RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Bi jiyanê henek nayê kirin, nayê kenokîkirin, nayê êxistin rewşa kenînê, jandariyê û rewşeke biîşkenceyeke tirsnak. Ez dixwazin vê çalakiya dawî ya keça dilêr bînim zimên.
Leyla Qapîlan.
Çima bi çalakiya xwe bi min weke jandar hat? Weke ku tê fêmkirin nû bûye. Jixwe 17 salî ye û di bin bandora giran de li qevdek jiyanê digere. Li têkiliyekê digere, li PKK’ê digere. Hetanî Dêrsimê diçe û bi gora dilê xwe li azadiyê digere, lê dixape. Belkî jî zehmetiyê dikişîne, paş ve vedigere. Belkî jî dudiliyê diborîne. Lê bi bandora giştî ya PKK’ê be jî, çalakiyê bi înîsiyatîfa xwe pêk tîne. Hêza dijmin, wezîrê karê hundir, ew karbidest bi reha dibêjin ku “hebên wêrekiyê xwariye. Bi vê şêwazê çalakiyek nikare bê sazkirin.” Bi gor vaca wan bi reha divê wisa be. Bi vî rengî pêkanîna çalakiyekê weke nayê bawerkirin dibînin.
Aliyê PKK’ê ku erjeng biwêrekî dike heye. Leyla vê esas digire û bi misogerî dilsoziya bi armancê heye. Lê dema ku dor tê di bin her mercî de van vegerandin milîtantiyekê zoriyê dikişîne. Niha qismekî ku zoriyê dikişînin, va wek we ne. Qaşo di nava PKK’ê de ne, lê hebûniya wan weke tunehiyê ye, feydeya wan bi gor xisarê pir hindik e.
Çiqas di bin bandora pergalê de bimîne bila bimîne ew keça dilêr, cara dawî hêza xwe dicivîne, li baweriya xwe xiyanet nake (ji ber ku hinek dudiliyan diborîne, van jî bin dixîne) û vê çalakiya dilêriyê pêk tîne.
Bêçare be jî, ev çalakiya dilêrî di riya xwedawendbûnê de çalakiyek e.
Esasên piralî dixîne nav çav û dilên me. Çendî lewaz bî jî, dê tu ji armancê netirsî. Çendî dudilî hebe jî, gava ku pêwîst bike, dê tu gava herî dilêrane biavêjî. Ev çalakî, ev kesayet pir rewneq in û heke ku di kesayetiyên herî lewaz de pêk tên, ev pir girîng e. Dilsozî bi şêwaza serokatî. Her wekî di bûyera Zîlanê de hatibû zimên, vegotina tekûz dabû. Di virê de jî pir balkêş, qet qasî we jî perwerde nedîtiye. Di ezmûne û tecrûbeyan de jî derbas nebûye, lê ji ber ku hesasiyeta wê heye, ji ber ku dijmin weke dijmin dizane, dilê xwe jî weke dil dizane, vê durûtiyê nîşan nade. Dudilî diborîne. Heta carna pirsa “ez vegerim an na?” di dilê xwe de digerîne. Di nameyekê de van axaftinan dibêje, “ez nikarim!” lê dilsoziya wê bi nirxan, dema ku zorê lê dike ji bo dirûstbûnê, wê demê ew ber bi pêkanîna çalakiya dilêrî ve dibe. Ev pir baş rastîneke PKK’yê ye. Yeka jirêzê jî bi vê rastînê re pêwendîdar nîşan dide ka dikare çi bike. Divê em rêzdar bin û pêwîst e hun rêzdariyê di dilên xwe de nîşan bidin. Helbet ev bi gotinê nabe. Ger hun dema ku pêwîst bike wê dirûstbûna ku dikare bibe xwediyê wê gava dilêrî li ser xwe pêk bînin, -jixwe ev rêzdarî ye, nexwe hun bibêjin “qelsiyên min, zoriyên min hene” û hewla jiyînê bidin, ev xiyanetek e û rewşeke herî rajêr e. Ji ber ku ev rêhevala me ji we hemûkan lewaztir bû, ji we hemûkan zêdetir xwedî zoriyan bû. Lê fersenda jiyandinê bi wê durûtiyê neda. Nexwest di xwe de jî bide jiyandin.
