NAVENDA NUÇEYAN
Hat diyarkirin ku Parlementerê Eniya Tirkmenên İraqê li Herêma Kurdistanê kû heya niha jî erkê wî bi fermî ne hatiye ragihandin, weke Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê ê herêma Kurdistanê seredana Tirkiyê kir û hinek hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk anîn.
Parlementerê Eniya Tirkmenên İraqê li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf kû heya niha jî ji aliyê hukumetê ve erkê wî bi fermî ne hatiye ragihandin weke Wezîrê Pîşesaziyê ê Hukumeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê û bi Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Parêzgeha Elezîzê Asilhan Arslan re hevdîtin pêk anîn. Hat zanîn ku Aydin Marûf li ser banga Endamê Encûmena Odeya Bazirganî û Pişesaziya Parêzgeha Elezîzê Elî Şekerlisoy seredana bajêr kiriye.
Aydin Marûf piştî hevdîtinê daxûyaniyek da çapemeniyê û got, “Me di hevdîtinê de têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera Hewlêr- Enqere û Bexda-Enqerê de niqaşên berfireh kirin. Emê di pêşerojê de karên gelek baştir encam bidîn, têkiliyên me yên siyasî û dîplomasî başin. Ev têkilî bandorekî erênî li hevkariya me ya aborî dike.”
Meha borî li Parlemena Herêma Kurdistanê Erka Wezîrtiya Bazirganî û Pîşesaziyê ji bo Tevgera Goran hatibû veqetandin û Kemal Muslim Qerenî weke wezîr hatibû diyar kirin
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê