AMED – Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarê mezin ên Amedê, Mêrdînê û Wanê tên lidarxistin, didomin. Li Amedê navçeya Surê ji bo şermezarkirina qeyûman di pêşengtiya ciwanan de meşek protestoyî pêk hat.
Ciwan û jin ku li navçeya dîroka a Amedê li Surê hatin gelhev ji bo desteserkirina Şaredariyên gel şermezar bikin meş pêk anîn û çalakiya deng derxistin kirin.
Meşa ciwan û jinan ji aliyê welatiyan bi deng derxistine hate piştegirîkirin. Di dema çalakiyê li dijî qeyûman slogan hatin berzkirin û nerazîbûnê gel li dijî qeyûman bi awayekî zelal derkete holê.