Nirxên pîroz in, divê dilsozbûn were zanîn. Weke Leyla bi sedan nirxên me yên dilêriyê hene. Ez bi xwe jî xwe ji wan re weke şopandinerê fêmkirinê û xizmetkarê wan dinirxînim. Peywira ku min layiqê xwe dîtiye ev e. Li pêşberî mezinahiya çalakiya wan ez bi xwe jî zoriyê dikişînim. Ên ku di riya xwedayî de ne, bi gor rêgezên mezin, ên ku bi bûyerekê bersivan didin, tenê dikarin bibin wisa. Tebî rewşa min cewaztir e. Ez di rewşa mayîndekirin, timîkirin, mezinkirin û bi serkeftinê birina wan de me. Xizmetkarî tenê dikare wisa wateyê peyda bike, li derveyê vê gengaz nîn e.
Dilên we hesas nîn in. Hun îdîa dikin ku zilam in, pesnên zilamtiyê didin. 17 salî ye. Yeka ku di mercên metropolê de bi zorê mezin bûye, hetanî qirikê çepeliyên metropolê hatiye xwestin ku bê nizilandin nav giyan û zanebûna wê ku bixwaze wisa bike, baş e hun dikarin çi nekin? Ma rev gengaz e? Hun birevin, ma hunê kî bi xwe bidine xapandin? Karê herî girîng ku ez karibim bikim, vê şiyarbûnê temsîlkirin e. Ezê çima li hember we stû bitewînim? Hun dikarin bipirsin ka tu çi dikî? Va ye kirinên min. Encamên ku ez jî wateyê pê bidim, bidomînim û jê derxînim hene. Wisa nayê jiyandin. Bi vê devleqiyê, bi vê neşiyarbûnê jiyîn ne gengaz e. Van hemû bûyerên dilêriyê hindek di dilên xwe de bi cî û bi yek bikin. Hun nikarin qala tiştekî mînanî veneguherîn û pêşveneçûnê bikin. Ên ku dilêriyên wiha diafirînin, di nav PKK’ê de mînanî bîrdariyekê ku li holê ne, hê jî peywireke jirêzê biserkeftî sermilnekirin tê çi wateyê? Çewtî hetanî çokê ne. Ma kîjan dilsozî bi devkî dikare were derbirandin?
Jirêzê nayê jiyandin. Serokatî wekhevê jirêzê nejiyandinê ye.
Va çalakiya dilêrî ya mezin, şanîdera şêwaza serokatiyê. Di PKK’yê de wisa dibe. Hunê bigihîjin hînbûyîna jiyîna mezin. Rast bihizirin, mezin bihizirin. Mezin dest pê bikin, mezin biaxivin, mezin bifermin û mezin biencam bikin. Ma hun wisa ne? Çewtî mînanî sîxan dikevin çav. Tê gotin “me li hev kir.” Her tişt derveyî rêpîvanê ye. Me zêde nexwest em bi ser de herin. Metirsî li ber derî ye, “me qet bala xwe nedayê.” Peywirên ku pêwîst e rojane bên cî hene, hun dibêjin “me paxavî pê nekir.” Va hunê van hemûkan berdin û bi azîmekî mezin û bi moralê divê were destpêkirin.
Ma tevlîbûneke wisa ji rastîna serokatiyê re dikare bibe? Wijdana we vê dipejirîne an na?
Dê gelac bêne eybandin. Bi gotineke dîtir dê helperest, bêrêgez û xwediyên pratîka kirêt bêne veqetandin. Heke ku dihizirin dê wisa bijîn, xwe dixapînin. Di vê çarçoveyê de bêyî veqetandinê, qet serî li ciyawaziyên mînanî “ji kû derê tê, ji kîjan malbatê, kîjan zayendê, kîjan netewê” nayê kirin û em pîvanên xwe yên gelemperî didin. Hetanî dawî em têxine warê têgihîştinê, bi gotinê dest pê dikin û gotinê misoger dikin. Careka dî bibêjim: PKK ne ya wan kesên ku ocaxa bav pêş dixînin, ocaxa yên ku mafê xwe yên jiyînê hene û kedkaran e. Em mafê vî gelî ku herî mirovanî ye temsîl dikin. Hunê çima di tevlîbûnê de dudiliyê biborînin? Êdî wan şêwazên nîvî-nîvçe, kor-kulek û têkçûyî derbas bikin. Di bingeh de çewtiya we ya bingehîn; qasî kêmbûna îdîayê, ji ber nehevgirtîbûna şêwazê pêş dikeve. Bi piranî jî şêwazên pergalê, paşvekişandinên ku pergal di kesayetiyên we de daye çêkirin vê encamê diafirînin. Şoreşgerîtî, vê di qasê de qutkirin e. Nexwe hunê tim wisa bi paş ve bêne kişandin. Ê ku bi paş ve ewqas tê kişandin jî, nikare pêş bikeve. Êdî fêmkirin ne zor e.
Hun zarokên gel in, bi misogerî hun vekirî ne li ser navê gel ji bo xwedîderketina li hin nirxan. Ji aliyê mebestê ve hun wisa ne. Lê ew sedemên şîlokirinê ku pergalê bi mejî û dilên we daye ku pir rûxîner, bêîdîa, paşvekişîner, xwedî dudilî, dixîne şîlobûnê, nizanim ez bibêjim jahrî, bibêjim afyon hun xistine vê rewşê û ev jî rabûna hemû derfetên we yên serkeftinê ye.
Ez di nava heyirînê de me; ger we rojeke min jî vebikola, dê piraniya we destanan binivîsandana. Pirî ku we çîrok û kevneşopiyên ji ocaxa bav mayî guhdarî kirine, we em jî, xwe jî xistine rewşeke zor.
Tevî van hemûkan, bi rengê “werin û bi min re bimeşin”tika nakim. Ê ku nahedirîne bi hêsanî dikare vekişe. A ku ez lê serîhildanê dikim, ji aliyekî ve ku hun dibêjin “em sewdaserî ne, dilsoz in” ji aliyê dîtir ve jî carek jî na, xiyanetê weke şêwazeke timî li me çespandina we ye.
Ez we vexwendê pîroziyê dikim. Erê, em dixwazin we pîroz bikin. Şêwaz bi min sotîner e. Em dixwazin ku we bikin şervan, milîtan û fermandarê vî karî ku tim mezin dibin. Bi awayekî dîtir hun nikarin bibin weke Leyla’ya ku 17 salî bû.
Ew dilêreke jandar e. Hunê jî bibin kenokî û derkevin. Ji ber ku kar cidî û rişt in. Leyla şûna kenokiyê bûna jandariyê vebijart. Helbet dilêrane ye.
Hun zilamên çawa ne?
Ger hun xwe nû nekin, ez nirxekî pênc pere jî bi we nadim. Hevalekî me weke pênaseya bi ti cureyî nehatina PKK’ê û serokatiyê, xwestiye ku zilamtiya xwe bidomîne, zuriyet û dundeya xwe pêş bixîne. Lê ji ber ku di nava PKK’ê de nîvenga vê nîn e, hêrseke mezin radibihîse. Ew roj ev roj e, rave dike ka çima qasî misqalekî rast nêzîkê pratîkê nebûye. Dibe ku em di demên peş de vê vegerînin berhemekê mezin a wêjeyê. Çi mixabin ezê wê zilamtiyê bi we nedime kirin.
Divê êdî em li hember hinek rastînan rêzdarbûnê bizanibin. Hunê li ser rêgez û esasên sepandinê kûr bibin. Vê jî bi teşeyê zorê na, bidil û can, bi teşeyê hesreta sedsalan û bi mejî û dilê xwe dana xwarinê hunê çêbikin. Hunê herzkirinê hetanî dawiyê, dijmin bi erdê ve bikine yek, jiyana ku bêriya wê tê kirin pêk bînin û her cure şerên wê qasî serkeftinê, hunê vî karê ponijîn û kûrbûnê bi xwe bidine pejirandin.
