ê hene. Niha pêvajoya avakirina maseya çareseriya meseleya Sûriyeyê hatiye rojevê, ENKS di demek wiha de xwe nîşan dide. Rola ENKS’ê çi ye? Ev yek rola Kurdên ku li ser navê gelê Kurd beşdarî konferansa Lozanê bûbûn tîne bîra mirov. Çawa ku wan Kurdan got “tu daxwazeke me ya azadiyê nîne” niha ENKS jî heman rolê dilîze. ENKS bi vê helwesta xwe şirîkê êrîşên li ser gelê Kurd e.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê