ÊLIH – Şîrketên bazirganiyê dixwazin bi Bendava Ilısu bajarê 12 hezar sal ê çand û dîrokê Heskifê di bin avê de bihêlin. Heskif wê di 8’ê cotmehê de ketin û derketina wê bê girtin û têxin bin çemberê. Koordînasyona Heskifê Roja 14’ê Îlonê wekî roja çalakiyan îlan kir.
Koordînasyonê ji bo “Roja Çalakiyan a Ji bo Heskifê Tiştekî bike-Bêje-Xêzbike” bang li her kesî kir ku ji bo Heskifê tiştekî bikin. Koordînasyonê anî ziman ku Heskif di ser hemû nasnameyan re ye û wiha got: “Teqez ji bo Heskifê tiştekî em bikin heye. Her kes dikare li cihê xwe ji bo Heskifê tiştekî bike. Divê her kes ji bo Heskifê têkeve nav liv û tevgerê.”