Serokatî di karê ponijandinê de sînor nenaskirin e. Ma her cara ku dest diavêjê serkeftin ne reha ye? Ev bi asta ponijîna qasê ve pêwendîdar e. Serokatiya ku bi me tê temsîlkirin diçe kû derê bila here, tenê bila nefes bide û bistîne, bi reha bi ser dixîne. Di mercên herî nayê bawerkirin de jî, me bi ser xist. Niha jî em mirov in, dibe ku ji jor kevir jî bikeve, weke fîzîkî tune bibin, lê heke em dijîn, emê fîzîkî jî bi ser bixînin.
Em di sedsalan de dijîn.
Ji PKK’yê lîstokeke kirêt tê leyiztandin. Lîstokeke ku êdî dijmin jî girtiye devê xwe û hêvî pê girê daye. Em weke gelek serokên ku bi azîneyên zorê dikin na, bi rêhevaltî, bi îknakirinê li ser we disekinin. Êdî em dixwazin ku ev ji partiyê were tesfiyekirin, ji bo vê asta ponijînê ya ku pêwîst dike hun bigirin û beriya her tiştî weke esasê hemû jiyanê, weke bahaneya jiyanê ya yekane, bi teşeyê misoger û li nav demê neyê belavkirin, ger hun ji talîmatê fêm dikin bi talîmatê, jitikayê fêm dikin bitikayê pêwîstekên wê bînin cî. Ji ber ku jiyan di bin gef û hereşeyê de ye. Her tişt bi zorê hatiye qezenckirin û dijmin dixwaze qas bi qas tune bike û ji destê me derxîne. A ku dijmin bide sekinandin tenê asta ponijînê ye, yanî rastîna serokatiyê ye.
Can diçin, hun diçin.
Ma bi we re qet dilê dayikê jî nîn e? Dema ku hebûniyên herî hêja diçin, ma mirov hestiyar nabe? Rêheval û nirxên di nava partiya me de yekane çavkaniyên hêviya gel in. Heke hun vê astê wernegirin, li ser navê gel çi tiştên dawî ku mirov hêvî bike, bi tevahî weke ku careka dî nevejinin ji dest diçin.
Di berê de xwe dixistin çîlexaneyan û zikir dikirin. Tenê ji bo ku bi gor rêgezan bijîn. Em nabêjin ewqas zikir bikin, xwe bikişînin çîlexane û dergehan. Şêwaza şerê me pir vekirî ye û bêaman e. Di van dergehan de şidet tune ye, tenê û tenê ponijîna giyanî heye. Bîrdozî, siyasî, leşkerî, rêxistinî û yek jî qas bi qas ponijîn. Ev cara yekem e ku em bilindbûnê bêqutbûn û bi teşeyekî serkeftinî didomînin. Ma ji vê xweşiktir çi heye? Ji bo ew kesên ku bi gel û hinek nirxên mirovanî ve girêdayî ne, heta weke takekes li hember xwe rêzdar in, ma ji vê pîroztir çi heye? Şêwaz jî, tempo jî ji bo vê ye, ji bo we ye, ji bo gel e. Nexwe di dîrokê de nehatiye dîtin ê ku qasî me hêjayî dide mirovên xwe. Zorî tenê ji bo pêkanîna wê jiyana layiqbûnê ye. Hatiye peyitandin: Alîgirekî me yê herî jirêzê jî, xwedî çalakiyeke dilêriyê ye.
