NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Tirk ên faşîst li Marmarîsê ya Mûglayê, li Oddemîş, Menemen û Seferîhîsarê ya Îzmîrê bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî bi ser gelek malan de girtin.
Polîsên faşîst dema ku bi ser malan de girtin 15 kes destgîr kirin, polîsan her wiha dest li ser gelek pirtûk û telefon û kompîtirên şexsî danîn.