NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyê Tolhildana şehîd Çiyager Hêvî a girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku wan li dijî qeyûmê dagirker li Amedê kolana Seyrantepe Cumhuriyet çalakiya rê girtinê lidar xistine.
Yekîneyê Tolhildana şehîd Çiyager Hêvî daxuyakirin ku wan di 27’ê Tebaxê li kolana Seyrantepe Cumhuriyet rêyek a du alî li trafîkê girtine û çalakî pêk anîne. Di çalakiyê de fîşekên hewayî Û bombeyên deng hatine teqandin. Polîsên dagirker demdirêj nikaribûn bihatan cihê çalakiyê. Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku çalakiya wan bi awayekî serkeftî pêk hatiye.