NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda ragihandina QSD`ê daxuyniyek belav kir û tê de got:
“Yekîneyên me yên taybet bi hevkarî û piştgiriya hêzên Koalîsyona Navdewletî bi operasyonekê berbenga vê sibehê komek terorîst a girêdayî DAIŞ`ê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girt.
Piştî demekê ji şopandin û lêkolînê ji aliyên pispor, hêzên me ser cihê şaneyê de girt û tevahiya endamên şaneyê girtin.
Her wiha yekîneyên me alavên bêtêl, cilên leşkerî tevî pirtûkên girêdayî rêxistina terorîst desteser kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ku hêzên me piştî tunekirina DAIŞ`ê dem demê ser cihên komên girêdayî DAIŞ`ê de digirin.