BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Me di daxuyaniya xwe ya di 4’ê Tebaxê de diyar kiribû ku di 23’ê Hezîranê de li nêzî gundê Zamekê yê Dêrsimê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer çêbûbû û di van şeran de 4 hevalên me şehîd bûbû. Di van şeran de rêhevalê me Hakî (Cîhan Çelebî) yê di Fermandariya Eyaleta Dêrsimê de ye û hevalên pê re Adnan (Mahmût Alinbay), Rizgar (Abdulkerîm Arvas) û Sîdar (Mazlûm Atar) piştî şerekî bi qehremanî yê li hemberî dijmin şehîd bûne.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Hakî Pîr
Nav û paşnav: Cîhan Çelebî
Cihê jidayikbûnê: Dêrsim
Navê dê û bav: Desîme – Mûstafa
Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim
Nasnav: Adnan Pîro
Nav û paşnav: Mahmût Alinbay
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Şevgul – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim
Nasnav: Rizgar Sabrî Şahîn
Nav û paşnav: Abdulkerîm Avras
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dê û bav: Memîhan – Ekrem
Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim
Nasnav: Sîdar Dêrsim
Nav û paşnav: Mazlûm Atar
Cihê jidayikbûnê: Dêrsim
Navê dê û bav: Emîne – Tahsîn
Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Hezîrana 2019’an/Dêrsim
RÊHEVAL HAKÎ FERMANDAREKÎ PÊŞENG Û MÎNAK BÛ
Rêheval Hakî di sala 1978’an de li Dêrsimê ji dayik bûye û bi çanda Kurd a Dêrsimê mezin bûye. Wekî her zarokê ku li Kurdistanê mezin bûye, rastiya dijmin zû nas kiriye. Li hemberî polîtîkayên dijmin ên qirkirinê di sala 2004’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Hakî bi kesayetiya xwe ya dînamîk û fedakar di nava demeke kurt de xwe di warê leşkerî de pêş biriye û peywirên xwe bi berpirsyarî pêk aniye. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Dêrsimê wekî nûnerkî xeta fedaî ya tevgera Apoyî bi dilekî saf û paqij tevlî nav xebatan bûye.
HETA NEFESA XWE YA DAWÎN BI FEDAÎYANE ŞER KIRIN
Rêhevalên me Adnan, Rizgar û Sîdar jî dema ku dewleta Tirk bi hovane êrîşî gelê Kurd dikir, tevlî nav refên gerîlayan bûne û her hevalekî me bi pratîka xwe ya di gerîlatiyê de bûne sembola ked û fedakariyê. Rêhevalên me Adnan, Rizgar û Sîdar li qadên ku lê têkoşiyane hemû peywir û berpirsyariyên xwe bê kêmasî pêk anîne. Rêhevalên me li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li Dêrsimê heta nefesa xwe ya dawîn li ber xwe dane û hemû planên dijmin têk birine.
Malbatên rêhevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînaşehîdên xwe di têkoşîna xwe de bidîn jiyîn.”