AMEDÎ – Balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk ji duh ve gundên herêma Garê ya ser bi navçeya Amediyê ya Duhokê bombebaran dikin. Duh ber êvarê Bergarê hate bombebaran kirin, vê sibehê gundê Gûzê û niha jî bombe li gundê Şêranê ya Garê hate barandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî welatiyek herêmê di encama êrîşa balafiran de birîndar bûye.
Gundê Gûzê jî vê sibê hatibû bombebaran kirin û di encamê de agir bi gund ketibû.
Duh êvarê jî gundê Pîrbûla ya ser bi Zaxoyê ji aliyê topxaneyên artêşa Tirk ve hatibû topbarankirin.