ŞÊLADIZÊ – Li parêzgeha Duhok û Hewlêrê pêla girtin û binçavkirinê ya asayîşa girêdayî PDK’ê dewam dike. Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî yên li herêma Amediyê hatiye girtin, nêzî 10 roje 4 ciwanên Şêladizê ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ya hêrêmê ve hatine binçavkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî 4 ciwanên hatine binçavkirin ji eşîreta Rêkaniyane . Li gorî heman çavkaniyan navê kesên hatine binçavkirin wiha ye, “Rêdar Cangîr Selman, Aras Samî, Dilêr Kemal Biyarî û Hekar Rijdî ye.”
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku nayê zanîn ciwan ji ber çi sedemê hatine binçavkirin û hate gotin ku ev demeke careke din zextên asayîşa PDK’ê ya li ser gelê herêmê zêde bûye û sedema zêdebûna zextan jî nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinêye ku berê niha çend rojan 2 pêşmerge û 4 welatiyên sivîl li herêma Amediyê hatibû girtin.