RIHA – Polîsên Tirk ên dagirker li navçeya Pirsûsê spedeyê, bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin.
Polîsên Tirk ên dagirker li navçeya Pirsûs a Rihayê, spedeyê bi ser malan de girtin û cendirmeyan jî li taxên çolter operasyon kirin. Di di operasyonan de û dema ku bi ser malan de girtin 6 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku 2 kes ne li malên xwe bûn, nehatin binçavkirin.
Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Nuho Ceyran, Osman Akgun, Ahmet Dagtekin, Halîl Demîr, Kadîr Samur û Mehmet Samur. 6 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.