Va mînak: Leyla Kapîlan. Li hember vê ti dijmin nikare bihedirîne, dê di heman qasê de hilweşe. Ji vê pê de ne vebijarteka me, ne jî xwedayekî ku me bibexşîne û em xwe bihewîninê heye. Di roja me ya îroyîn de sotîneriya rastîna serokatiya PKK’ê, wê di her navendê de biwate û sepandinê temsîlkirin, bêtir bûye bêaman. Him derfetê hatina fêmkirin û herzkirinê zêde bûye, him jî di rewşa di navê de lîstok leyiztinê de pêşketîbûn heye. Emê di bingehê erênî de bi ser de herin û ev lîstokên di bingehê neyinî de jî, bêyî ku li nav pêvajoyê were belavkirin, jê bikin û biavêjin; biryar di vî bingehî de ye. Di rasteqiniya serokatiyê de sepandin, bi teşeyekî ponijîn bi rê ve diçin. Yanî erênîbûnê, asteke ku bi salan nehatiye pêkanîn, divê di navbera çend heyvan de bide. Neyiniyên ku pir biwergir in jî, têperandina wan wergirî bi xwe re pêk tîne.
Di nava we de yên ku bi xwe bawer in, egîd in, divê wateyê bidinê. Ji bo vê yekê divê bi çewtiyan re li hev neyên. Derfetên bêaman birêveçûna li ser bingehê rastiyan hene. Dilêrbûna egîdiyê tenê bi vê şêwazê pêk tê û ev bi reha dide qezenckirin. Şêwaza tevlîbûna xwe êdî ji şîlobûnê rizgar bikin. Kêmasiya şêwaz û tempoyê ya di îdîa û sepandinê de bitêperînin. Ji her demê zêdetir tûjbûnî serkeftinê nêzîktir dike. Belkî jî di dîrokê de cara yekem e pêkanîna armancê ewqas hatiye halê derfetê. Weke berê ku hun xwe têxin bin siya bahaneyan, qet û qet hun nikarin vê rojê wisa bibin. Ev jî aliyên herî balkêş ên rastînên serokatiya taktîk in.
Serokatiya stratejîk tim xwest ku wisa pîroz bimîne û taktîkê jî wisa bêaman bi rê ve bir. Di vê gihînekê de hun tev qasî esasên stratejîk, dikarin bi hêsanî xwe bigihînin esasên taktîk ên sepandina wê, pê re bibine yek û şêwaza serkeftinê ya misoger werbigirin. Di nava PKK’ê de yekane şêwaza ku bibe jiyanê; şêwaza serkeftinê ya hatî peyitandin e.
Ti kes bi çi bahaneyê ne di behremendiya astengkirina vê de ye, ne jî çi milîtanê PKK’ê û heta alîgirê wê di rewşa jê re fersend dayînê de ye. Divê hun bi van mezinbûnên ku hatine peyitandin lê xwedî derkevin û ji kî û ji kû derê (ger ev ez bim jî) kêmasî û neyiniyek were di heman qasê de bidine sekinandin. Ji ber ku ti partî qasî PKK’ê, ji bo sitandina malê gel ne layiq e û ne pêwîst e jî. Yanîhim pir layiq e, him pir pêwîst e ku, ji bo gel di raseriya kesan de, ji min jî wêdetir tevlîbûn pêwîst dike ku, rolê dîrokî karibe were leyiztin. Ez bi xwe jî ku ewqas tevlîbûnê nîşan didim, pêwendiya xwe bi vê rasteqînê ve heye.
Zoriyên we çendî hebin bila hebin, asteng çendî rehdar bin bila bibin, hetanî dawî xwe bigihînin tûjbûna viyanê, di xwe de her cure astengê, qasî karibe dijmin jê bike tûj bikin. Ji bo vê zanebûna ku pêwîst dike bigirin û hêza sepandinê di xwe de kom bikin. Bi vî awayî çi tiştê li hundir û derve ku li ser rastîna serokatiyê bûye raselitîn û muselet paqij bikin, bi azweriyeke mezin him bi gotinê û him jî bi çalakiyê hesab bipirsin. Bi vî awayî tevlîbûna xwe ya serokatiyê ku him mafê we ye, him peywira we ye û tenê hun dikarin bi wê bi ser bixînin bi reha pêk bînin.”
28 Cotmeh 1996
JI PIRTÛKA “EVÎNA KURD – Çawa Bijîn – Cilt III” HATIYE WERGIRTIN