NAVENDA NÛÇEYAN
Serçete Erdoğan bi rêbazên cuda ciwanên li Tirkiye dixe nava faaliyetên partiya xwe û wan ji bo şandina Sûriyê amade dike. Endamê milê Ciwanan ê Akp’ê Emrah Çelik ku di 5’ê Nîsana 1987’an hatiye dinyê û eslê xwe ji Erzincanê ye, lê li Tekirdagê dima ji bo cîhadê çû Sûriyê û li vir serê mirovan jê kir û wêneyên xwe belav kir.
Beriya çete Emrah Çelik biçe Sûriyê û beşdarî gruba çeteyan ya Turkmenan bibe, li Stenbolê li aliyê Ewrûpa di nava xebatên milê Ciwanan ê Akp’ê mabû. Li gorî lêgerîna li ser malpera Dadgeha Bilind a Tirkiye çete Emrah Çelîk hin jî endamê Akp’ê ye.
Li gorî agahiyên çete Emrah ku di dimenên hatine parvekirin dide, dewleta tirk a dagirker bi awayekî rêk û pêk çeteyên ku ji bo cîhadê û dagirkirina Sûriyê beşdarî şer bûnê bi çek dike û piştgirî dide wan. Çete Emrah bi xwe di 10’ê Cotmeha 2015’an çuye Sûriyê û beşdarî şer buye. Di vê demê de gelek sûcê li dijî mirovahiyê pêk aniye. Çete Emrah li gorî gotinên wî, li Çiyayê Turkmen ku wan wusa binav kiriye li nêzî Laziqiyê dimine. Di 24’ê Mijdara 2015’an dema balafirek şer a Rusî ya SU-24 li ser herêma derbas bû, ji aliyê çeteyên tirk ve hate xistin. Pilotê Rusî bi saxî xwe xelas kiribû, lê piştre dikeve destê gruba çeteyan a ku Emrah Çelik cihê xwe di nav de digre. Gruba çeteyan a Emrah ew pilotê Rusî piştre dikujin.
Çete Emrah tine ziman ku dewleta tirk a dagirker wan bi çek dike, wan perwerde dike û ji bo derbasbûna sinor dibe alîkar. Li gorî wêneyên ku çete Emrah parvekirine piştî ku çuye Sûriyê gelek caran disa ji bo serdanê hatiye Tirkiye. Di derbasbûna sinor de tu pirsgirekan jiyan nekiriye û dewlet bi wan re buye alîkar.
Di hevpeyvînekê de çete Emrah dilsoziya xwe ji bo serçete Erdogan wiha tine ser ziman: “Erdogan ji bo doza Îslamê Liderek mezine. Hevalbendên Serok Erdogan kî be, ew hevalê me ye jî, dijminê wî kî be ew dijminê me ye jî. Ez amade me ji bo Erdogan jiyan xwe bidim.” Her wekî din wêneyên Wezîrê Karê Hundirin Suleyman Soylu û çete Emrah bihevre kişandine derketin holê. Wêneyên wî bi Serokê Parlamentoya Tirkiye jî hene. Li gorî îdîayan çete Emrah Çelîk endamê rêxistina El-Nusra ye, lê ev nehatine pişterastkirin. Çete Emrah bixwe xwe wek endamê Artêşa Azad a Sûriyê ku di nava refên artêşa Tirk a dagirker de şer dike pênase dike. Lê kiryarên çete Emrah li ber çav in.
Tevî gelek kiryarên qirêj, çete Emrah li dijî mirovahiyê gelek sûc kiriye. Di gelek wêneyên ku çete Emrah bi keyfxweşî parvekiriye, serê leşkerên rejîma Sûriyê jêkiriye û poz dide kamera. Di wêneyekî din ê hatiye parvekirin çete Emrah bi çete Alparslan Çelîk poz dide. Çete Alparslan di kuştina pilotê Rusî de yekser berpirsyare. Li Tirkiye Alparslan Çelîk heta 5 sala ceza xwariyê, lê cezayê wî bi riya rayedarên Akp’yi derxistine pakîjiyê.
NC/Hamza Munzur