STENBOL – Endama Jinên Ciwan ên Azad (Özgür Genç Kadın – ÖGK) Yaren Tuncer, ji Ajansa me re di derbarê pêşketinên pêvajoya dawiyê de axivî. Yaren got ku “zilam-dewlet, li pêşiya jinan astengî derdixîne û ji qeyûman heya qedexekirina qampê her astengî û êrîş hemberî jina ye.”
MAFÊ ME YÊ HEVSEROKATIYÊ TÊ RAPÊÇKIRIN
“Pêngava qeyûm avêtinê em ne heyîrandin. Ji Amed, Mêrdîn û Wanê re qeyûm avêtin, tune hesibandina vîna gelê Kurd e û binpêkirina vîna gelê Kurd e. Em wisa pênase dikin. Ji aliyê eniya jinan ve jî vê weke rapêçkirina mafê me yê hevserokatiyê, hevnûneriyê dibînin.”
ZILAM-DEWLET, NAVÊ HEVPEYMANA STENBOLÊ JÎ BI LÊV NAKE
“Ji ber ku ev hevpeyman li Stenbolê hatiye destnîşankirin, lewma navê hevpeymanê, Hevpeymana Stenbolê ye. Dema ku em li naveroka hevpeymanê binêrin, bibînin ku navê hevpeymanê li Tirkiye û Kurdistanê di halekê nayê xwendinê de ye. Ango bi temamî Hevpeymana Stenbolê (her çiqas kêmasiya hevpeymanê hebe jî) têrî xwestekên ku tevgerên jinan bi salane ji bo wan têkoşîn dimeşîne, dikir. Lê zilam-dewlet, îro vê hevpeymanê pêk nayîne; dev ji pêk anînê berdin, bilêvkirina hevpeymanê jî zilam-dewletê aciz dike. Jixwe axaftinên hinek peywirdarên dewletê û medyaya alîgir li holê ye. Em di vê fikrê de ne ku Hevpeymana Stenbolê were pêk anîn; ji ber ku xalên hevpeymanê destkeftiyên tevgerên jinan e.”
HERÎ ZÊDE PÊWÎSTIYA JINÊN CIWAN HEYE KU TÊKOŞÎNEK BIRÊXISTÎ BIMEŞÎNE
“Bi teybetî li Rojhilata Navîn, di temama cîhanê de jinbûn, ciwanbûn zor û zehmet e. Ji ber ku tu jin î, di rêza duyemîn de yî, zayenda duyemîn î; ango tu bindest î. Li malê di bin fermana bav û birayê xwe de yî. Ew çi bêjin mecbûrî tu bikî, nekî jî pirsgirêk tên jiyîn û carina jî berdêla vê lêdan dibe. Ji ber ku rewş ev e; jin wekî zilaman nikarin di nav polîtîkayê de bibin an jî di derbarê jiyanê de bibin xwediyê gotin. Xuyaye ku sedemên jinên ciwan ji xortên ciwan hê zêdetir e; jixwe jiyana jinên ciwan her û her têkoşîn bûye. Jinek ku bindestbûna xwe bibîne, mêtîngeriyê bibîne û bîreweriya zayendî jî li xwe bike, hê hêsan e ku bibe şoreşger û tevlî polîtîkayê bibe. Ji ber ku sedema wê pir e. Ji ber wê ji bo jinan divê berxwedayîn esas be; ji ber ku heke em li berxwe nedin dibe ku em bên kuştinê jî. Parastina jiyanê jî di nav civakê de wek tiştekî sosret, ecêb tê dîtin. Ji ber vê jî ji biçûkahiyê vir ve tiştê ku em hîn bûne berxwedan dibe.”
