COLEMÊRG – Operasyona dagirkeriyê a bi navê “Kiran” li çiyayên Wan, Colemêrg û Şirnexê dewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî, leşker nêzî baregehên xwe “Di qadek teng de” operasyona dagirkeriyê bêencam didomine.
Berî heftiyekê hatibû ragihandin ku “Operasyoneke leşkerî ya berfireh” li çiyayên Colemêrg, Wan û Şirnexê hatiye destpêkirin. Gundiyên li van herêman dijîn, derbarê pêşketina operasyonê de agahî dan. Li gorî agahiyên ji gundiyên li çolterên Colemêrgê dijîn hatin girtin, operasyona li herêma Bûzûllar û Çiyayê Cîlo hatibû destpêkirin, li qadên Tolanê, Zeranê û Mêrgê Zer dewam dike. Hat diyar kirin ku li herêmên operasyon lê dewam dike, heye niha tu pevçûn rû nedane. Di operasyonê de şikefteke li herêma Bûzûllar hatiye bombekirin û li vê derê jî pevçûn rû nedaye. Leşkerên ku li herêmên baregehên xwe hatine bicihkirin jî, tenê nêzî baregehên xwe “Di qadek teng de” operasyonê bêencam didomine.
LI FERAŞÎNÊ OPERASYON
Hat dest nîşan kirin ku li herêma di navbera Zozanên Feraşîn û herêma Lêwîn a Colemêrg û Şirnexê de jî operasyon heye, lê di vê operasyonê de jî artêşa dagirker heya niha tu pêşveçûn bidest nexistiye.