NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îdlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê dirûşmên “Xayin Tirkiye” qîriyan û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan. Leşkerên Tirk ên dagirker êrîşî xwepêşandêran kirin. Xwepêşandêran jî bi keviran bersiv dan leşkerên Tirk ên dagirker. Li gorî agahiyan li Îdlibê bi hezaran kes piştî nimêja Înê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan û dewleta Tirk şermezar kirin.
DEREWA AJANSA DEWLETA TIRK A DAGIRKER ‘ANADOLU AJANSI’ (AA)
Xwepêşandên li Îdlibê ku heta derengiyê evarî didomiya Medya Şerê Taybet a dewleta tirk Anadolu Ajansı (AA) ket dewrê. Bi nûçeya sernivîsa “Li Îdlibê deh hezaran rejîma Sûriyê û Rusyayê protesto kirin” derewek mezin avêt holê. Xwepêşandên li Îdibê ku di esasê xwe de li dijî Erdogan bûn, ajansa tirk AA wek li dijî rejîma Sûriyê û Rusyayê nîşan da. Bi vê derewê ajansa Erdogan AA xwest rastiyê beravojî bike, lê li ser torên civakî gelek dimen û wêne derketin ku vê derewê vala derxist.
Dimenên ku posterê Erdogan tê şewitandin, dimenên Xwepêşandanan ku bi hezaran kes sloganên wek “Xayîn Tirkiye” davêjin li ser torên civakî deng vedan. Ev dimen bi milyonan hatin temaşe kirin û li tevahî cihanê deng vedan. Hewldanên ajansa AA ya Şerê Taybet a tirk ê veşartina rastiyê bi vî awayî vala derket.
Nûçeya Ajansa Şerê Taybet AA wiha ye:
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/idlibde-on-binlerce-sivil-rejim-ve-rusyayi-protesto-etti/1569303