LI GOR DEWLETÊ PIRSIYARÎKIRINA JINAN “SÛC“ E
“Qampa ku me li gundê Bodrum Maziyê plansazîkirî wiha bû; jin 4 şev û 5 roj bihatana cem hev, di destgehan de hinek tiştan hilberîna û fêr biba, parvekirina jiyanê û kelijîn, axaftinên di derbarê têkoşîna azadiya jinan de, nîqaşên pêvajoyê ya di derbarê eniya jinên ciwan de û hwd. Lêbelê dema ku em çûn cihê qada qampê, her çiqas ew herêm di bin qontrola jendermeyê de bibe jî em rastî polîsên sivîl hatin. Ewilî bi gefên polîsan, dû re jî bi gefên jendermeyan re em rûbirû man. Bi hinceta “beriya ku sûc pêk were pêşîgirtin”, destûr nedan û gotin ku “heke hewce bibe em dikarin we li erdê kaş jî bikin û gelê Bodrumê ji we aciz e.“ Gelê Bodrumê vê bûyerê dîtin û helwestên xwe nîşan dan. Gelê Bodrumê gotin “Li Bodrumê her roj sûcên destavêtinê pêk tên lê hûn em telefon bikin jî nayên“. Li hemberî helwestên gelê Bodrumê, polîs xwediyê qampê anî. Her çiqas me hevpeyman çêkirîbe jî xwediyê qampê got “haya min ji vê tunebû. Naxwazim serê min bikeve belayê. Ji kerema xwe herin“. Piştî vê gotinê ji sê malên nas re em belav bûn.
Dema ku em çûn li pansiyona ku ji bo şîvê li hev hatibûn jî xwediyê pansiyon got; “Ez piştgirî didime we lê min gelek xeberdan xwar û gef li min xwarin; ji ber wê nikarim xwarin bidime we”. Derdora malên ku em lê diman jî hatibû dorpêçkirin û her hevala me ye jin jî ji aliyê wan ve dihatin acizkirin an jî bi nerîtên GBTê re rûbirû diman. Ji ber wê me bîryara jibajarderketinê girtin. Dema ji Bodrumê derdiketin jî wesayîtên me gelek caran hatin rawestandin, bêyî sedem ceza birîn. Herî dawî jî em peyam kirin û derdora ma dorpêç kirin, bi kûçika jendermeyê em hatin lêgerîn. Li cem me du heval hebûn ku parastina xwe yê cewheriyê pêk anîbûn û bi piştgiriya jinan ve jî hatibûn berdan; Yasemîn Çakal û Name Öztürk. Her duyan zarokên xwe jî anîbûn. Zarok ji kûçikan ditirsiyan û digiriyan lê her çiqas me hişyar kiribe jî jenderme dikeniyan. Ji ber ku em li hemberî vê nerîtê sekinîn yek ji me hat binçavkirin. Ji hevala me lêborîn dixwestin; heke lêborîna xwe nexweze jî bi derengberdanê em tehdît kirin. Lê hevala me got “Ez ji dijminê jinan lêborîna xwe naxwazim“ û piştre jî ew berdan.”
DEWLET DIXWAZE LI HER QADÊ JIN BIKE XULAMÊ XWE
“Herî dawî dixwazim vê bêjim; êrişên ku li hemberî şaredarî û hevserokatiyê tên kirin û qedexekirina qampên jinên ciwan û nîqaşên di derbarê Hevpeymana Stenbolê de…Di esasa xwe de tê wateya rapêçkirina destkeftiyên jinan. Ango hevserokatî, hevnûneriyê ye; jin bi keda xwe ev qezenc kirin. Êrîşa zilam-dewlet, li hemberî hemû jinan e. Ango dewlet dixwaze bêje ku, li mala xwe rûne û bavê te û birayê te çi bêje wê bike, bizewice, zarok çêke û wek xulam jî bijî. Heke bixwazî bixebitî here bixebite, ji ber ku tu jin î jixwe mafê te yê sendîqayê û birêxistinbûnê nîne. Li kargehê jixwe her roj bi êrîşan re rûbirû yî û li gor zilaman jî kêmpere distînî. Heke bixebitî jî divê di bin vê şert û mercan de bixebitî. Wek karker jî, wek kedkarê malê jî tu xulam î. Lê em dikarin vê çerxê xera bikin; bes ku destên me bigihîjin hev. Wek Jinên Ciwan a Azad banga me ya dawî jî ew e; Birêxistin bibin û bibin azad.”
Nûçe Ciwan/ Aldar Dîren