WAN – Yekîneyê Tolhildana şehîd Şahan Colemêrg li dijî qeyûmê dagirker li Wan kolana Karşikayayê rê li trafîkê girtin.
Yekîneyê Tolhildana şehîd Şahan Colemêrg di 29’ê Tebaxê di saetên evarî de li Wanê kolana Karşikayayê li dijî desteserkirina Şaredariyên Gel û qeyûmên dagirker çalakî lidar xistin û rê li trafîkê girtin. Dema çalakiyê de sloganên wek “Wan li îradeya xwe xwedî derkeve” hatin berzkirin. Yekîneya ku bi bîdonên çopê rê girtin demdirêj fîşekên hewayî teqandin û rê xistin bin serweriya xwe.